• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Jinên Ewropa Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ragihand

Navenda Nûçeyan /AW

19 GULAN 2025 - 17:17
Kategorî: JIN
A A

Jinên Kurd ên li Ewropayê yên ji ol, sazî û civakên cuda kom bûn û Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê ragihandin.

Jinên Kurd ên li Ewropayê ku ji çar aliyên Kurdistanê hatine, di salvegera 51emîn a şehadeta Leyla Qasim de kom bûn û Înîsiyatifa Yekîtiya Neteweyî ragihandin. Jinan têklidarî kombûnê û encamên wê daxuyanî dan. Jinên Kurd ên li Ewropayê, bi armanca yekîtiya jinên Kurd, ji bo xwedîderkertina li têkoşîn, kevneşopî, destketiyên jinên Kurd, parastina mîrate û berxwedana jinên Kurd, bi dirûşma ‘Yekîtî hebûn e’ li hev civiyan.

Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku weke jinên Kurd ên bi darê zorê ji cih û warê xwe bûne, şehîdên kurdistanê û berxwedêrên jin ên azadiyê yên canê xwe feda kirine bi rezdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Gelê Kurd zedeyî sed sal e bi koçberiya bi darê zorê, asîmîlasyon, înkar û qirkirinê re rû bi rû ye. Bêguman yek ji encamên herî dijwar ên van polîtîkayên zordar ew e ku gelê me bi neçarî ji xaka xwe veqete. Armanca hêzên serdest ew bû ku bi hişmendiyeke mêrperest, yekdest û kolonyalîst gelê me ji nasname û çanda xwe dûr bihêle û rê li ber statuya wê bigire. Bi milyonan Kurdan ji welatê xwe bi darê zorê koçber bûn. Lê belê, hem li çar parçeyên Kurdistanê hem jî li Ewropayê, gelê Kurd ji bo parastina nasname, çand, ziman û nasnameya xwe berxwedanek bi biryar nîşan daye.”

Jinan di daxuyaniyê de herî dawî wiha gotin: “Em, wek jinên Kurd ku ji çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dane Ewropayê; Platforma Neteweyî ya Jinên Kurd a li Başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin silav dikin û Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Rojava pîroz dikin ku ji hêla gelê me ve bi coş û kelecaneke mezin hate pêşwazîkirin. Em careke din diyar dikin ku em ê hêz û feyza xwe ji têkoşîna xwe ya sedsalî bigirin û em ê dilsozê mîrateya hevalên xwe yên jin bimînin ku ji bo azadî û demokrasiyê canê xwe feda kirine.

Niha, em di merheleyeke dîrokî de ne ku yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin û rêxistineke jinan a konfederal û demokratîk ava bikin. Di vê çarçoveyê de em bang li nûnerên rêxistinên jinan, hevalên xwe yên jin ên ji her partiyeke siyasî, hunermend, rewşenbîr û nivîskarên, kesayetê jin dikin ku di bin banê Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê de bibin yek.

Werin, em serpêhatî, dîrok hûner ked û tekoşîna jinan a mîrateya berxwedana sedsalî em bighînên nivşê siberoja welatê xwe. Werin, em jinên Kurd ên azad di rêya avakirina Kurdistana Azad de yekitiya xwe xurt bikin û xwe rêxistin bikin. Damezrandina Înîsiyatîfa Jinên Kurd li tevahiya jinên Kurd pîroz be.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

21 TEBAX 2026
Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

21 TEBAX 2026
‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne