• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

1emîn Rojên Pirtûkan bi eleqeyeke mezin bi dawî bû

Amed / AW

5 GULAN 2025 - 19:07
Kategorî: ROJANE
A A

1emîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê bi eleqeyeke gel a zêde bi dawî bû. Hevşaredarên Erxeniyê Şiyar Guldîken û Bîrsen Azak Bayar Sirri Sureya Onder bi bîr anîn û spasiyên xwe pêşkeşî hemû sazî û dezgehan kirin.

Di pêşengtiya Şaredariya Erxeniyê de di navbera 2-5ê Gulanê de bi hevkariya Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) û Şaxa Egîtîm Sen a Hejmara 3yemîn a Amedê li Park Orman a Yenîşehîrê ya navçeya Erxenî ya Amedê 1emîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê hate lidarxistin. Di pêşengeha ku gelek weşanxane û nivîskar tev li bûn de gelek panel, gotûbêj, konser û aktîvîteyên cuda hatin lidarxistin. 1emîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê îro bi eleqeyeke gel a zêde bi dawî bû. Balkêş bû ku gelek zarok ji bo pirtûkan bistînin hatin rojên pirtûkan. Hin welatiyan jî diyar kirin ku cara ewil aktîvîteyeke wiha tê lidarxistin û ji vê yekê gelek keyfxweş in. Welatiyan xwestin ku aktîvîteyên wiha berdewam bikin.

Her wiha Şaredariya Erxeniyê formayên Amedsporê li zarokan belav kir. Lîstikvanê Amedsporê Mehmet Yeşîl jî li standa Amedsporê ji bo zarokan forma îmze kirin.

‘Xwendina pirtûkên kurdî pêşxistina ziman û çanda kurdî ye’

Ber bi bidawîbûna rojên pirtûkan ve Hevşaredarên Erxeniyê Şiyar Guldîken û Bîrsen Azak Bayar, endam û rêveberên YEWKURD û meclisa şaredariyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ewilî, Hevserokê YEWKURDê Hakki Boltan, bal kişand ser eleqeya li hemberî rojên pirtûkan û wiha got: “Ev dîmen pir baş nîşan dide ku ev çar roj çawa derbas bûn. Çar rojên pir têr û tejî derbas bûn û eleqeyeke baş hate nîşandan. Ji zarokan bigire heta heftê saliyan kom bi kom hatin û li standan geriyan û pirtûk stendin.” Hakki Boltan weke YEWKURD spasiyên xwe pêşkeşî hevşaredaran kirin û xwest ku ev xizmet di salên pêş de bênavber were berdewam kirin. Hakki Boltan, da zanîn ku xwendina pirtûkên kurdî pêşxistina ziman û çanda kurdî ye û pêşîlêgirtina asîmîlasyonê bi xwe ye.

‘Pêdiviya Erxeniyê gelek bi vê aktîvîteyê hebû’

Dû re Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya 3yemîn a Amedê Serdar Kaya jî diyar kir ku rojên pirtûkan gelek baş derbas bûn û wiha got: “Em gelek keyfxweş bûn. Pêdiviya Erxeniyê gelek bi vê aktîvîteyê hebû. Em dixwazin xebatên çand û hunerê zêdetir bên bi rê ve birin. Xebat berdewam bikin. Em spasiyên xwe li şaredariyê û saziyên ku keda wan derbas bûyî dikin.”

‘Di salên pêş de em ê van rojan veguherînin fûarê’

Pişt re Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken axivî. Şiyar Guldîken bi bîr xist ku cara ewil e rojên pirtûkan li dar dixin û wiha got: “Em êdî dizanin ku li şaredariyeke navçeyê jî xebatên bi vî rengî dikarin werin li darxistin. Ji bo alîkarî û piştgiriya wan em ji Şaxa Egîtîm Senê ya li Erxeniyê û YEWKURDê re spasiyên xwe pêşkeş dikin. Em ji bo eleqeya gelê me, hemû weşanxane û nivîskaran jî gelek spas dikin. Erxenî bajarekî qedîm e. Cara ewil genim li vir hatiye çandin. Çand û çandinî jî girêdayî hev e, hevdû diparêze û ji hev sûdê digire. Ji bo vê jî me got em rojên pirtûkan ji Erxeniyê bidin destpêkirin. Em gelekî serbilind in. Em hemû hevalên xwe yên ked dane pîroz dikin. Hêvî dikin ku di salên pêş de van rojan veguherînin fûarê û êdî her dem berdewam bike.”

Sirri Sureya Onder bi bîr anî

Şiyar Guldîken, bal kişand ser wefata Sirri Sureya Onder û wiha domand: “Em sersaxiyê dixwazin. Dilê me hemûyan diêşe. Lê hewceye em bi van xwendinan bîrdoziya wî ya ji bo aştiyê zêdetir bikin û em têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar jî spasiyên xwe pêşkeşî gel, weşanxane û nivîskar û mevanan kir. 1emîn Rojên Pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê bi gotûbêj û aktîvîteyên cûr bi cûr bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

7 COTMEH 2026
Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

7 COTMEH 2026
Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

7 COTMEH 2026
Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

7 COTMEH 2026
Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

7 COTMEH 2026
Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne