• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Yekitiya Jinên Kurd hat damezrandin

Navenda Nûçeyan / AW

14 NÎSAN 2025 - 11:36
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna nûnerên 24 rêxistin û saziyên jinan Platforma Yekitiya Jinên Kurd hat damezrandin.

Di 7ê Nîsana 2025an de nûnerên 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê di bin banê “Civîna Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd” de hatin cem hev û ji bo têkoşîna hevpar û azadiyê Platforma Yekitiya Jinên Kurd ava kirin.

Encamnameya civînê bi vî rengî ye:

“Em di pêvajoyek ku pergala cîhanê tê dizayn kirin de dijîn. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, dîzaynkirina sîstema cîhanê bi avabûna dewletên netewe li Rojhilata Navîn û parçebûna Kurdistanê bû. Piştî sedsalekê, em ketin pêvajoyek dîzaynkirinê ku di encamê de dewletên netewe hatin hilweşandin. Ya ku ev guhertin pêk anî, têkoşîna azadiyê bû ku gelê me yê sed salî di bin dagirkerî û qirkirinê de bû, li her çar parçeyan bi êşên mezin li ber xwe da. Bi dilsoziya gelê Kurd a ji bo azadiyê û têkoşîna xwe ya bê westan pergala qirker û dagirker îflas kiriye. Lê belê di vê pêvajoya dîrokî de hem xeterî û hem jî derfetên mezin ên azadiyê hene. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de jî wek gelek netewên din soza dewletbûnê ji gelê kurd re hat dayîn û nexşe hatin xêzkirin, lê serokên gelê Kurd tenê bi herêmên xwe ve sînordar man, bi yekîtî tevnegeriyan û encam bi peymana Lozanê bû çar parçe û welat înkar kirin. Ji ber vê sedemê ji bo ku pêvajo di berjewendiya gelê me de bi serkeftî bi dawî bibe, yekane tişta pêwîst ew e ku yekîtiya neteweyî pêk were. Ger nebe gelê me tu îradeya siyasî efû nake.

Ji bo me jinên Kurd yekîtiya netewî tê wateya azadî û rûmetê. Kurdistan di bin dagirkeriyê de tê wateya ku bedena jinê di bin dagirkeriyê de ye. Jinên Kurd ev sed sal in di bin kolonyalîzma hovane de dijîn, destavêtin, komkujî û revandin. Kolonyalîzm pirsgirêka jinê ye û ji bo azadiya jinê şertê yekemîn rizgarbûna ji dagirkeriyê ye. Parçebûna neteweyî bingehê domandina dagirkeriyê dide. Yekane rêya ji holê rakirina sedemên şîdet û koletiya li ser jinan li Kurdistanê yekîtî û çalakiya hevpar a di nava yekîtiya neteweyî de ye. Di vê wateyê de yekîtiya neteweyî ji bo me jinên Kurd têkoşîna azadiyê ye.

Li ser vê bingehê em weke nûnerên 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, di bin navê ‘Civîna Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd’ de ji bo pêşxistin û avakirina yekîtiya neteweyî de di 7ê Nîsana 2025an hatin cem hev. Bi kurtasî mijar û biryarên me yên nîqaşê yên bingehîn: Yekitiya neteweyî teng nebînin yekitiya partiyên siyasî û li ser esasê rêxistinbûna demokratîk û yekîtiya siyasî ya demokratîk pêş bixin. Di hemû aliyên civakî, aborî, siyasî, çandî, perwerdeyî, hiqûqî, şaredarî, parlementerî û sendîkayên çandî de yekîtiya neteweyî pêş bixin. Her sal li parçeyekî Kurdistanê Festîvala Jinên Kurd bê lidarxistin. Ji bo zarokên mexdûrên şer û xizaniyê yên li çar parçeyên Kurdistanê toreke hevpar a hevpar bê avakirin. Ji bo di demeke nêz de konferansa jinên Kurd a netewî bê lidarxistin. Ji bo pêkanîna van biryaran weke ‘Platforma Yekitiya Jinên Kurd’ xwe bi rêxistin bikin.

Banga me ya weke ‘Platforma Yekitiya Jinên Kurd’ ji hemû jinên Kurd re ev e: Em bang li hemû nûnerên jinên siyasî, tevger û rêxistinên jinan ên li Kurdistan û dîasporayê dikin ku beşdarî vê platformê bibin. Werin em bi hev re yekitiya neteweyî wekî hezkirina azadiyê, hişmendiya wekheviyê û erkek mezin a welatparêziyê ava bikin. Li Kurdistanê bêyî yekîtiya neteweyî ti têkoşîn û siyaset bi ser nakeve. Dîrok li ber me hemûyan îmtîhanek daye; Divê jinên Kurd û gelê Kurd vê carê yekîtiya neteweyî pêk bînin, eger nebe her parçebûn wê bibe sedema berdewamiya dagirkeriyê û windakirina destkeftiyan. Ger em yekîtiya neteweyî pêk bînin, wê Kurdistana azad û statûya jina azad weke rojê li ser axa me derkeve. Werin em hemû bi hev re vê tavê li welat hilînin.

Banga me ji hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî re ev e: Yekitiya netewî di heman demê de pêşxistina demokrasiya Kurdan e. Parçebûn ji nepêşxistina demokrasiya gelê Kurd tê. Yekitî ew e ku mirovên cuda werin cem hev û pirsgirêkên hevpar û çareseriyên hevpar bibînin. Niha dem hatiye ku hizra hevpar a Kurdan pêk were. Bila çarenûsa gelê me û jinên Kurd êdî nebe azar û zilma ji ber parçebûnê. Em bang li her kesî dikin ku ji bo yekîtiya neteweyî bi fezîletên bilind tevbigerin, fedekariyên xwe bikin, teng nêz nebin. Weke jin û mêrên Kurd ên azad, em jî weke hemû neteweyên azad, layîqin ku bi azadî û wekhevî di nava yekîtiyê de bijîn.”

Saziyên ku di nava platformê de cih digirin

* Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK)
* Yekîtiya Jinên Kurdistan
* Rêxrawî Xuşkanî Îslamî Kurdistan
* Kongra Star
* Tevgera Jinên Azad (TJA)
* Partîya Yekitiya Demokrat (PYD)
* Komisyona Jin a KNKê
* Tevgera Goran
* Partîya Demokrasî û Wekhevîya Gelan (DEM Partî)
* Partîya Herêmên Demokratîk DBP
* Rêxirawî Jinanî Zexmetkêşanî Kurdistan
* Hizbi Şûî
* Hizbi Sosyalist
* PDS
* Lîderên Aştiyê
* Tevgera Jinên Êzdî (TAJÊ)
* Bûroya El Wahdé
* Komeley Afratanî Kurdistan
* Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpa (TJK-E)
* Rêxirewî Peywendîyên Jinên Kurd (REPAK)
* Şepêla Pêşeroja Kurdistan
* Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Suriyê
* Partîya Însan û Azadîyê (PÎA)
* Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistan (KJAR)

Etîket: JinJinên KurdPlatforma Yekitiya Jinên Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

29 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne