• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

PKKê têkildarî kongreya xwe daxuyanî da

Navenda Nûçeyan / AW

28 NÎSAN 2025 - 10:03
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
PKKê têkildarî banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê daxuyaniyeke nû da û got: “Hêvîdarin şert û mercên xebatê yên azad ên Rêber Apo ava bibin ku bikare kongreya partiyê li dar bixe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û nîqaşên têkildarî bangê didomin. PKKê piştî banga Abdullah Ocalan, di 1ê Adarê de daxuyanî da û got ku ew ê li gorî banga Abdullah Ocalan tevbigerin û agirbest ragihand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo kongre bicive divê mercên ewlehiyê ava bibin û Abdullah Ocalan bi xwe kongreyê birêve bibe. Bi ser bang û daxuyaniyê re nêzê du meh derbas bûn lê heta niha jî dewlet-îktîdarê tu gav neavêtine. Li hêla din medyaya nêzî hikûmet ji bo kongreya PKKê dîrokên cuda dixe rojevê.

Di demeke nîqaş didomin de PKK’ê têkildarî geşedanan daxuyaniyeke nû ya girîng weşand. Li gorî nûçeya ANFê, Komîteya Rêveber a PKKê di daxuyaniya xwe de got ku ew li benda guherîna rewşa Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ne. Her wiha hat gotin ku divê mercên jiyaneke azad û xebatê yên Abdullah Ocalan bên afirandin ku bikare kongreyê birêve bibe. Di heman demê de daxuyaniyên PKK’ê yên berê jî hatin bibîrxistin û hate gotin ku xwedî heman helwest û biryardariyê ne.

‘Aştiyeke bêyî azadî û demokrasiyê nabe’

Di daxuyaniyê de PKKê bal kişand ser 1ê Gulanê Cejna Karkeran û kesên di berxwedana 1ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tevgera me û gelê me vê 1ê Gulanê li ser bingeha ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêber Apo di 27ê Sibatê de daye, dijîn. Eşkere ye ku aştî bêyî azadî û demokrasiyê nabe. Bêyî aştiya Kurdistanê ne mimkûn e ku li Rojhilata Navîn û cîhanê dawî li pevçûnan bên û aştiyeke rasteqîn pêk were. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst a cîhanî li ser esasê parçekirina Kurdistanê û serdestiya wê ya mêtinger ava bû. Lewma aştiya rasteqîn a li cîhanê û Rojhilata Navîn tenê bi aştiya Kurdistanê re dikare pêk were. Civaka demokratîk sekneke cewherî ye ku li gorî xwezayê mirovahiyê ye. Ev civak civakeke aborî, ekolojîk, azadiya jinê, konfederalîzma demokratîk û sosyalîst a demokratîk e. Di roja me ya îro de ji her kesî bêhtir pêwîstiya jinê û Kurdan ên bindest bi aştî û pêşxistina civaka demokratîk heye. Ji ber vê yekê gelê me û dostên me di serî de jin û ciwan wê wateya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kûrtir fêm bikin û çalakiyên 1’ê Gulanê veguherînin geşkirina vê hişmendî û çalakiyê. Bi belavkirina paradîgmaya modernîteya demokratîk li cîhanê re, wê di her qadê de hişmendiya enternasyonalîst a sosyalîst a demokratîk û hevgirtinê bi pêş bixin.”

‘Divê bikaribe kongreyê bi rê ve bibe’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku PKK xwedî li banga 27ê Sibatê derdikeve û wiha hate domiya: “Gelê me û raya giştî ya demokratîk baş dizane ku em weke Tevger û gel bi hemû hêza xwe xwedî li banga Rêber Apo ya 27ê Sibatê ya ji bo aştî û civaka demokratîk derketin û ev 2 meh in em hewl didin vê bangê rast fêm bikin û bi awayekî serketî pêk bînin. Me di daxuyaniyên xwe yên 1ê Adarê û Newrozê de ev helwest bi zelalî anî ziman. Tevî taktîkên taloqkirinê û êrîşên leşkerî yên desthilatdariya AKPê jî, em vê helwesta xwe didomînin. Ji ber em di ferqa zehmetiya çareserkirina pirsgirêkên heyî de ne, lewma em bi bêhnek fireh tevdigerin û hewl didin ku nebin aliyê ku pêvajoyê xira dike. Heyeta DEM Partiyê daxuyaniyên xweşbînî dike. Em dibihîzin ku Rêber Apo bi hêvî ye û xebatên xwe didomîne. Lê belê ji bo tiştên ku di banga 27’ê Sibatê de hat gotin bê pêkanîn, heta niha gavên şênber nehatine avêtin. Em hêvî dikin ku ev rewş biguhere, Rêber Apo bikaribe azad bijî û bixebite û kongreya partiyê ya ku her kes bi kelecanekê li bendê ye bi rê ve bibe.”

‘Dem dema guherîn û veguherînê ye’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em careke din gelê xwe û dostên xwe hişyar dikin û bang li wan dikin ku banga 27ê Sibatê rast fêhm bikin û bi rengekî serketî bi cih bînin. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27ê Sibatê ne bangek e ku dewlet an jî hikûmet tiştekî bide me ye. Berovajî vê ev bang bi hişmendiya azadî û demokrasiyê perwerdekirin, rêxistinkirin û demokratîkkirina civakê ye. Aştî tenê li ser vê bingehê dikare were bidest xistin û civakeke demokratîk tenê bi vê têgihiştinê were avakirin. Ji ber vê yekê divê ti kes ne di rewşa bendewariyê de be. Li gorî bingeha yekitî, hevgirtin û têkoşînê ya 1ê Gulanê divê her kes seferber bibe û ji bo pêşxistina hişmendiya civakî ya demokratîk, rêxistinbûn û yekitiya hemû bindestan bixebite. Divê her tişt li ser vê bingehê bê bidest xistin.

Beriya her tiştî divê mirov zîhniyet û şêwaza jiyana xwe biguhere. Banga Aştî û Civaka Demokratîk beriya her tiştî banga şoreşa zîhniyet û jiyanê ye. Divê ev rastî pir baş were fêhmkirin. Di xeta aştî û civaka demokratîk de dema guhertin û veguhertinan hatiye û vê pêvajoyê êdî destpê kiriye. Çiqas li ber xwe bidin jî wê ti kes nikaribe li derveyî vê guherîn û veguhertinê bimîne. Rêber Apo guhertin û veguhertina xwe ya şoreşgerî pêk aniye. PKKê jî li ser vê bingehê guhertin û veguhertina pêwîst dijî. Li ser vê bingehê hemû gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd wê guhertin û veguhertina demokratîk pêk bînin û ev yek wê li tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe sedema guhertin û veguhertina demokratîk. Hem 1ê Gulanê hem jî Meha Şehîdan wê bibe wesîleya ku gel û dostên me di pêşengiya jin û ciwanan de guhertin û veguhertineke bi vî rengî bijîn.

Li ser van bingehan em careke din 1ê Gulanê li hemû karker û kedkaran, jin û ciwanan, hêzên sosyalîst û şoreşger pîroz dikin. Em di şexsê hevrê Hakî Karer, Mehmet Karasûngûr û Hozan Mizgîn de hemû şehîdên meha Gulanê bi hurmetî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku li her deverê, bi awayekî çalak û xurt beşdarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibin!”

Etîket: 27ê SibatêAbdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka Demokratîkpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne