• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îlham Ehmed: Rêveberiya Şamê bi serê xwe biryaran dide

24 GULAN 2025 - 20:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Îlham Ehmed di konferansa li Atînayê de axivî û got, “Eger di rêveberiya yek navendî ya Sûriyeyê de israr bikin dibe ku bi xeteriya şerê navxweyî ya mezin re rûbirû bimînin û gelek civak bi serê xwe biryaran bigrin.”

Konferansa “Pirsgirêka Kurd û geşedanên li Rojhilata Navîn” a li paytexta Yewnanistan Atînayê piştî rûniştina duyemîn dewam dike. Piştî navberê Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed axaftinek kir.

Îlham Ehmed bal kişand ser pevçûnên li Sûriyeyê û wiha got: “Li Sûriyeyê şerekî dirêj çêbû, pir xwîn rijiya. Piştî hilweşandina rejîma Baasê pirsgirêkên aborî, zextên li ser jinan zêde bûn û çareser nebûn. Sûriye rûbirûyê îhtîmala şerê navxweyî û krîzekî mezine. Ji xeynî vê jî HTŞ bi serê xwe biryaran digre, bi gelan re hevpar nabe.”

Îlham Ehmed diyar kir ku eger saziyên dewletê neyên sererastkirin, di rojên pêşiya me de gelên Sûriyeyê rûbirûyê xeteriya komên cîhadîst û çeteyên DAIŞê bibe û bilêv kir ku Sûriye ji gelek gel û baweriyan pêk tê û got ku nabe ku ev li yek ziman û li yek bawerî were sînordarkirin. Îlham Ehmed ragihand ku eger di rêveberiya yek navendî ya Sûriyeyê de israr bikin dibe ku bi xeteriya şerê navxweyî ya mezin re rûbirû bimînin û gelek civak bi serê xwe biryaran bigrin.

Îlham Ehmed got ku gelek dewlet kirinên xwe yên li ser Sûriyeyê rakirine, lê li bendê ne ku li Sûriyeyê rêveberiyek demokratîk û her kesî di nava xwe de dihewîne were avakirin. Îlham Ehmed destnîşan kir ku zextên çeteyên cîhadîst ên li ser jinan zêde bûne, mafê jinan her ku diçe tune tê hesibandin û di seranserê Sûriyeyê de çareseriya pirsgirêkan modela Rêveberiya Xweser e.

Îlham Ehmed îşaret bi hevdîtinên bi rejîma Şamê re jî kir û diyar kir ku divê pergalên ewlehî, aborî û perwerdehiyê bibin xwecihî.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku ne pêkan e ku vegerin pergala rejîma Baasê û got ku divê pergalekî xweser bibe. Ehmed diyar kir ku xeteriya DAIŞê hîna jî heye û li hemberî vê xeteriyê hêza herî girîng Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye.

Îlham Ehmed anî ziman ku pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin wê bandor li ser wan û herêmê bike û bilêv kir ku nêrînên Abdullah Ocalan pêwîst in û divê pirsgirêk li ser maseyê were çareserkirin.

Îlham Ehmed herî dawî destnîşan kir ku divê piştî Kongreya 12emîn a PKKê gavên hiqûqî û demokratîk werin avêtin û pêvajoya piştî vê li gorî çarçoveyên qanûnî were dewam kirin.

Di rûniştina dawî ya konferansê de wê hêzên herêmî û meseleya Kurd were nîqaşkirin. Di rûniştina bi moderatoriya Sotiris Roussos de Prof. Konstantinos Filis de, Erkdarê Perwerdehiyê ya Zanîngeha Lefkoşayê Stavros Drakoularakos û akademîsyenê Zanîngeha Leipzig Kamal Chomani di rûniştinê de cih bigre. Konferans wê bi axaftina girtinê ya Hevseroka Ofîsa Têkîliyên Dîplomatîk a PYDê Sema Begdaş bi dawî bibe.

Etîket: AtînaÎlhamŞam
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sekreterê Giştî yê NYê bi saziyên jinan re civiya

Sekreterê Giştî yê NYê bi saziyên jinan re civiya

27 TÎRMEH 2026
Di teqîna Şamê de kesek jiyana xwe ji dest da

Di teqîna Şamê de kesek jiyana xwe ji dest da

7 TÎRMEH 2026
Di kêliya serdana Macron a Şamê de rêzeteqîn pêk hatin

Di kêliya serdana Macron a Şamê de rêzeteqîn pêk hatin

7 TÎRMEH 2026
Ermenan nerazîbûn nîşanî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê da

Ermenan nerazîbûn nîşanî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê da

22 GULAN 2026
Mazlum Ebdî hêrişê vera Herêma Kurdîstanî şermizar kerdê

Mazlûm Ebdî: Şam dîlgirtiyan weke zextê bi kar tîne

21 GULAN 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

Xalên hevdîtina Şara û Ebdî: Ziman, nasname, parastin û vegera koçberan

19 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne