• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan li aqûbeta Omer Sogut pirsîn

Amed / AW

3 GULAN 2025 - 13:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û ÎHDa Amedê di hefteya 847emîn de li aqûbeta winda Omer Sogut pirsîn. Sekreterê ÎHDa Amedê Omer Saman xwest ku dewlet ji malbatên windayan lêborînê bixwaze.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 847emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parkakoşûyolû ya Amedê pêk hat. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD, Dayikên Aştiyê, nûner û rêveberên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tev li bûn. Beşdaran wêneyên windayan hildan û her wiha wêneyên windayan li erdê hatin raxistin. Di hefteya 847emîn de li aqûbeta winda Omer Sogut hat pirsîn.

Beriya daxuyanî bê xwendin, Sekreterê ÎHDa Amedê Omer Saman axivî û bal kişand ser nedîtina windayan. Omer Saman her wiha bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan û xwest girtiyên nexweş demildest bên berdan.

‘Divê dewlet lêborînê bixwaze’

Omer Saman her wiha ji ajansa me re axivî û diyar kir ku îro serpêhatiya windakirina Omer Sogut ê li Licê di dema operasyoneke leşkerî de tê windakirin bi raya giştî re parve kirin e û ji roja tê windakirin heta îro aqûbeta wî ne diyar e. Omer Saman anî ziman ku di vê pêvajoya hatiye destpêkirin de divê aqûbeta windayan were zelalkirin, dewlet lêborînê bixwaze û kiryar bên darizandin. Omer Saman got ku heke kiryar bên darizandin qet nebe belkî hinek dilê malbatan rehet bibe. Omer Saman bal kişand ser Hefteya Windayan a di navbera 17-31ê Gulanê de ku tê lidarxistin û got ku amadekariyên wan di vî warî de hene.

Aktîvîstê mafê mirovan Firat Mercan jî metna serpêhatiya windakirina Omer Sogut xwend.

Serpêhatiya windakirina Omer Sogut wiha ye:

“Omer Sogût 47 salî û bavê 8 zarokan bû. Bi malbata xwe re li gundê Dêrxustê yê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve dijiya. Ji ber ku gundê wî hat şewitandin, neçar ma bû koçî navênda Amedê bike. Ji bo debara xwe bike diçe gund û karê cotkariyê dike. Kengê diça gund bi tundiya leşkeran re rû bi rû dimîne. Dema ku di roja 20ê Gulana 1995an de çû ser karê xwe, dema saet dibe êvar venagere malê. Hevjîna wî Meyase Sogut dotira rojê çû gund û li nav zeviyan li hevjînê xwe geriya. Kerê ku Omer Sogut bi xwe re biribû li nav zeviyê dît lê Omer Sogut nehat dîtin. Heta cihekî rêçên lingê hevjînê xwe dibîne, lê paşê rastî rêçên tekerê wesayîtekê tê. Hevjîna wî ji derdorê dipirse û her kes jê re dibêje leşkerên ku hatine operasyonê Omer Sogut li gel xwe birine.

Meyase Sogut ji bo dîtina hevjînê xwe dest bi lêgerînê dike. Her çiqas serî li leşkeriyê û dozgeriyê dide jî lê tu bersiv wernegira. Windakirina hevjînê wê ne bes bû leşkeran gef lê xwarin û lêdan. Ji wê rojê ve aqûbeta Omer Sogut nayê zanîn.”

Piştre ji bo bîranîna Omer Sogût û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne