• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Buldan: Daxuyaniya PKKê pêşketinek dîrokî ye

Navenda Nûçeyan / AW

12 GULAN 2025 - 15:13
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan biryarên PKKê nirxand û got: “Divê Meclis bikeve dewrê. Erk û berpirsyartî dikeve ser milê her kesî.”

Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan têkildarî biryara PKKê ya fesixkirinê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Pervîn Buldan got ku PKK li dijî înkarkirina Kurdan derketiye holê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtinan de ev yek gelek caran vegotiye. Pervîn Buldan, bi domdarî got: “Birêz Ocalan her tim got ku ew dixwaze pêvajoya şer a 52 salan bi dawî bike, aştî bikeve dewrê û êdî siyaset biaxive. Di daxuyaniya îro de jî bal kişandin ser vê rewşê. PKKê ragihand ku ew pevçûnan bi dawî dikin û xwe fesix dikin. Ev, geşedaneke dîrokî ye. Bidawîna şerê li Tirkiyeyê di heman demê de tê wê wateyê ku demokratîkbûn bikeve dewrê.”

‘Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî’

Pervîn Buldan bi domdarî anî ziman ku êdî derbasî qonaxeke nû bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çi ye ev qonaxa nû? Helbet, demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ev têkoşîna ku gelê Kurd bi sala ye didomîne, êdî divê demildest Tirkiyeyê ber bi demokratîkbûnê ve bibe û bi aştiyê tacîdar bibe. Hewceye astengiyên li pêşiya vê bên rakirin. Niha tekane tişta divê em bikin jî têkoşîna ji bo vê ye. Ji ber ku her du aliyan jî biryara xwe daye. PKK’ê biryara xwe daye û derbasî qonaxeke nû bû. Di vê qonaxê de erk û berpirsyartî dikevin ser milê her kesî. Hewceye her kes van erk û berpirsyariyên xwe bicih bînin.”

‘Ocalan dê bi rolek mezin rabe’

Pervîn Buldan bal kişand ser gotina “Ji bo pratîkbûna biryaran, divê Abdullah Ocalan pêvajoyê birêve bibe û hewcehî bi zemîna siyasî û hiqûqî heye” û ev yek anîn ziman: “Bêguman divê birêz Ocalan di dewrê de be. Ji ber ku di mijara dîzaynkirina siyaseta demokratîk de birêz Ocalan dê bi roleke mezin rabe. Lewma jî divê hevdîtin bidomin, mercên birêz Ocalan bên başkirin, derdorên cuda bikarin biçin Girava Îmraliyê û bi birêz Ocalan re li ser aştiyê were axaftin. Ji bo birêz Ocalan bikare bi rol û mîsyona xwe rabe, ev yek firsendeke.”

‘Divê Meclis bikeve dewrê’

Pervîn Buldan bal kişand ser rol û rista Meclisê û wiha got: “Bêguman divê Meclis bikeve dewrê. Di vê mijarê de berpirsyartiyên mezin dikevin ser milê Meclisê. Divê hinek qanûn û yasa derkevin û di hinek qanûnan de guhertin bên kirin. Ez ji bo aliyê demokratîkbûnê dibêjim. Ji ber ku li Tirkiyeyê bêhiqûqtiyeke mezin heye. Bêedaletiyên mezin hatin kirin. Divê ev tevek bên başkirin. Ji bo vê jî divê Meclis têkeve dewrê. Di vê mijarê de ez bêhêvî nînim lê pêdiviya me hinek bi demê heye. Li gorî min divê her kes di demekî herî nêz de berpirsyariya xwe bicih bîne.”

‘Hewcedarî bi tevahiya civakê heye’

Pervîn Buldan daxuyand ku divê tevahiya civakê bikare aştiyê ragire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê civak ji bo pêvajoya demokratîkbûnê alîkar be. Divê her kes bi rola xwe rabe. Divê her kes di pêvajoyê de cih bigire. Ji ber ku ev meseleye ne tenê meseleya Kurdan e. Tevahiya Tirkiyeyê eleqedar dike.”

‘Xeyalên Onder bicih tên’

Pervîn Buldan, Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî bi bîr anî û got: “Kedeke wî ya mezin heye. Xwezî ev roj bidîta. Ruhê wî bila şad be, xeyalên wî pêk tên.”

Dê biçe serdana Demîrtaş

Pervîn Buldan herî dawî da zanîn ku dê di çarçoveya biryara PKKê û geşedanên dawî de biçe serdana Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş û piştre li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal agahiyan bide.

Etîket: Abdullah OclalanDEM PartîPervîn Buldanpkkselahattin demirtaşSirri Sureyya Onder
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwînerên Demîrtaş: Em dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe

Xwînerên Demîrtaş: Em dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe

4 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne