• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Ayşîn pirsîn

Amed / AW

10 GULAN 2025 - 14:45
Kategorî: ROJANE
A A
Xizmên Windayan û ÎHDa Amedê di hefteya 848emîn de li aqûbeta winda Mehmet Ayşîn pirsîn.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 848emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Vê hefteyê li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn ê di 7ê Gulana 1994an de li navçeya Licê ya Amedê hate binçavkirin û piştre hate windakirin, hate pirsîn.

Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku 30 sal beriya niha di 27ê Gulana 1995an de Dayikên Şemiyê li Meydana Galatasarayê dest bi çalakiya aqûbeta windayan kirin. Ercan Yilmaz da zanîn ku tevî 30 sal bi ser çalakiyê re derbas bûn jî hê jî çalakî didome, winda nehatine dîtin û faîl nehatine darizandin. Ercan Yilmaz da zanîn ku Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan bi awayek xemgîn Roja Dayikan pêşwazî dikin û got ew carek din daxwaza xwe ya edaletê dubare dikin.

Piştre Endamê Komîsyona Windayan a ÎHDa Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Mehmetcan Ayşîn ku 7ê Gulana 1994an li navçeya Licê hate windakirin, xwend. Firat Akdenîz anî ziman ku ew di salvegera 31emîn a windakirina Mehmetcan Ayşîn de carek din daxwaz dikin ku faîl bên darizandin û girtin.

Paşê ji bo Mehmetcan Ayşîn û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.

Etîket: ÎHDÎHDa AmedêXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

19 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne