• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Êdî penêr ji bo taştê luks e

Omer Demîr /AW

17 NÎSAN 2025 - 08:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Esnafên Sûka Penêrfiroşan a Amedê ji kirîn û firotina penêr bi gazinc in. Penêrfiroş Şehmuz Îla 65 sal in penêr dikire û difiroşe. Ji ber di 2-3 salên dawî de kirîn û firotina penêr kêm bûye êdî nikarin debara xwe bikin. Şehmûz Îla destnîşan kir ku êdî penêr ji bo taştê luks e.

Kurdistanî di demsala bihar û havînê de amadekariya zexîre û qûtê zivistanî dike. Hem berhemên axê û hem jî berhemên sewalkariyê kom dike û ji bo zivistanê amade dike. Yek ji qût û zexîreyên ku ji demsala bihar û havînê ve tê amadekirin berhemê şîr penêr e. Lê ji ber zozan têne qedexe kirin û qada çerandina sewalan kêm dibe, êdî şîr û berhemên şîr jî kêm dibin. Yek ji berhemên şîr penêr e. Di salên dawî de hilberîna penêr kêm bûye û ev bandora xwe li ser buhayê penêr dike. Li aliyekî ji ber ku penêr kêm dibe û li aliyê din ji ber qeyrana aborî bandora xwe li ser kirîn û firotina penêr dike. Ji ber buhayê penêr zêde bûye welatî êdî nikarin penêr bikirin û esnaf jî nikarin penêr bifiroşin. Welatî nikarin bi dilê xwe penêr bikirin. Di Sûka Penêrfiroşan a Amedê de buhayê kîloya penêr sala par bi 150 tl bû. Lê îsal kîlo herî kêm bi 230 tl ye. Sal bi sal buhayê penêr zêde dibe. Hem dikandar hem jî welatiyên Sûka Penîrfiroşên Amedê ji bihabûna penêr gilî dikin. Dikandarê navê Şehmuz Îla tekîldarî rewşa aborî û dîroka destpekirina karê xwe ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Êdî welatî nikarin penêr bikirin’

Esnaf Şehmuz Îla ku karê esnafiyê ji bavê xwe dewir girtiye, hewl dide vî karî dewrî zarokên xwe bike. Şehmûz Îla, ku 65 sal in karê kirîn û firotina penêr dike li ser rewşa penêr van gahiyan bi mere parve dike: “Ez 65 sal in vî karî dikim. Li Sûka Penêrfiroşan ewil min dikan vekir. Min di 7 saliya xwe de li cem bavê xwe dest bi kar kir. Em penêrê gundên Derîk û Qerejdaxê dikirin û difirot welatiyên bajêr. Em bi vî karî debara xwe û malbata xwe dikin. Niha ez û kurê xwe li vê dikanê dixebitin. Ez li gel vî temenê xwe dîsa kar dikim. Berê karê me baş bû. Lê êdî gel nikarê penêr bikire. Di taştê de êdî penêr tune û penêr ji bo taştê bûye luks.”

‘Kes nabêje ka gel çî dixwe?’

Esnaf Şehmuz Îla bibîrxist ku berê gel bi dehan kîlo penêr dikirî, lê êdî nikarin penêr bikirin û got: “Çend sal berê bi 5 tl kîloyek penêr dikirin. Lê niha bi 200 tl nikarin kêloyek penêr bikirin. Qîmetea pere nema. Ji bo welatî karibin penêr bikirin em erzan difiroşin. Em tenê ji bo debarê bikin kar dikin. Niha kîloya penêr bi 230 tl ye. Ji bo em xezenc bikin divê em 330 tl bifiroşin. Qeyrana aboriyê bandora xwe li tevahiya welatiyan û bazarê dike. Tu kes li gel nafikire. Kes nabêje welatî çî dixwin? Desthilatdar bixwaze dikere aboriyê baş bike. Lê nake.”

‘Çûyin zedeyê lê qezenc tune ye’

Esnaf Şehmuz Îla da zanîn ku li gorî bajare Tirkiyeyê penîrê erzan didin axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li bajarên Tirkiyeyê kesek nikarê penêr bikire. Welatî têne ji vir penêr dikirin. Êdî ev jî wekî berê nikarin werin penêr bikirin. Karên me gelek kêm e. Em wekî berê nikarin qezenc bikin û nikarin debara xwe bikin. Em jî dixwazin gel penêrê erzan û baş bixwe. Lê dîsa jî gel nikarê wekî salen berê penêr bikire. Ji ber ku pere tune ye ji sifreya xwe kêm dike.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne