• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê Ocalan ji bo Xelata Nobelê namzet bê nîşandan’

12 NÎSAN 2025 - 23:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di encamnameya Konferansa Navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ya ku di navbera 11-12ê Nîsanê de li Romayê pêk hat de, ji bo pirsgirêka Kurd bi azadiya Abdullah Ocalan re bê çareserkirin gelek pêşniyar hatin kirin.x

Li paytexta Îtalya Romayê di navbera 11-12ê Nîsanê de Konferansa Navneteweyî ya ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî hate lidarxistin. Di encama nîqaşên li konferansê hatin kirin de encamname hate amadekirin, di hizûra beşdaran de hate xwendin.

Encamnameya konferansê bi vî rengî ye:

Li paytexta Îtalya Romayê Konferansa Navneteweyî ya bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi beşdariya 360 nûnerên partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên jinan û ekolojiyê, parêzer, rêxistinên hiqûqî, çalakvanên aştiyê, endamên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, akademîsyen, rojnamevan, oldar, doktor û navendên civakî yên ji welatên weke Ewropa, Efrîqa, Emerîka Latîn, Asya, Misir, Tirkiye û Kurdistanê hatin di 11 û 12ê Nîsanê de hate lidarxistin.

‘Banga Ocalan berxwedana mîsogeriya aştiyê ye’

Beşdarên konferansê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate kirin, bi kêfxweşî pêşwazî dikin û piştgiriyê didinê. Her wiha agirbesta yekalî ya 9’emîn a PKK’ê weke berdewamiya dilsoziya aliyên Kurd a ji bo aştiyê hate nirxandin.

‘Otorîteriya dewletê baweriyê nade’

Beşdarên konferansê bêbersiviya dewleta Tirk a ji bo banga Ocalan û agirbesta yekalî ya PKK’ê weke metirsiyeke cidî dibînin.

Li Tirkiyeyê pêla girtina şaredar, rojnamevan, parêzer û aştîxwaza, bi awayekî eşkere rêbaza otorîter a hikûmeta Tirkiyeyê nîşan dide. Ev yek li hember daxuyaniyên siyasî yên derbarê destpêkirina serdema aştiyê dane, bêbaweriyeke mezin çêdike.

Her wiha êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên li ser çeperên gerîlayên PKK’ê berdewam dikin û nûçeyên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî dîsa di rojevê de ne.

Di konferansê de zehmetî û encamên erênî yên di du salên dawî yên kampanyayê de derketine holê bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Kampanyaya parzemînî ya ku bi gelek çalakiyên siyasî, hiqûqî û civakî pêk hat, rê li ber zextên siyasî yên li ser Konseya Ewropa, CPT û hikûmeta Tirk vekir.

Bi rêya van çalakiyan fikrên Ocalan ên li ser konfederalîzma demokratîk, azadiya jinê, ekolojî, cihêrengî û perspektîfên nû yên jiyana hevpar a ji bo civakên her çar aliyên cîhanê bûne çavkaniya îlhamê.

 

Îro têkoşîna ji bo azadiya Ocalan tê dayin, şensê serketina banga dîrokî ya aştî û civaka demokratîk a Ocalan zêdetir kiriye. Azadiya Ocalan ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd şertek pêwîst e û ev yek wê rê li pêşiya pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê veke.

Demokratîkbûna Tirkiyeyê wê li Sûriye, Rojava, Iraq, Başûrê Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn guhertinên erênî bi xwe re bîne. Di vê dema ku siyaset ber bi rastgiriyê ve diçe û bêhiqûqî, wêrankirina ekolojîk û dijminatiya li hember jinê di asta kurevî zêde dibi de, Ocalan ji herêmên herî bi krîz ê Rojhilata Navîn hêza civakê weke firsenda aştiyê dibîne. Ji ber vê yekê banga wî ji bo me ye. Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn a ku yek ji herêmên herî krîtîk ên cîhanê ye,  şensê aştiyê ye.

Pêşniyar

Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya azadiya Abdullah Ocalan bê çareserkirin, ev pêşniyarên li jêr divê pêk bên:

  1. Ji bo ku hikûmeta Tirkiyeyê bi azadiya Abdullah Ocalan dest pê bikevû bikeve nava pêvajoyeke aştiyê ya cidî û watedar, divê zextên siyasî yên li ser hikûmetên Ewropayê derkevin lûtkeyê û bên bihêzkirin.
  2. Ji bo mîna Îtalyayê, li seranserê cîhanê hemwelatiyê rûmetê bidin Ocalan xebat meşandin.
  3. Bi pêşengiya sendîka û tevgerên civakî yên berfireh ên li paytextan, kampanya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bibe Roja Çalakiya Kurevî.
  4. Ji bo azadiya Ocalan konser û semîner bên lidarxistin.
  5. Ocalan ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê weke namzet bê nîşandan.
Etîket: Abdullah OcalanAzadiencamnameKonferans
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne