• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kongra Star: Em hemû jin bibin yek

Navenda Nûçeyan / AW

8 KANÛN 2024 - 20:33
Kategorî: JIN
A A
Meclisa Kongra Star a Rojava têkildarî rewşa dawî ya Sûriyeyê bang li hemû jinên Sûriyeyê kir ku ew bi hev re Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî ava bikin û tev bibin yek.

Meclisa Kongra Star a Rojava, li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê daxuyanî da û bang li hemû jinan kir ku tev bibin yek. Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

“Weke ku tê zanîn ji aliyê muxalifê ve gelek bajarên Sûriyeyê hatin kontrolkirin û rejîma Baasê hate rûxandin. Artêşa Sûriyeyê tu berxwedanek ji bo parastina welatê xwe nîşan neda. Li hemberî vê yekê li qadên rizgarkirî û qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû gelên herêmê û bajarên xwe parastin û nehîştin gel di qirkirinê re derbas bibe.

Di vê dawiyê de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî gelê Efrînê yê ji bo vegerê li Şehbayê mabûn, kir. Di encamê de gelek komkujî li dijî gel pêk anîn. Ji bo koçberên Efrînê xwe biparêzin berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser. Lê di derketina Efrîniyan a bi darê zorê de gelek zehmetî û astengî çêbûn.

Ji destpêka Şoreşa Rojava heya niha di hemû kar û xebatên avakirina sîstema jiyana demokratîk de armanca me parastina axa xwe, welatê xwe û gelên heremê bû. Ji bo avakirina avakirina Sûriyeyeke demokratîk gelek hewldan û xebatên diplomasiyê jî çêbûn. Di encama avakirina Şoreşa Rojava de ji bo ewlekarî û parastina axa xwe û gelên heremê hêzên QSD, YPG û YPJê ava bûn. Bi wê yekê re destkeftî û nirxên şoreşê hatin parastin. Bi rêxistina gelên şoreşgerî ve hewldanên avakirina civakeke polîtîk û exlaqî hatin meşandin.

Di xebatên avakirina sîstema xweseriya demokratîk û netewa demokratîk de gelek jin û keçên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe di nava Şoreşa Rojava û xebatên avakirinê de girtin. Di heman demê de di nava şoreşê de hêza YPJê ava bû û li hemberî zilm û zordariya çeteyên DAIŞê şer kirin, bi têkoşîn û berxwedanê ve gelên herêmê parastin. Di asta fedayîtî de şer kirin û li ber xwe dan û bi serketin. Di encamê de çeteyên DAIŞê jî hatin têkbirin. Îro têkoşîn û berxwedana hêza YPJê û hêza pêşengtiya jinên şoreşger, sîyasetmedar, xebatkar û endamên ku di avakirina sîstema jiyana demokratîk û azad de ked dane û li ber xwe dane ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak, sembol û hêviyên azadiyê. Rola jinan di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de di asta pêşengtiyê de bû û tevlîbûna xwe di her qadên jiyanê de dan xuyakirin. Bi hebûna îradeya jinên azad û demokratîk rola pêşengtiya şoreşa jiyana azad ji aliyê jinan ve hate nîşandan, hem di parastin, şerkirin û hem jî avakirina sîstema jiyana demokratîk û azad de.

Weke ku tê zanîn îro di encama hilweşîna rejîma Sûriywyê de wê gelek xêrnexweaz, çeteyên paramîlîter û desthilatdar wê jiyana gelên herêmê bixin xeteriyê û taybet jiyana jin û zarokan. Ji bo em xwe ji alozî, belavbûn û dagirkeran biparêzin û rizgar bikin pêşengtiya jinan pêwîst dike. Destûra nû ya ku ji bo Sûriyeyê bê avakirin divê jin jî tê de cih bigirin û rola xwe ya pêşengtiyê ji vê yekê re bikin. Di avakirina Sûriyeyeke pêşerojê de divê jin tê de pêşeng bin û bibin aktorên sereke. Ji bo vê jî em wek Meclisa Kongra Star a Rojava bang li hemû jinên Suriyê dikin ku werin em bi hev re Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî ava bikin. Em jinên Sûriyeyê vedixwînin têkoşîn û berxwedanê û banga pêkanîna rola pêşengtiyê dikin.

Li ser van esasan em bi armanca ewlekarî, parastin û çareserkirina pirsgirêkên civakê erkên ku bikeve ser milên tevgera Kongra Star çi be em ê pêk bînin û berxwedanê dewam bikin. Em bang li hemû rêxistin, sazî û jinên Sûriyeyê dikin ku em bibin yek û em nehêlin di nava civakê de tu kes tevlîheviyan derxin û zirarê bidin civakê. Em ê pêşiya vê kaos, krîz û tevliheviyê bi hêz, têkoşîn û berxwedana vîna jinan ve têk bibin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne