• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kampanyaya gerdûnî ya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ dest pê dike

Navenda Nûçeyan / AW

14 GULAN 2025 - 12:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” encamên girîng bi dest xistin. Berdevkên pêngavê diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebatên xwe dewam bikin kampanyaya gerdûnî ya “Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” dest pê bike.

Piştî banga Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê ya “Aştî û Civaka Demokratîk” PKKê di navbera 5-7’ê Gulanê de 12emîn Kongreya xwe li dar xist. Nîqaşên ku di Cotmeha 2024an de dest pê kirin, di mijara çareserkiriya siyasî ya pirsgirêka Kurd de rê li ber nêzîkatiyên dewleta Tirk ên xwe dispêrin polîtîkayên ewlehiyê girtin.

Bi taybetî jî Kurdistanî û dostên wan di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10ê Cotmeha 2023yan de dest pê kiribû, çalakiyên topyekûn dan destpêkirin. Çalakiyên ku di çarçoveya pêngavê de hatin lidarxistin, tevgavbûna dewleta Tirk a di şerî de û konjonktura herêmî bûn sedem ku dewleta Tirk careke din berê xwe bide cem Abdullah Ocalan.

Tevî hemû nîqaşan hê jî şert û mercên Ocalan ên li Îmraliyê nehatine sererastkirin û azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk nehatiye. Berdevkên kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” Hatîp Dîcle, Zubeyde Zumrut û Sînan Onal têkildarî mijarê ji ANFê re axivîn û diyar kirin ku ew vê carê jî kampanya gerdûnî ya “Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” dê dest pê bike.

‘Em di qonaxa 3yemîn a pêngava gerdûnî de ne’

Zubeyde Zumrut banga Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de weke qonaxa sêyemîn a pêngava gerdûnî pênase kir û got: “Ev bang bes ne tekstek e, di heman demê de nexşerêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e û vîzyoneke polîtîk pêşkêş dike. Daxwazên ku li kolanan ji aliyê girseyan ve hatin kirin, zêdebûna baweriya ji aştiyê re nîşan dan.”

‘Xebatên me wê bi xurtî berdewam bikin’

Zubeyde Zumrut di dewama axaftina xwe de bal kişand ser nîqaşên li ser “mafê hêviyê” ya ji bo Abdullah Ocalan û got: “Hiqûqnas di vê çarçoveyê de balê dikşînin ser ‘mafê hêviyê.’ Konseya Ewropayê jî di Cotmeha 2024an de weke şertê mutleq nîşan dabû ku divê Tirkiye heya Cotmeha 2025an reforma têkildarî muebeta girankirî pêk bîne. Ji ber wê yekê divê ev pêngav êdî were avêtin. Her wiha kampanyaya me tehliyekirina hemû girtiyên siyasî jî armanc dike. Xebatên bi vî rengî wê bi xurtî berdewam bikin. Ev kampanyaya ku hem li Tirkiyeyê û hem jî li qada navneteweyî bi hev re tê meşandin, bingeha pêvajoyeke nû ya demokratîk av dike.”

Dê kampanya dest pê bike

Siyasetmedar Hatîp Dîcle jî diyar kir ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) rapora xwe ya têkildarî serdana ji bo Îmraliyê ya 2 salan beriya niha hê jî neweşandiye û ev yek anîn ziman: “Tevî ku CPT çend rojan beriya niha çûye Tirkiyeyê jî neçûye Îmraliyê û ev yek fikareke cidî ye. Ev mijar di rojeva hiqûqnasên eleqedar û komên mafên mirovan de ne. Saziyên ku berpirsiyariyên xwe yên hiqûqî û wijdanî bi cih naînin, zirarê didin baweriya raya giştî.”

Dîcle diyar kir ku tê payîn bi dirûşma “Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” kampanyayeke nameyan a nû ya gerdûnî bê destpêkirin û destnîşan kir ku ev kampanya wîjdana raya giştî ya navneteweyî ye ku xwedî li îradeya aştî û azadiyê derdikeve. Dîcle anî ziman ku wê têkoşîn û xebatên wan ên bi biryardarî berdewam bikin.

Etîket: Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne