• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gultan Kişanak: Divê em ji bo civaka demokratîk têbikoşin

Amed / AW

28 GULAN 2025 - 16:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak a di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de axivî wiha got: “Birêz Ocalan tişta ku dikeve ser milê wî kir. Banga aştî û civaka demokratîk û yekitiya neteweyî kir. Divê em ji bo van pêk bînin têbikoşin.”

Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de tê lidarxistin bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk avadikin” li Çand Amedê (Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê dest pê kir. Konferansa bi mijara “Di Siyasetê de Jin: Ezmûnên Hevpar ji Çar Parçeyan û Ewropayê” dest pê kir, bi rûniştina duyemîn berdewam dike.

Beriya rûniştina duyemîn parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varliyê nameya parlamentera HDPê ya berê Semra Guzelê ku niha li Girtîgeha Kandirayê tê ragirtin xwend.

‘Heke em yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin em ê serbikevin’

Di rûniştina ku parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneşê moderatoriya wê kir de ewilî siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak axivî. Gultan Kişanakê di destpêka axaftina xwe da qala berxwedana xwe ya di Zindana Amedê de kir û wiha got: “Heke tevgera jinan hatibe vê astê bandora berxwedana Zindana Amedê jî heye.” Gultan Kişanak ku pêvajoya salên 90î jî vegot, wiha domand: “Wê demê jî jinên Kurd hewl dan ku birînan bipêçin. Em tenê ne bi zextên dewletê re bi feraseta mêran re jî têkoşiyan û me rêyek vekir. Heke jin di siyasetê de tune nehatibûna hesibandin dibe ku îro dinya xweştir bûya. Kurd di Rojhilata Navîn û dinyayê de hatin asteke girîng. Divê em bikaribin di noxteyeke hevpar de bigihin hev. Heke aqlê jinan di nava vê de nebe teqez dê kêm be. Ji ber vê yeke divê em weke jinan têkoşîna xwe ya demokratîk û netewî bidin meşandin. Niha çavên dinyayê li ser me ye û dê gelek tiştan ji me hîn bibin. Çareseriya demokratîk dê bandorê li dinyayê bike. Statuya me ya li Rojava ji bo me hinceta têkoşînê ye. Divê em jin têkoşîna xwe bi hev re bimeşînin. Heke em yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin em ê di vê pêvajoyê de serbikevin. Birêz Ocalan tişta ku dikeve ser milê wî kir. Banga aştî û civaka demokratîk û yekitiya neteweyî kir. Divê em ji bo van pêk bînin têbikoşin.”

‘Ji bo berdana çekan divê bingehek were avakirin’

Dû re parlamentera Yekgurtiya Îslamî Nasîk Tewfîq axivî. Nasîk Tewfîqê diyar kir ku divê ji bo berdana çekan bingehek were avakirin û wiha got: “Divê partiyên din ên li Bakur rolê bigirin ser xwe. Heke em van derfetên li Rojhilata Navîn baş bikarneynin dê firsend ji destê me biçin û karê me girantir bibe.”

Parlamentera Partiya Goran a berê Munîre Osmanê jî qala têkoşîna xwe ya siyasî û pêvajoya parlamenteriya xwe kir. Munîre Osmanê xwest ku saleke din jî vê konferansê li dar bixin.

‘Ambargo dibe sedem ku nikaribin rola xwe bilîzin’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên  Êzîdî (TAJÊ) Riham Hecoyê jî qala rewşa civaka Êzidî ya li Şengalê kir û wiha got: “Em ser didin lê dest ji doza xwe bernadin. Di vê pêvajoya girîng de jinên Êzidî dikarin bi roleke girîng rabin. Lê niha li Şengalê ambargoyek heye. Jinên ku dixwazin werin Şengalê tên astengkirin. Îro pêvajoyeke çareseriyê hatiye destpêkirin lê ji her çar aliyan ve ambargoyek li ser Şengalê heye. Ev dibe sedem ku em nikarin di vê pêvajoyê de xebateke baş bikin û rola ku dikeve ser milê me, rola ku Rêber Abdullah Ocalan daye ser milê civaka Êzidî pêk bînin. Heta ku jineke Êzidî di destê DAIŞê de be û çarenûsa wan ne diyar be zehmet e ku em xebatan bidin meşandin. Ji ber vê yekê pêdiviya me heye ku em destê xwe bidin hev, hêviya me ji dewletan nîn e. Armanca me ew e ku em bikaribin têkoşîneke hevbeş di bin felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de bînin ba hev û astengiyên heyî ji holê rakin. Hêza jinan heye lê yekdestiya wan nîne. Serkeftina Kurdistanê bi yekgirtina gelê Kurdistanê pêkan e. Yên ku bikarin aştî û demokrasiyê pêk bînin jinên Kurd in. Em bi ‘Jin Jiyan Azadiyê’ ber bi mafên xwe ve bimeşin.”

Rûniştin bi pirs û bersivan bi dawî bû.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne