• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Hûn nikarin destê aştiyê dirêj bikin û li aliyê din bombeyan li kurdan bibarînin’

Navenda Nûçeyan / AW

12 KANÛN 2024 - 13:30
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Hûn nikarin li hundir destê aştiyê dirêj bikin û li aliyê din ê sînor bombeyan li kurdan bibarînin.”

 

Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û parlamenteran, li Meclisê êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Çalakî, li Deriyê Çapemeniyê yê Meclisê hat lidarxistin. Di çalakiyê de dowîzên “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta me ye” û “Gelên Rojava bi tenê nînin” hatin hilgirtin.

Xetereyên li ser gelan mezin dibin

Sezaî Temellî di çalakiyê de axivî û got ku têkçûna rejîma Esad ji bo gelên Rojhilata Navîn hêvî ye lê ew ji bo gelên Sûriyeyê gelek bihêvî nînin. Temellî, bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê ya di mijara Sûriyeyê de û got: “Geşedanên li Sûriyeyê, krîza heyî mezin dike û xetereyên li ser gelan mezin dike.”

Sezaî Temellî, diyar kir ku ji bo aştiya Tirkiyeyê û bidawîbûna krîzên li Rojhilata Navîn divê pevçûn bi dawî bibin û divê Tirkiye jî di vê çarçoveyê de gavan biavêje. Temellî, ji bo gotina Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ku gotibû “xwe hinek nû bikin” jî ev bersiv da: “Em jî ji wezîrê karên derve re dibêjin ku tişta divê were nûkirin polîtîkaya we û feraseta we ye. Tevî krîza 13 salan a li Sûriyeyê jî we ji xwe re ders negirtine û hûn hewl didin bêîstîqrariyê bidomînin. OSO, SMO berhemên DAIŞ, El Nusra û rêxistinên din ên terorê ne. Hûn bi van re siyasetê ava dikin û ev yek deraqilî ye. Tekane hêza ku li wir dikare demokratîkbûnê pêk bîne û rê li ber îstîqrarê veke, Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. Guftûgo, aştî û pêvajoyeke muzakereyan a bi wan re dê ji bo pêşeroja Sûriye û herêmê baş bibe. Heke hûn qala nûbûnê bikin, tam jî li vir lê bigerin. Yên vê herêmê hedef digirin, dê li dîwar biqelibin û dê bibin mehkûmên çiravê.”

‘Li Bakûr Rojhilatê Sûriyeyê xetereya DAIŞê mezin bû’

Temellî, wiha domand: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din xetereya DAIŞê mezin bû. Sedema vê jî hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Lê em li Sûriye û Tirkiyeyê aştiyê dixwazin. Rêya aştiyê jî gavavêtina Tirkiyeyê ye. Ji 1’ê Cotmehê ve ye hûn qala destê aştiyê dikin. Heke daxwaza we ya vekirina deriyên guftûgoyê hebe, wê demê ji ewil deriyên Îmraliyê vekin. Bi vê re bila rêya aştiyê li Tirkiye û herêmê vebe. Em careke din bang li desthilatê dikin; ji vê polîtîkaya xwe ya xelet vegerin û ji bo tifaqa kurd-tirkan rêya aştiyê vekin.”

Temellî, bang li partiyên muxalefetê jî kir ku polîtîkaya hundir û derve bi hev re binirxînin û li cem gelên kurd û tirk û kedkaran cih bigirin.

Li Sûriyeyê gelek sûcên şer tên kirin

Gulistan Kiliç Koçyîgît jî bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û got ku ji bêdengiya desthilatê ya li hemberî HTŞê dibînin ku têkiliya wan pê re heye. Gulistan Kiliç Koçyîgît, got ku ji 8’ê Kanûnê ve li Sûriyeyê gelek sûcên şer tên kirin, Elewî tên qetilkirin û înfazkirin. Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku divê Tirkiye li Sûriyeyê ne xwedî roleke rê li ber bêîstîqrariyê vedike be lê divê ji bo aştiyê û demokratîkbûnê rol bilîze. Gulistan Kiliç Koçyîgît, anî ziman ku divê bi hemû gel, civak û derdorên cuda re guftûgo bên pêşxistin û ev tevek di pêşeroja Sûriyeyê de xwedî gotin bin. Gulistan Kiliç Koçyîgît, got ku Tirkiye di halê hazir de xwedî roleke ku êşên heyî mezintir bike ye.

‘Ferqa êrişkirina Kobanê, Qamişlo û kurdên li vir nîne’

Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha domand: “Tirkiyeyê, koma SMOyê ku demekî dirêje xweyî dike û alîkariya çavkanî, lojîstîk, leşkerî û siyasî dide wan, bi ser Kurdan de şandiye. Ma we dîtiye ku SMOyê bi HTŞê re şer kiriye? Naxêr. Tenê li dijî Kurdan şer dike. Êrişî xaka Kurdan dikin. Ev yek nîşan dide ku kurdfobiya Tirkiyeyê bingeha hemû polîtîkayên wê ye. Ev jî xizmetê ji çareseriya pirsgirêkan re nake. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bedelên giran hatin dayin. Tu ferqa êrişkirina Kobanê, Qamişlo û Hesekê û kurdên li vir nîne.

‘Hûn nikarin qala aştiyê bikin û li derve êrişî kurdên Rojava bikin’ 

Hûn nikarin li hundir qala aştiyê bikin û li derve êrişî kurdên Rojava bikin. Hûn nikarin li hundir destê aştiyê dirêj bikin û li aliyê din ê sînor bombeyan li kurdan bibarînin. Heke hûn bixwazin pirsgirêkê çareser bikin, heke daxwaza we ya aştî û çareseriyê hebe, wê demê hûn mecbûr in destê kurdên li Tirkiyeyê û yên li Rojava bigirin.

‘Em van komkujiyan qebûl nakin’

Her carê banga ‘Em dixwazin bi Tirkiyeyê re guftûgoyê bikin, pirsgirêka me bi Tirkiyeyê re nîne’ dikin. Li şûna guhên xwe bigirin, lê guhdar bin. Kurdên li Rojava û gelên din ji bo Tirkiyeyê gef nînin. Ewlehiya sînor ne bi top û SÎHA’yan, bi polîtîkaya aştiyê dibe. Em van komkujiyan qebûl nakin. Çeteyên SMO’yê paşve bikişînin.

Weke DEM Partiyê em ê li dijî êriş û komkujiyên çeteyên SMO’yê li qadan bin. Em ê bi tu awayî rê nedin pêvajoyeke nû ya komkujiyan. Em ê bêdeng nemînin. Qada ezmûna aştiya Tirkiyeyê, Rojava ye. Nêzikatiya we ya li hemberî wan Kurdan, dê cidîbûna we nîşan bide.”

Etîket: Bakur û Rojhilatê SûriyêDEM Partîêrişên dewleta tirkHTSRojavaSMO
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne