• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kurdistanî û dostên wan li dijî êrişên daketin qadan

Navenda Nûçeyan / AW

7 KANÛN 2024 - 00:47
Kategorî: CÎHAN
A A
Kurd û dostên kurdan li gelek bajarên Ewropa li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û bertekên xwe anîn ziman.

Kurdistanî û dostên Kurdan li bajarên Oberhausen, Dortmund, Innsbruck, Saarbrucken û Darmstadtê  yên Ewropayê êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan protesto kirin.

Oberhausen

Kurdistaniyên li bajarê Oberhausen ê dijîn, li ser banga DKTMê li ber Navenda Trenê hatin ba hev û êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava protesto kirin. Dostên Kurdan ên Alman jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên YPG û YPJê hildan û bêyî navber dirûşmên “Bij berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” hatin berzkirin.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di çalakiyê de Hevserokê DKTM-Duisburgê Ehmed Kobabê, li ser navê Rêxistina Ciwanên Tamîl a Oberhausen û Partiya Çep (Die Linke) axaftin kirin. Di axaftinên hatin kirin de êrişên dagirkeriyê hatin protestokirin û gotin: “Divê tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin û Rêber Apo azad bibe.”

Di çalakiyê de daneza KON-MEDê ya bi zimanê Almanî û Kurdî hat xwendin. Di daxuyaniyê de banga parastina Şoreşa Rojava hat kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ”, “Terorîst Erdoğan” û “Kurdistanan wê ji faşîzmê re bibe goristanan” bi dawî bû.

Dormund

Li navenda bajarê Dortmundê jî li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de alên YPG, YPJ û wêneyê Rêberê PKK Abdullah Ocalan hildan. Di mîtîngê de bêyî navber dirûmên “Bijî Serok Apo”, “Dewleta Tir bicehime” û “Piştevaniya navneteweyî” berzkirin.

Di mîtîngê axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava. Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.

Innsbruck

Li bajarê Innsbruck ê Awûstûryayê, êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Helebê bi çalakiyekê hat protestokirin. Gelek Kurdistanî tevlî çalakiya  ber peykerê Annasäule ya li caddeya Maria-Theresienê bûn. Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin. Axaftvanan bal kişand bi ser êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan û gotin: “Sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin.”

Di çalakiyê de danezên li ser êrişên dagirkeriyê yên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Çalakî bi dirûşmên Kurdî û Almanî bi dawî bû.

Saarbrucken

Kurdistaniyên ku li stasyona trenê ya navendî ya Saarbrucken a Almanyayê hatin ba hev, êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mîtîngê şermezar kirin û peyamên dilsoziya bi berxwedana gelê Rojava re dan. Di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa ku sibe li bajêr bê lidarxistin hat kirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana HSDê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bimre xiyanet”, “Dagirker ji Rojava bicehemin” û “Terorîst Erdogan” bi dawî bû.

Darmstadt

Li bajarê Darmstadt ê Almanyayê ji bo piştgiriya Rojava meşek hat lidarxistin. Çalakiya ku ji aliyê Meclisa Gel ve hat lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Bi dehan Kurdistanî, endamên Komeleya Piştevaniya Rojava ya Almanyayê û nûnerên partiya Dîe Lînke beşdarî meşa ku li kolana herî qelebalix a bajêr hat lidarxistin, bûn.

Hevserokê FCDK-KAWA’yê Mehmet Çopan di çalakiyê axivî û bal kişand ser lîstikên li ser Rojava. Çopan diyar kir ku ciwanên Kurd wê li dijî êrişên dijmirovahî têdikoşin û got, “Em ê her roj li qadan bin.”

Gelek saziyên li Elmanyayê jî peyamên piştgiriyê dan. Di meşê de ku pankart û alên mezin ên TEV-DEM’ê ya Rojava hatin hilgirtin û dirûşmên “Qatil Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava ne bi tenê ye” hatin berzkirin.

Meş bi banga beşdarbûna mîtînga navendî ya sibê saet di 13.00 de li Qada Alte Opera ya Frankfûrtê bê lidarxistin, bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne