• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Nîşana gavê berdana girtiyên siyasî ye

Mehmet Alî Ertaş

23 NÎSAN 2025 - 08:33
Kategorî: ANALÎZ-DOSYE
A A
Welatê ku siyaseta demokratîk lê hebe, divê mirov ji ber fikr û nirxandinên xwe neyên girtin.  Eger li welatekî girtiyên siyasî hebin, ev nîşan dide ku li wî welatî demokrasî tune. Yek ji eyneya demokrasiyê rewşa girtîgehan e. Nîşana gavavêtinê jî berdana girtiyên siyasî ye.  
Dema em li Tirkiyeyê dinêrin bi deh hezaran girtiyên siyasî hene. Nêzî 2 hezar girtiyên nexweş hene. Di vê pêvajoya ku aştî û çareseriya demokratîk tê niqaşkirin de, divê rewşa girtiyên nexweş û girtiyên siyasî rojeva sereke be.

Dewleta Tirk, bi girtîgeh û girtiyên nexweş di rojevê de ye. Her roj li ser girtiyên nexweş ajans nûçeyan derbas dikin. Li gorî daneyan zêdetirî Hezar û 500 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş li gel raporan û banga saziyên mafên mirovan jî nayên berdan. Herî dawî rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 73 salî, Devrîm Ayik, Ciwan Boltan, Resûl Kocaturk, Mehmet Salîh Fîlîz û Emre Erdem ketin rojevê.

Komîsyonên Girtîgehan yên Şaxên ÎHDê yên Stenbol, Îzmir û Enqereyê her hefte bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyan didin. Her hefteyê balê dikişînin ser rewşa çend girtiyên nexweş. Di raporan de jî tê dîtin ku rewşa girtiyan gelek nexweş e. Li gel nexweşiya girtiyan û temenê girtiyan ên mezin jî girtî nayên berdan.

Saziyên malbatên girtiyan û malbatên girtiyan destnîşan dikin ku ji bo ev pêvajoya aştiyê pêş bikeve, divê berî her tiştî girtiyên nexweş bên berdan. Niha bi deh hezaran girtiyên siyasî ku ji ber fikrên xwe hatine girtin hene. Li tu welatên Ewropayê mirov ji ber fikrên xwe nayên girtin. Lê li Tirkiyeyê bi deh hezaran mirov ji ber tev li siyasetê bûne û fikrên xwe parve kirine girtî ne. Bi sedan girtiyên ku 30 sal in girtî ne nayên berdan. Bi sedan girtiyên ku cezayên wan qediya ne jî nayên berdan. Ruxmê ku cezayê wan qediya ne jî, li gorî keyfiyeta Rêveberiya Girtîgehê cezayê dîsîplînê li wan tên birîn û her carê 3 meh yan jî 6 meh cezayê wan tê zêdekirin. Sedema vê yekê jî ji ber ku poşman nebûne ye.

Dadgeheke fîîlî li girtîgehan hatiye avakirin û dadgehên esasî êdî tu rol û ristên wan nemane. Ruxmê biryara dadgehên fermî jî girtî nayên berdan. Li ser daxwaza rêveberiya girtîgehê bi sedan girtî dîl tên girtin.

Ji 1ê cotmeha 2024an heta niha pêvajoya aştî û çareseriyê tê niqaşkirin. Pêvajoya aştiya navxweyî tê niqaşkirin. Di serî de parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnas destnîşan dikin ku ji bo aştî pêş bikeve divê berî her tiştî hikûmet û dewlet gava yekemîn girtiyên siyasî tevan serbesd berdin. Divê tecrîd bi dawî bibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê sûdê bigire. Lê tevî hemû daxwazên saziyên civakî û demokratîk û parêzvanên mafên miroavan jî bi taybet girtiyên nexweş û bi giştî girtiyên siyasî nayên berdan.

Ji bo gel bawriya xwe bi hikûmetê bîne divê hikûmet hin gavên şênber ku mafê gelê kurd diparêze bavêje. Yek ji van gavan berdana girtiyên nexweş û girtiyên siyasî ye. Bi taybetî gel û nûnerên saziyên civakî destnîşan dikin ku nîşana gava yekemîn azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan e. Gava duyemîn jî divê mafê perwerdehiya zimanê kurdî, mafê parastina çandê û mafê hemû nasnameyên kêmaran ku li Tirkiyeyê dijîn bi zagonan bê parastin û mîsogerkirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026
Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

7 COTMEH 2026
Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

7 COTMEH 2026
Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

7 COTMEH 2026
Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne