• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Aktorê çareseriyê hê jî tecrîdkirî ye

Enqere / AW

14 NÎSAN 2025 - 14:17
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got: “Aktorê herî girîng ê ku karibe gavên ji bo aştî û çareseriyê biavêje birêz Ocalan e. Aktorê herî girîng hîn jî tecrîdkirî ye.”

Serokwekîla Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.

Gulistan Kiliç Koçyîgît destpêkê qurbaniyên Komkujiya Enfalê bi bîr anî û diyar kir ku ji bo komkujî bi fermî bê naskirin weke DEM Partî wê hefteyê pêşnûme qanûnekê pêşkêşî Meclisê bikin.

Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku 14ê Nîsanê her wiha salvegera “Operasyonên KCK’ê” ye û got: “Wê rojê destên tarî kete dewrê û bi operasyonên KCKê hewl dan hewldanên çareseriyê sabote bikin. Mixabin ev sabotaj bi ser ket.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku ew ji bo Tirkiyeyeke wisa têdikoşin ku her kes karibin sûdê ji maf û edaletê werbigirin û wiha got: “Em vê têkoşînê bi biryardarî dewam dikin. Yek ji sernavên bingehîn ên vê têkşoînê jî danûstandin e.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku hefteya derbasbûyî hevdîtin di navbera Serokkomar Erdogan û Heyeta Îmraliyê y DEM Partiyê de pêk hat û wiha axivî: “Ev hevdîtin ji bo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ derbasî qonaxeke nû bibe xaleke girîng bû. Ji ber vê yekê em kêfxweş in. Di vê hevdîtinê de aliyên ku li pêşiya pêvajoyê heta niha dibin asteng hatin nirxandin. Di vê hevdîtinê de careke din hate piştrastkirin ku ji bo rêveçûna armancên birêz Ocalan destnîşan kirine, pêwîstî bi sererastkirina şert û mercên birêz Ocalan û jiholêrakirina tecrîda Îmraliyê heye.

Her ku tê gotin, divê tecrîd bê rakirin, hin derdor bi israr hewl didin vê fêhm nekin. Nêzîkatiyên welê tê nîşandan ku meseleyê berevajî dikin. Gelo aktorê herî girîng ê ku gavên ji bo aştî û çareseriyê biavêje ku xewn û xeyala me hemûyan e, ne Birêz Ocalan e? Belê, ew bi xwe ye. Di hevdîtina bi wî re, wî bi xwe ev îrade bi şênberî nîşan neda? Belê, nîşan da. Wê demê madem tê xwestin ku çek bêne bêdengkirin, çek ji dewreyê bêne derxistin û tundî bi dawî bibe, wê demê aktorê herî girîng ê ku dikare vê bike çima hîn jî tecrîdkirî ye?

Çima astengî li pêşiya vê tê danîn? Gelo kî çareserî û aştiyê naxwaze? Em dixwazin vê yekê li pêşberî raya giştî careke din bipirsin. Eger me biryar dabin ku bi hev re vî barê dîrokî hilgirin, madem em bi hev re bi rê ketin, madem em li qonaxeke dîrokî ne, wê demê çima hîn qala îçtîhatê, ûsûlê tê kirin? Bi rastî jî zehmet e mirov vê fêhm bike.

Di bin sîwanê meclîsê de me bi dehan caran ev mijar nîqaş kir, em li ser axivîn. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd meclîs wê çi bike? Ji Cotmehê û vir ve gelek nîqaş hatin kirin. Qonax hatin derbaskirin, hevdîtin hatin kirin, bang hate kirin. Me nedît ku meclîsê gavek avêt, li meclîsê çima liv û tevger nîne. Çima bi înîsiyatîfê ranabe. Em zehmetiyê dikişînin ku vê fêhm bikin.”

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkDEM Partîpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne