• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Krîzên mezin li pêşiya Iraq û Herêma Kurdistanê hene’

Navenda Nûçeyan /AW

9 NÎSAN 2025 - 11:19
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A

Iraq û Başurê Kurdistanê di aiyê çavkaniyên enerjiyê de pir dewlemend e. Lê ji ber polîtikayên şaş qeyrana aborî zêde dibe. Pisporê aborî Mihemed Hisên bal kişand ser krîzên aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û got: “Dibe ji ber ketina nirxên neftê yên li bazara cîhanê careke din krîzên aborî û pirsgirêkên aborî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê serî hilde.”

Pisporê Aborî û endamê Desteya Rêveberiya Rora Aborînasiyê ya Iraqê Mihemed Hisên derbarê bandora biryara Donald Trump a li ser baca zêde ya gumrikan û pêşbîniyên di ware aboriyê de û bandora wê ya li ser aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê ji Ajansa ROJNEWSê re nirxandin kir.

Pisporê aborî Mihemed Hisên anî ziman ku eger nirxê nefta birît li bazara cîhanê serê her bermîlek 1 dolar bikeve, salekê bi giştî dahata neftê, 1 milyar û 180 milyon dolar kêm dike û got: “Li gorî yasaya bûdceya Iraqê nirxê neftê weke 70 dolar hatiye destnîşankirin. Li gorî vê dewleta Iraqê di salekê de 30 trilyon dinar deyn bike, wê demê dikare yasaya bûdce bicih bîne.”

‘Iraq bi krîzên mezin ên aboriyê re rû bi rû bimîne’

Mihemed Hisên destnîşan kir ku ji bo dewleta Iraq ji deyndanê rizgar bibe divê serê her bermîlekê 92 dolar neftê bifiroşe û ev agahî da: “Sala 2024an nirxê neftê ya li Iraqê 77 dolar bû. Tevî vê jî hê jî dewleta Iraqê 15 trilyon dînar deyndarê navxwe ye. Li gorî vê em dibînin dewleta Iraq deyndare û ketiye krîzên aborî. Ji bo wê îsal wê Iraq bikeve nava krîzên mezin ên aboriyê.”

‘Pirsgirêka dayîna mûçeyê herêmê wê derbikeve’

Pisporê Aborî û endamê Desteya Rêveberiya Rora Aborînasiyê ya Iraqê Mihemed Hisên bal kişand ser rewşa aboriya Herêma Kurdistanê û ev nirxandin kir: “Ji ber ku Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê û mûceyên karmendan ji Bexda digire, ew pirsgirêkên aborî yên Iraq rû bi rû dibin, wê bandora xwe li ser herêmê jî bike. Ev yek wê bi xwe re pirsgirêka dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bîne.”

‘Plana stratejîk û demdirêj ya ji bo bûyerên ne li bendê nehatine çêkirin’

Mihemed Hisên diyar kir ku yekane çavkaniya aboriyê ya Iraq û herêma Kurdistanê nefte û anî ziman ku divê plan û projeyên wan ên stratejîk û dûr û dirêj ji bo mijarên ne li bendê derkevin pêş bihata amadekirin û wiha domand: “Ji ber wê niha çareseriyeke baş ji bo krîz û qeyranên aborî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê nîne. Yekane çareserî ewe ku pişt bidin qadên cihêreng ên aboriyê yên weke çandinî, turîzim, pîşesazî, gihadin û hwd. eger li gel neftê pişt bi vê yekê bê girêdan, wê gel bikeve nava tevgerê. Ji ber ku tenê pişt bi neftê hatiye girêdan, nikarin sûdê ji van kêrhatiyên mirovî bên girtin.”

‘Neftê difiroşe derve, elektirîk, gaza xwezayî û elektirîkê ji derve dikire’

Pisporê Aborî û endamê Desteya Rêveberiya Rora Aborînasiyê ya Iraqê Mihemed Hisên anî ziman ku Herêma Kurdistan û Iraq salane bi nirxê nêzî 80-90 milyar dolarê Iraqî ji bo kirîna berhemên ji derve û xizmetguzariyê dimezêxe û got: “Beşek mezin ên van tiştan ji Tirkiye û Çînê dikirin. Şerme ku hikûmet nefta xam difiroşe welatên derve, li şûna wê jî gaz, elektirîk û benzînê ji derve dikire. Ev yek jî nîşaneya encama xirab a rêxistinkirin û rêvebirina aboriyê ye. Ji vê re tê gotin aboriya kirê xwer. Ev yek di dîroka Iraq û Herêma Kurdistanê ya 50 salên derbasbûyî de derketiye holê.”

‘Ne raste rast wê bandor li Iraq û Herêma Kurdistanê bike’

Têkildarî baca gumrikan a serokê Emerîka Donald Trûmp ji bo gelek welatan sepandî jî Pisporê Aboriyê Mihemed Hisên daxuyakirin ku bandoreke wisa raste rast li ser Iraqê nake, ji ber ku Iraq tinê bazara wê li ser firotina neftê ye û got: “Bi rengekî ne raste rast hemû ew pirsgirêkên Donald Trump ji bo hemû cîhanê avakirî bandora wê, weke her derê wê li Iraqê jî bike. Ji ber siyaseta şaş a Trump aboriya cîhanê têk dide, krîzên aborî çêdike. Ev yek jî bandorê li ser daxwaza ji bo neftê dibe û nirxê neftê dadikeve. Eger nirxê neftê kêm bibe, wê dahata Iraq û Herêma Kurdistanê jî kêm bibe. Wê demê di peydakirina mesrefan jî zoriyan bikişîne. Ji bo wê nayê zanîn ku bandora pirsgirêka aborî ya Trump derxistî ku bandora xwe li hemû cîhanê dike, wê çiqas dewam bike.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne