• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DBPa Amedê dê 6emîn Kongreya Xwe ya Awarte li dar bixe

Fexredîn Kiliç / AW

25 NÎSAN 2025 - 10:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rêxistina DBPa Amedê dê di 27ê Nîsanê de 6emîn Kongreya Xwe ya Awarte li dar bixe. Hevserokên DBPê yên Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz û Sûltan Yarayê gel vexwendin kongreya xwe û diyar kirin ku kongreya wan dê bibe wesîleya rêxistinkirina aştî û civakeke demokratîk.

 

 

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dê bi dirûşmeya “Bi Civaka Rêxistinkirî re Em Ber bi Azadiyê ve Dimeşin” dê 27ê Nîsanê roja yekşemê saet di 11.00an de li Eywana Dawetê ya Ayaz Elegansê 6emîn Kongreya Xwe ya Awarte li dar bixe. Rêxistina DBPê ku xwe amade dike bi coşeke mezin kongreya xwe li dar bixe bi gotina “Beşdarbûna We dê Hêza Me Geş Bike” hemû gel, sazî û dezgeh vexwendin kongreya xwe. Hevserokên DBPê yên Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz û Sûltan Yarayê jî diyar kirin ku dê bi rêxistinkirineke xurt kongreya xwe li dar bixin û kongreya wan dê bibe wesîleya rêxistinkirina aştî û civakeke demokratîk.

‘Em ber bi azadiyê ve dimeşin’

Hevserokê DBPê yê Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz diyar kir ku dê kongreya xwe bi coşeke xurt li dar bixin û wiha got: “Em ê li Amedê bi rêxistinkirineke xurt kongreya xwe li dar bixin. Em ber bi azadiyê ve dimeşin. Ji ber vê yekê ev kongreya me ya Amedê gelekî girîng e. Ji bo tecrîd were rakirin û civakeke demokratîk were avakirin meşa me berdewame. Em bang li gelê Amedê dikin ku tev li kongreya me ya Amedê bibin û piştgiriyê bidin.”

‘Em dixwazin li gorî ruhê pêvajoyê kongreyê li dar bixin’

Hevseroka DBPê ya Amedê Sûltan Yarayê jî bang li gelê Amedê û bajarên derdorê kir ku hêzê bidin kongreya wan. Sûltan Yaray bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Em dixwazin li gorî ruhê vê pêvajoyê kongreya xwe li dar bixin. Civaka rêxistibûyî civaka azad e. Werin em di vê kongreyê de ji bo rêxistinkirina xwe ji bo azadiya gelê kurd û gelên Kurdistanê peyamên xurt bidin. Hêvî û daxwaza me ew e ku wê ev kongre piştgiriyê bide vê pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dest pê kir. Piştî vê bangawaziyê gelê kurd bi pratîka xwe pêvajoyeke nû da destpêkirin lê niha ji aliyê dewletê ve gavên erênî nehatine avêtin. Ji ber vê yekê em dibêjin werin em di vê kongreyê de dengê xwe bilind bikin û da ku dewleta Tirkiyeyê bersivê bide vê pêvajoyê.”

Sûltan Yaray, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hêj berdewam dike û wiha berdewam kir: “Daxwaz û hêviya gel ew e ku ev tecrîd rabe û birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe û ew bi xwe vê pêvajoyê li ser maseya muzakereyê bimeşîne. Bila gelê me were piştgiriyê bide ku em bi hev re kongreya xwe li dar bixin.”

Etîket: 27ê Nîsanê6emîn Kongreya AwarteDBPa AmedêMehmet Şîrîn GurbuzSultan Yaray
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çalakîyanê ma asteng kenê: Ka way û birayî?

Banga ji bo meşa li Amedê: Werin em Kurdistanek azad ava bikin

14 SIBAT 2026
Mamoste û Nivîskarên Kurd: Em polîtîkayên înkara ziman qebûl nakin

Mamoste û Nivîskarên Kurd: Em polîtîkayên înkara ziman qebûl nakin

3 COTMEH 2025
Amed ji Newroza  mezin re amade ye

Amed ji Newroza  mezin re amade ye

18 ADAR 2025
Platforma Ked û Demokrasiyê: Komkujiyê nas bikin 

Platforma Ked û Demokrasiyê: Komkujiyê nas bikin 

16 ADAR 2025
‘Em bi hesreta aştî û azadiyê beşdarî mitîngê bibin’

‘Em bi hesreta aştî û azadiyê beşdarî mitîngê bibin’

6 SIBAT 2025
Nobeta li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê di roja 6’an de ye

Nobeta li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê di roja 6’an de ye

18 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne