• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

    Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

    Li cihê bîranîna cangoriyan posterê Ocalan hate daliqandin

    Li cihê bîranîna cangoriyan posterê Ocalan hate daliqandin

    Cadeya Nukhet Coşkûn a Amedê dê ji trafîkê re bê girtin

    Cadeya Nukhet Coşkûn a Amedê dê ji trafîkê re bê girtin

    Şîna cangoriyan di roja duyemîn de didome

    Şîna cangoriyan di roja duyemîn de didome

    ‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

    ‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

    Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

    Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

NÇM amadekariya mihrîcaneke jinan dike

Mahmût Altintaş / AW

12 GULAN 2025 - 08:26
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A

Stenbol – Rêvebera NÇMê Sakîne Jîr anî ziman ku NÇM hem li saziyê û hem jî li hemû navçeyên Stenbolê xebatên xwe didomîne û got: “NÇM amadekariya mihrîcaneke jinan dikin. Dîsa amadekariya komeke nû ya muzîke dike.”

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di 27ê Îlona 1991an de li navçeya Beyoglû ya Stenbolê ava bû. NÇM bi armanca li dijî polîtikayên pişaftinê parastina ziman, çand û muzîka Kurdî Apê Musa (Musa Anter) jî di nav de ji aliyê rewşenbîr û hunermendên Kurd ve ava bû. NÇM di 34 sal an de bandoreke mezin li muzîka Kurdî kir. Di bin banê NÇMê de komên weke Koma Amed, Koma Çiya û gelek komên muzîkê stranbêj ji NÇMê derketin û mohra xwe li muzîka Kurdî xistin. NÇMê 34 sal in bê navber xebatên xwe didomînê û dersên muzîk, şano, ziman dide. Gelek kes di bin banê NÇMê de perwerde dibin. Rêvebera NÇMê Şanoger Sakîne Jîr qala xebat û plansaziyên NÇMê kir.

Koma Gulê Mezra Botan ji nûve ava kirin

Sakîne Jîr bi lêv kir ku weke NÇMê ew ne tenê di hundirê saziyê de li hemû navçeyên Stenbolê xebatên çand û muzîka Kurdî dimeşînin û wiha qala xebatên NÇMê kir: “Di nav salekê de me gelek kargeh pêkanî. Kargehên tenbûr, muzîk ava kirine. Demeke dirêj e komeke muzîkê nehatibû avakirin. Me di dawiya 2023an de Koma Vêjîn ava kir. Li navçeya Baxcilarê me şaxeke NÇMê ava kir. Li wir jî kargeh û dersên muzîkê tên dayin. Em ne tenê di nava saziyê de li navçeyên Stenbolê jî xebatê dikin. Me li kolanan bi zarokan re atolyê çêkir. Ji dayikan re jî kargeh çêkir. Destê me gehişt ku, li wir me kargeh û xebatên xwe meşandin. Em ê hê jî bimeşînin. Em hem li saziyê û hem jî li her derê ne. Di salên 1990î de bi pêşengiya birêz Rotînda Koma Gulên Mezra Botan ava bû. NÇMê ji bo ruhê 90î ji nûve zindî bikin, nêzî 6-7 meh berê komeke koroya zarokan bi navê Koma Gulên Mezra Botan ava kir. Em birêz Rotînda re jî ketin tekiliyê û ew jî ji me re bû alîkar.”

‘Amadekariya avakirina komeke muzikê dikin’

Sakîne Jîr diyar kir ku amadekariya avakirina komeke nû ya muzîkê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke NÇMê ji bo pêşerojê jî hîn xebat û projeyên me hene. Niha em amadekariya avakirina komeke govendê ku bi taybet ji jinan pêk tê dikin. Govend bingeha çanda Kurdî ye. Ji bo wê amadekariyeke me ye bi wî rengî heye. Di pêşeroje de amadekariya mîhrîcaneke jinan dikin. Hîn nav ne diyar e. Lê em amadekariya komeke muzîke dikin. Muzîkjenên NÇMê û stranbêjên wê amadekariya komeke nû dikin. Em hewl didin xebatên xwe yên şanoyê, kargehên muzîkê li dar bixînin. Em ê dîsa li kolanên Stenbolê xebatên xwe yên çand û muzîka Kurdî bidomînin. Li ku zarokek û dayikeke Kurd hebe em ê xwe bigihînin wir û xebatên çand û muzîka Kurdî li wir bikin.”

‘Zarok û ciwan pir tevlî dibin’

Di berdewama axaftina xwe de Sakine Jîr bal kişand ser xebatên NÇMê yên perwerdehiyê û axaftina xwe wiha domand: “Perwerdehiyên me yên, piyano, sêtêl, tenbûr, erbane, muzîk tê dayin. Her sal hejmara şagirtan diguhere. Niha bi tevahî 100 şagirtên me hene. Serlêdan berdewam dikin. qeydên me her 3-4 meh careke berdewam dikin. Tevlîbûn baş e. Zarok û ciwan pir tevlî dibin. Ew ji bo me kêfxweşiyeke. Jixwe armanca me ew bû ku em xwe bigihînin ciwanan. Ciwan pêşeroja me ne. Bi taybet jinên ciwan jî tevlî kursan dibin. Di hemû beşan de ji 4 kesan 3 kes jinin. Em jî bi vê yekê kêfxweş in. Li vir pirtûkxaneya me jî heye. Gelek kes tên li vir pirtûkan xwe dixwînin. Ez dikarim bêjim ku NÇMê saziya jinan e.”

‘NÇMê ne tenê saziyeke’

Di dawiya axaftina xwe de Sakine Jîr anî ziman ku ew jî yek ji şagirta NÇMê bû û perwerdehiya şanoyê girtiye û wiha bi dawî kir: “Min ji Koma Amed NÇMê nas kir. Di dawiya 2012an de ez ji bo perwerdehiya zanîngehê hatim Stenbolê. Min li vî bajarî xwe pir xerîb hîs dikir. Piştî qeyda xwe ya zanîngehê çêkir hatim NÇMê. Ez ji bo muzîkê dersên erbanê hatibûm. Lê hinek aliyê min ê şanoyê jî hebûn. Min li vir perwerdehiya şanoyê girt û ew nezî 12 sal in bê navber li saziyê xebatên xwe yên şanoyê berdewam dikim. Ji aliyê çand û hunerê ve çi xebat hebe dikim. NÇM ne tenê saziyek e, mîrateyeke mezin e. Zarokiya me ye. Ji ber wê em jî kêfxweşin li vir hînî şanoyê bûm û niha jî li vir xebatên xwe didomînim.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

22 TEBAX 2026
Aloziya ‘balafirgeha Ebû Zuhur’ a Tirkiye û Îsraîlê didome

Aloziya ‘balafirgeha Ebû Zuhur’ a Tirkiye û Îsraîlê didome

22 TEBAX 2026
Li cihê bîranîna cangoriyan posterê Ocalan hate daliqandin

Li cihê bîranîna cangoriyan posterê Ocalan hate daliqandin

22 TEBAX 2026
Cadeya Nukhet Coşkûn a Amedê dê ji trafîkê re bê girtin

Cadeya Nukhet Coşkûn a Amedê dê ji trafîkê re bê girtin

22 TEBAX 2026
Şîna cangoriyan di roja duyemîn de didome

Şîna cangoriyan di roja duyemîn de didome

22 TEBAX 2026
Qeysiyên Wanê dibin rêçal, bastîq û xweşav

Qeysiyên Wanê dibin rêçal, bastîq û xweşav

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne