• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hat xwestin ku faîlên Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan bên darizandin

Amed / AW

24 GULAN 2025 - 13:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û ÎHDa Amedê di hefteya 850emîn de xwestin ku kujerên Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan werin darizandin. Malbatê xwest ku ji bo lêborîn bê xwestin divê komîsyona heqîqetê were avakirin.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 850emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parkakoşûyolû ya Amedê pêk hat. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD, Dayikên Aştiyê, nûner û rêveberên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tev li bûn. Beşdaran wêneyên windayan hildan û her wiha wêneyên windayan li erdê hatin raxistin. Di hefteya 850emîn de hat xwestin ku kujerên Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan yê ku di 24ê Gulana 1994an de hatibûn windakirin werin darizandin.

Sekterê ÎHDa Amedê Omer Saman ewilî axivî û diyar kir ku çalakiyan windayan li gelek bajaran ji bo dîtina windayan û darizandina faîlan berdewam dike. Omer Saman da zanîn ku îro di pêvajoyek girîng de derbas dibin û got: “Aştî ji bo siberojê tiştek girîng e. Em dixwazin li Meclisê komîsyona heqîqetê were avakirin.”

‘Divê komîsyona heqîqetê were avakirin’

Kurê Selîm Orhan Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan axivî. Adnan Orhan da zanîn ku Mirovên Şemiyê bi salane ji bo xizmên xwe têdikoşin û wiha axivî: “Bavê min Selîm Orhan, Mamê min û kurapê min hatin windakirin. Piştî çend salan li nêzî gunde me gorek komî hat dîtin. Malbatên din jî serlêdan kirin. Me jî serlêdan kir. Û eşkere bû ku bavê min Selîm û apê min û kurapê min in. Lê hestiyên wan revandin û di gorek bêkasan de veşartin. Divê komîsyona heqîqetê were avakirin û ji malbatên kesên hatine windakirin lêborîn were xwestin. Pîrika min berî ku jiyana xwe dest bide gotina wê ya dawiyê ev bû; ‘Ez hêvîdarim ku du kurê min û neviyê min vegerin malê’.”

Endama Komîsyona Windayan ya ÎHDa Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina her sê ferdên malbata Orhan xwend.

‘Leşkeran malên gundiyan şewitandin’

Endama Komîsyona windayan ya ÎHD Berfîn Elçî diyar kir ku di sala 1994an 6ê Gulanê leşkeran avêt ser mezraya Adrokê ya gundê Zera biser navçeya Pasûrê ya Amedê ve û wiha axivî: “Leşkeran ji şeniyên gundiyan re gotine ku di nava saetekî de gund vala bikin. Heta saetekî tiştên xwe ji malên xwe derxin. Leşkeran gund şewitand û malan talan kirin. Roja 24ê Gulanê leşkeran Selîm û Hasan Orhan ên birayê hev û biraziyê wan Cezayîr Orhan ê 17 salî binçav kirin. Ji wê rojê ve agahî ji wan nehat girtin.

‘DMMEyê, Tirkiyeyê mehkûm kir’

Berfîn Elçî da zanîn ku malbata Orhan di 6ê Mijdara 2002yan de serî li ÎHDa Şaxa Amedê dide û got: “ÎHD serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) dide. Dadgeh, Tirkiyeyê mehkûm dike. Di sala 2003yan de hestiyên Selîm û Hasan Orhan li Pasurê di gorek komî de tê dîtin. Tu agahî ji Cezayîr nayê dîtin. Malbat ji bo Selîm û Hasan Orhan serî li dadgehê dide ku hestiyan derxin. Lê dadgeh dibêje ku hestiyên wan di gorên bêkesan de hatiye veşartin. Tevahî serlêdanên malbatê tên redkirin.”

Ji bo Selîm, Hasan, Cezayîr Orhan û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026
Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

7 COTMEH 2026
Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

7 COTMEH 2026
Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

7 COTMEH 2026
Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne