• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Xizmên Windayan qurbaniyên Komkujiya Ermenan bi bîr anîn

Amed / AW

26 NÎSAN 2025 - 13:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDa Amedê di hefteya 846emîn de qurbaniyên Komkujiya Ermenan hatin bibîranîn û hat xwestin dewlet hesab bide.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Parka Koşuyolu kom bûn û li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê çalakiya xwe “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist. Di çalakiya hefteyê 846emîn de qurbaniyên Komkujiya Ermenan a 24ê Nîsana 1915an hatin bibîranîn. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHDê û bi dehan kes tev li çalakiyê bûn. Di şexsê helbestvan Taniel Varujan ê Ermen de li aqûbeta qurbaniyên Fermana Ermenan hatine windakirin hat pirsîn.

Ewilî endamê ÎHDê Gunal Kûrşûn axivî û bi bîr xist ku ew çalakiyê ji bo edelêtê didomînin û wiha got: “Ev 30 sal in çalakî didome. Li Tirkiyeyê di navbera 15 û 20 hezar kes hatiye windakirin. Em xizmên windayan silav dikin, tu car xwe tenê nebînin.”

‘Ew berxwedana dayikan bi rûmet e’

Rêveberê Yekitiya Tabîban Dr. Mehmet Şerîf Demîr jî axivî û li ser navê saziya xwe silav li beşdaran kir û wiha got: “Em wekî Yekitiya Tabîban we hemûyan silav dikin. Em li ber têkoşîna we bejna xwe ditewînin. Heke aştî were vî welatî divê di serî de dengê dayikên/malbatên windayan were bihîstin. Ev pirsgirêka Kurd 50 sal in didome, di encamê de gund hatin şewitandin, însan hatin îşkencekirin. Ev berxwedana dayikên windayan bi rûmet e.”

‘Heta yek kes jî ji me bimîne em ê li vir bin’

Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban jî axivî û da zanîn ku ev çalakî bi ked û têkoşîna dayikan dest pê kir û ev yek anîn ziman: “Di 27ê Gulana 1995an de ev çalakî dest pê kir. Heta ku dayikek bibêje zarok, xizmên me windayî ne, wê ev çalakî berdewam bike. Îro he jî tecrîd didome. Di fermana, şewitandina gundan de kiryar nehatin darizandin. Em jî dibêjin ji bo pêvajo li pêş bikeve divê demildest kiryar bên darizandin.”

Rêveberê ÎHDa Amedê Alî Îhsan Demîrtaş serpêhatiya windakirina helbestvanê Ermen Tanîel Varujan xwend.

Serpêhatiya windakirina Tanîel Varujan wiha ye:

“Di 24ê Nîsana 1915an de bi gotina wezîrê kare hûndir ya hikûmeta Îttîhat û Terakî Talat Paşa ve li ser Ermeniyan êriş pêk hatin. Rewşenbîrê Ermeniyan hatin binçavkirin. Yek ji van rewşenbîran jî helbestvan Tanîel Varujan bû. Tanîel Varujan di sala 20ê Nîsana 1884an de hatiye dinê. Tanîel Varujan ê 31 salî bavê 3 zarokan bû di 24ê Nisanêa 1915an de hat binçavkirin. Dema ku hat binçavkirin, polîsan ji Tanîel û hevalên wî re got, ‘hûnê di nava saetekî de werin berdan’. Tanîel Varujan 25ê Nîsanê sewqî Çankiriyê hat kirin, ji vir jî di 26ê Nîsanê de bi tevî 4 hevalên wî ve dibin girtîgehê. Tanîel Varujan û 4 hevalên wî dema ku ber bi girtîgehê ve derdixin rê ji hevalên xwe yê Çankiriyê re dibêjin, ‘me dibin mirinê, li zarokên me binêrin’. Komeke çete êrişî trênê dike. Lê leşker êrişê asteng nakin. Tanîel Varujan û 4 hevalên xwe bi hovane tên kukştin.”

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîn Tanîel Varujan û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.

Etîket: ÎHDXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

15 TEBAX 2026
‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

8 TEBAX 2026
Rûniştina Fyê: Nexweşê penceşêrê Hamdullah Aydemîr berdin

Rûniştina Fyê: Nexweşê penceşêrê Hamdullah Aydemîr berdin

8 TEBAX 2026
Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

1 TEBAX 2026
Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

29 TÎRMEH 2026
Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

27 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne