• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

NÇMê encamnameya xebata xwe parve kir

Navenda Nûçeyan /AW

26 NÎSAN 2025 - 11:06
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A

Pêkhateyên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) encamnameya xebata 2 salan a Çand û Hunerê bi raya giştî re parve kir.

Pêkhateyên NÇMê xebatên xwe yên çand û hunerê yên 2 salan bi civînekê nirxand. Pêkhateyên NÇMê, civîna nirxandina xebatê bi şîara “Em ê Çanda Civaka Demokratîk ava bikin, bi Rêbertiya Azad re bigihişin hev” bi tevlîbûna 101 delegeyan pêk anî.

Encamnameya civînê wiha ye:

Me civîna xwe atfî şehîdê berxwedana Bendava Tişrînê Şehîd Bavê Teyar (Cuma Xelîl) kir. Xeta me ya hunera azad li ser mîrateya cangoriyên me bi teşe bûye. Şehadeta Bavê Teyar car din nîşan da ku hunermendên xeta hunera azad ne tenê êşa gelê xwe vedibêje, roj tê di çeperên berxwedanê de can jî feda dike. Bi vê mebestê em car din hemû cangoriyên xeta hunera azad û Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Civîna me di zemîneke ku feraseta hunereke azad, civakeke demokratîk, polîtîk û exlaqî bê avakirin de, bi coş û moraleke mezin, bi nîqaşên berfireh hat lidarxistin.

Çand lêgerîna heqîqetê ye;

Çand tevahiya hebûna gelekî ya dîrokî, civakî, nasnameyî û zimanî pênase dike. Çand li hemberî serdestiya netew-dewletiyê bi zimanê gel, hunera gel ya resen, şêweyê jiyana gel, baweriyên gel xwebirêxistinkirin û hebûna xwe parastin e. Ruxmê hemû lîstikên pergala kapîtalîst û qedexeyên hişmendiya netew-dewletî yên li ser çand û hunerê jî em ê wek qad perspektîfa hunerî ya pêvajoya ku rêbertiya me dayî destpêkirin bikin çavkanîya hemû xebatên xwe.

Tecrîda ku 26 sal in li ser rêbertiya me tê meşandin, di esasê xwe de civak û hunera azad tecrît kiriye.

Li gor vê yekê;

*Azadiya fîzîkî ya rêbertiya me, esasa yekemîn a hemû tevger û xebatên me ye.
*Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkayên bişaftin û qirkirina çandî em ê xebatên hunerî yên zarokan li hemû gund û bajarên Kurdistanê belav bikin.
*Ji bo ku di hunerê de asteke entellektuelî û pisporiyek hunerî derkeve holê, em ê di hemû qadên xwe de di asta akademîkbûyînê de xwe birêxistin bikin.
*Em ê di hemû hilberînên xwe yên hunerî de perspektîfa azadiya jinê esas bigirin.
*Em ê rê nedin ku di tu dîsîplînên hunerê de naverokên arabesk ku hemû hestên civakê ber bi rizandinê ve dibe di qada me de cihê xwe bibîne.
*Em ê di hemû xebatên xwe de polîtîkayên şerê taybet ku bi riya fîlm, rêzefîlm, medyaya sanal û gelek amûrên din tên meşandin teşhîr bikin.
*Em ê giraniyê bidin birêxistinkirina dîsîplînên hunerî yên ku heta niha di qadê de berbiçav nebûn e. (Wek Govend û Wêne)
*Em ê di hemû xebatên xwe de bi terzekî kolektîf berê xwe bidin riya çand û hunera şoreşgerî û bi vê ferasetê em ê civaka azad û demokratîk ava bikin.

Wek encam;

Di civîna me de ferasetên zayendperest, populîst hatin teşhîr kirin.

Nêrîna giştî ya civîna me ew e ku, di tu xebatên qada çandê de, di tu hilberînek hunerî de naverokên nijatperest, olperest zatendperest rê nebînin. Li hemberî van ferasetan em ê feraseta Netewa demokratîk a pir çandî, pir zimanî û pir rengî esas bigrin. Bi vê perspektîfê em ê sîwana xwe ya çandê berfirektir û xwirttir bikin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

7 COTMEH 2026
Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

7 COTMEH 2026
Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026
Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

7 COTMEH 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne