• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Wanî: Ev çete jî dê bi berxwedana gel têk biçin

Firat Tûnç / AW

8 KANÛN 2024 - 10:29
Kategorî: ROJANE
A A
Wan– Şêniyên Wanê bertek nîşanê êrişên komên çeteyan ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dan û gotin: “Çawa ku gele Kurd êrişên DAIŞê bi berxwedan û serhildana xwe têk bir, dê van çeteyan jî têk bibin.”

Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) û Hêzên Sûriya Azad (OSO) di 27ê mijdarê de êrişî bajarê Helebê kir. Piştî hêzên hikûmeta Şamê, Îran û Rûsyayê vêkişiyan Heleb ji aliyê van komên çeteyan ve hat dagirkirin. Piştî ku Heleb dagir bû êrişên komên çekdar belavî qadeke berfireh bûn. Komên çeteyan ên giredayî Tirkiyeyê jî êriş birin ser herêmên Şehba û Til Rifatê. Piştî êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li Şehbayê bi sedhezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Êrişên komên çekdar 11 roj li pişt xwe hiştin û di encama êrişan de Hims Hema û Şam jî ket destê HTŞê.

Welatiyên Wanî têkildarî êrişên li ser gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û heremê ji Ajansa Welat re axivîn.

Welatî Medenî Karabacak, da zanîn ku armanca êrişên komên çeteyan tunekirina Kurdan e û wiha got: “Tirkiye piştgiriya van çeteyan dike. Rojava axa kurdane. Dema ku mijar dibe Kurd hemû kes dibin yek û dixwazin Kurdan xelas bikin. Kesên ku li hember vê zilm û zordariyê bê deng bimîne ew jî dibe şîrikê vî karî. Dive em hemû kes li hember wan êrişan dengê xwe bilind bikin û bertek nîşan bidin.”

‘Êriş bi destên Tirkiyeyê pêk tên’

Seyîtxan Yilmaz jî anî ziman ku hêzên Kurdan tu carî nahêlin komên çekdar armanca xwe pêk bînin û ev tişt got: “Ev êriş bi destên Tirkiyeyê pêk tên. Rojava axa kurdan e û em nahêlin tu çarî axa me dagir bikin. Divê em hemû ciwan hêz bidin Rojava.”

‘Armanca êrişan têkbirina Şoreşê ye’

Welatî Esed Îpek jî dest nîşan kir ku li hemberî van êrişan divê yekitî çêbibe û wiha got: “Em baş dizanin ku armanca van êrişan têk çûyîna Şoreşa Rojava ye û dagir kirina axa Kurdan e. Ev hişmendiya ku îro li bakûrê Kurdistanê êrişî vîna gelê Kurd dike, niha jî hewl dide êrişî rojavayê Kurdistanê bike. Divê li hember wan êrişan gelê Kurd demildest yekitiya xwe çêbike. Çawa ku gele Kurd êrişên DAIŞê bi berxwedan û serhildana xwe têk bir, dê van çeteyan jî têk bibe.”

‘Divê li dijî van êrişan em yekitiya xwe çêbikin’

Welatî Şexmûs Aslan jî bal kişand ser aştiyê û wiha got: “Şer, nexweşî ye û em şer naxwazin. Em dixwazin aştî çêbibe. Armanca wan eve ku hemû gelên misliman bindest bikin. Divê tu kes vê zilm û zordariyê qebûl neke û divê li hemberê van êrişan em yekitiya xwe çêbikin.”

‘Divê gelê Kurd van êrişan qebûl neke’

Necîp Erçîn jî diyar ku destên hemû dewletan di van êrişan de hene û bi domdarî wiha axivî: “Heqê tu dewletan nîne ku biçe li axa gelê Kurd û gelên din de kuştinê bike. Divê di serî de gelê Kurd van êrişan qebûl neke û bertek nîşan bide.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

7 COTMEH 2026
Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

7 COTMEH 2026
Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026
Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

7 COTMEH 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne