• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

8emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bi dawî bû

Amed / AW

8 KANÛN 2024 - 22:38
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
8emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja nehemîn de bi dawî bû. Tevî hemû zexta polîsan û desteserkirina pirtûkan jî bi deh hezaran kes beşdarî pêşengehê bûn.

Bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê, 8emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê hat lidarxistin. Pêşengeh li Navenda Pêşengehê ya Navneteweyî ya Mezopotamya ya Amedê pêk hat. Pêşengehê roja 30yê Mijdarê dest pê kir û îro 8ê Kanûnê bi dawî bû.

31 weşanxaneyên Kurd jî di nav de bi giştî 216 weşanxane beşdarî pêşengehê bûn. Di van 9 rojên pêşengehê de bi sedan nivîskar hatin standên weşanxaneyan û pirtûkên xwe ji bo xwîneran îmze kirin. Li salonên Dîcle û Firatê yên pêşengehê gelek panel, gotûbêj û şahî jî hatin lidarxistin.

Bi sed hezaran kes hatin pêşengehê

Li gorî X-raya di van neh rojan de 215 hezar û 4 kes hatine pêşengehê û derketine. Her çiqas li pêşengehê dîmenên desteserkirina pirtûkan derketin holê jî lê belê xelkê ango xwîneran guh neda vê yekê û hatin pêşengehê. Her wiha ji gelek bajarên herêmê xwîner hatin pêşengehê.

Beşdarî baş bû lê giraniyê pişta xelkê şikandiye

Her çiqas beşdariya xwîneran bo pêşengehê baş bû jî lê li gorî weşanxaneyan û nivîskaran li gorî pêşengehên salên berê beşdarî qels bûye. Lê tevî ku polîsan sê çar rojan bi ser standa Weşanxaneya Aramê û standa Pirtûka Kurdî de girtin û pirtûkan desteserkirin jî lê dîsa xwîner hatin pêşengehê û xwedî li weşanxaneyan derketin. Her wiha weşangeran û nivîskaran diyar kir ku îsal ji ber krîza aborî ku giraniyê bi xwe re aniye kes wek salên berê nikaribûn pirtûkan bistînin.

Qelebalixiya roja dawî

Rojên dawiya hefteyê pirr qelebalixî hebû û bi deh hezaran kes hatin pêşengehê û li ser standan geriyan. Ji zarokan bigire heta kal û pîran welatî hatin pêşengehê. Ji ber ku îro roja dawî bû, pirr qelebalixî hebû û cih li ber standan nemabû.

50 saliya nivîskariya Berken Bereh

Îsal nivîskarê rûmetê yê pêşengehê nebû. 50 saliya nivîskariya helbestvanê Kurd Berken Bereh hat pîrozkirin û di şahiya pîrozbahiya nivîskariya Bereh de dîmenên xweşik derketin holê.

Ma Musicê ji bo lansmana pirtûka “Repertuara Stranbêjiyê” bi beşdariya şagirtên xwe û malbatên wan li pêşengehê şahiyek li dar xist û şanaziyek derket holê. Her wiha hema bêje her roj xebatkarên Ma Musicê li nav pêşengehê geriyan û hem li erbanê dan hem jî ji bo beşdar û weşangeran strîn.

Etîket: 8emîn Pêşengeha Pirtûkan a AmedêAmedBerken BerehDTSOMa MusicPirtûka KurdîRepertuara StranbêjiyêWeşanxaneya Aramê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

2 COTMEH 2026
‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

1 COTMEH 2026
‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

30 ÎLON 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne