• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Akademîsyen Coşkûn: Pêwistî bi guhertinên qanûnî heye

Bilal Guldem / AW

19 GULAN 2025 - 09:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Akademîsyen-hiqûqzan Vahap Coşkûn diyar kir ku biryara PKKê wê guhertinên mezin bi xwe re bîne û got: “Ji bo ev pêvajo bimeşe divê dewlet gav biavêje. Hewcehî bi guhertina qanûnî heye.”

Hiqûqzan beriya her tiştî dixwazin piştî biryara xwefesixkirina PKKê, dewlet gavan biavêje û guhertinên qanûnî bike. Hiqûqzanan pêvajoya ji bo aştî û civaka demokratîk hatiye destpêkirin ji ajansa me re nirxandin.

Hîndekarê Faqûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkûn diyar kir ku biryara PKKê wê guhertinên mezin bi xwe re bîne û got: “Ji bo ev pêvajo bimeşe divê dewlet gav biavêje. Hewcehî bi guhertina qanûnî heye.”

Parêzer Raûf Çîçek jî anî ziman ku divê piştî biryara PKKê, dewlet bi rola xwe rabe.

Bandora PKKê ya li ser siyasetê

Akademîsyen Vahap Coşkûn diyar kir ku ev pêvajoyek gelek muhîm e û dibêje: “Hem ji bo siyaseta Kurd hem jî ji bo siyaseta Tirkiyeyê wê guhertinên mezin çêbike. Çimkî 40 sal bû PKK di siyaseta Tirkiyeyê de xwedî bandorek mezin bû. Siyasetê bi temamî xwe li ser pozîsyona PKKê tanzîm dikir. Wê ev biguher e. Viya tiştekî muhîm e. Wê ev yek hem di qada siyaseta Tirkiyeyê de hem jî di qada siyaseta giştî ya Kurd de guhertinên mezin bi xwe re bîne. Divê meriv baş li vê pêvajoyê mêze bike.”

‘Pirsgirêka Kurd tenê ne pirsgirêka çekê ye’

Vahap Coşkûn bal kişand ser biryara PKKê û wiha domand: “Divê ev biryar xwe de qadê de nîşan bide. Pirsgirêka Kurd tenê ne pirsgirêka çekê ye. Di vê pirsgirêkê de çek cihekîm muhîm digire, lê dema tenê çek hel bibe, em nikarin bêjin pirsgirêka Kurd çareser bûye. Daxwazên Kurdan hene. Daxwaza di warê qanûna bingehîn de jî heye û daxwaza di warê mevzûatê de heye. Daxwaza hemwelatîbûna wekheviyê heye. Divê Kurd jî bibin welatiyên wekhev. Ya din jî pirsgirêka rêveberiya herêmê wê çawa be? Faliyetên rêveberiya herêmî gelek teng û divê ev were guhertin. Helbet mafê herî girîng mafê çandî ye. Kurd dixwazin zimanê xwe hem di perwerdehiyê de hem jî di karên dewletê de bi kar bînin. Ev jî divê hem di warê hiqûqî de hem jî di warê qanûna bingehîn de temînata wê hebe. Ji bo vê yekê ji vê saetê şûnve wê di qada hiqûqû û siyasî de têkoşînek mezin bê dayîn.”

Vahap Coşkûn anî ziman ku ev pêvajo hê destpêkek nû ye û got: “Ji vê destpêkê şûn ve, ji bo çareserkirina meseleya Kurd gerek em di qanûna bingehîn de jî û di mevzûata qanûnî de jî guherandinên mezin çêbikin.”

‘Gav neyên avêtin dê prose nemeşe’

Vahap Coşkûn destnîşan kir ku ew hê di destpêka pêvajoyê de ne û ev yek anîn ziman: “Lê belê ji bo ku ev pêvajo bimeşe, gerek dewlet gav biavêje. Heke hûn dixwazin çek bi temamî ji holê rabin, divê hûn ji bo viya jî qadê tanzîm bikin. Ji niha şûn ve wê ji endamên PKKê çi bibe? Pozîsyonên wan ên hiqûqî wê çi bibin? Ew ê çawa bizivirin mala xwe? Wê çawa daxilî qada siyasetê û qada hiqûqî bibin? Vana giştî pirsgirêk in û vana guhertina qanûnî dixwaze. Yanî ev mesele jinûve çêkirina qanûnî dixwaze. Ji niha şûn ve muhtemelen wê dewlet gav biavêje. Heta gav neyên avêtin, ev prose nameşe. Dewlet jî viya dizane. Heta îro digotin bila PKK xwe fesix bike, va ev gav hat avêtin. Niha jî dora gavavêtina hiqûqî ye.”

Çîçek: Divê guhertinên qanûnî pêk werin

Parêzer Raûf Çîçek jî da zanîn ku ew hiqûqzan jî bi qasî gel ji vê pêvajo û qonaxa ku dest pê kiriye kêfxweş in û got: “Axa me axek qedîm e, divê êdî li ser vê axa qedîm kulîlkên nû vebibin.”

Raûf Çîçek anî ziman ku ev pêvajo bi terzek nû dest pê kir û wiha axivî: “Ev çi ye; pêşî dewlet û birêz Ocalan li hev dikin, yanî birêz Ocalan got ku ‘ez ê çekan bidim berdanê’. Bi rastî jî vê îradeyê pêk anî û partiya wî jî girêdana xwe ya bi wî re nîşan da. Biryara xwe ragihand. Lê ji niha şûn ve dema guhertina qanûnî ye. Divê hin qanûn werin guhertin. Divê gav ber bi demokratîkbûnê û nasîna gelê Kurd ve biçin.”

Raûf Çîçek destnîşan kir ku divê pêşî girtiyên nexweş û girtiyên siyasî werin berdan û got: “Wê ev yek bike ku pêvajo bi rê ve biçe. Gel, civak dixwaze fêkiyên vê pêvajoyê bibîne. Muheqeq divê ji niha şûn ve qanûn bên guherandin.”

Etîket: dewletKurdpêvajopkkSîyasetTirkiyeVahap Coşkûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne