• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Em piştgirî didin pêvajoyê û em ê ji bo aştiyê têbikoşin’

Amed / AW

29 NÎSAN 2025 - 12:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Yekitiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûrê Rojhilat (GABB) komcivîna xwe li dar xist. Hevseroka GABBê Neslîhan Şedal diyar kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd hêviya aştiyê mezin bû.

Yekitiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûrê Rojhilat (GABB) li Çand Amed (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin) a li navçeya Yenîşehîr a Amedê yekemîn Komcivîna xwe ya Asayî ya Salane li dar xist. Hevserokên GABBê Neslîhan Şedal û Sîraç Çelîk û hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin jî di nav de hemû hevşaredarên DEM Partiyê tev li komcivînê bûn.

‘Hewceye em mil bidin hev vê pêvajoyê xurt bikin’

Komcivîn bi axaftina Hevşaredarê Rezana Amedê Sîraç Çelîk dest pê kir. Sîraç Çelîk diyar kir ku dema piştî hilbijartina 31ê Adarê ketin şaredariyan dîtin ku gelek kêmasî hene û wiha got: “Tevahî şaredariyên me hatibûn valakirin. Ji aliyê aboriyê ve gelek kêmasî hebûn. Derfet jî tune bû lê em e kêmasiyan ji holê rakin. Ji bo şaredarên me karê xwe bikin em ê di nav xebatan de bin. Em bawer in em qels namînin. Di 27ê Sibatê de birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê bang kir. Hewceye em mil bidin hev vê pêvajoyê xurt bikin. Ji aliyê aboriyê ve em ê xwe xurt bikin. Em ê mil bidin milê hevdû vê pêvajoyê xurt bikin. Ji ber ku em berpirsiyar in.”

Piştî axaftina Sîraç Çelîk ji bo hevserokatiya GABBê hilbijartin hate kirin. Di hilbijartinê de Neslîhan Şedal dîsa weke Hevseroka GABBê hate hilbijartin.

‘Di şexsê hevşaredaran de qeyûm tayînî vîna gel hatkirin’

Pişt re Neslîhan Şedal axivî. Neslîhan Şedal diyar kir ku wan saleke zehmet derbas kiriye û wiha got: “Desthilat ji bo em ne xebitin astengî derxistin pêşiya me. Lê hevalên me ew astengî derbas kirin û karê xwe mezin kirin. Ez li vir hevşarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin silav dikim. Di şexsê hevşaredaran de qeyûm tayînî vîna gel hat kirin. Em ê her dem li ber xwe bidin. Bi destê darazê tê xwestin ku vîna gel were binpêkirin. Lê em tu carî nahelin vîna gel bin pê bikin. Em bi GABBê li dijî van politîkayan têdikoşin. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em behsa aştiyê dikin. Hêviya me mezin bû. Em tevahî şaredarên me ji bo aştiyê li vir in. Li vê ednigariyê jin tên kuştin. Li ser axa me ciwan dixwazin ku koçî cihên din bikin. Ji bo bajarên me demokratîk û ekolojîk bibin em ê têbikoşin.”

Komcivîn bi hilbijartina encumenan berdewam kir.

Etîket: AmedGABBKomcivînNeslîhan ŞedalSîraç Çelîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Amedê: Êdî gavên şênber pêwîstin û divê girtiyên nexweş bên berdan

Welatiyên Amedê: Êdî gavên şênber pêwîstin û divê girtiyên nexweş bên berdan

21 MIJDAR 2026
Encamên 17emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkolê eşkere bûn

Encamên 17emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkolê eşkere bûn

20 MIJDAR 2026
Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

17 MIJDAR 2026
Welatiyên Amedê: Dema aştî pêk hat dê aborî jî baş be’

Welatiyên Amedê: Dema aştî pêk hat dê aborî jî baş be’

15 MIJDAR 2026
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha Mijdarê eşkere kir

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha Mijdarê eşkere kir

5 MIJDAR 2026
Dayikan li Meclisê bang kir: Werin destê xwe bidin destê birêz Ocalan

Dayikan li Meclisê bang kir: Werin destê xwe bidin destê birêz Ocalan

3 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne