• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meşa Amarayê: Divê Enqere di vê roja pîroz de gavan biavêje

Riha / AW

4 NÎSAN 2025 - 14:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi hezaran kes ji navenda Xelfetiyê heta nêzî gundê Amara meşiyan. Aktîvîsta TJAyê Fatma Ablay diyar kir ku divê Enqere vê îradeyê nas bike û ji bo azadiya Abdullah Ocalan gavan biavêje.

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi boneya 76emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve” mihrîcana 4ê Nîsanê hate lidarxistin. Mihrîcana ku du rojan berdewam kir, bi coş û gerandina govendê bi dawî bû. Piştî mihrîcanê di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de ji Parka 4ê Nîsanê ber bi gundê Amarayê ve meşiyan. Girse bi kîlometreyan meşiyan û xwe gîhandin Amarayê.

Ciwanan û jinan di meşê de pankartên “Jin Jiyan Azadî” û “Ji Rêberê me yê li Amarayê ji dayik bûye re hezar silav” ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bû û pankartaîên “Li Roja Roj hilat em hêviyê şîn dikin” û “Em bi civaka Demokratîk Ber Bi Rêbertiya Azad ve” ên MED TUHAD-FEDê hatin vekirin. Her wiha di meşê de wêneyê Mûstafa Dag û Mahsûm Karaoglan ku di Nîsana 2009an de hatibûn kuştin û dowîzên “4ê Nîsanê pîroz be” , “Bê Serok jiyan nabe” , “Rêbertiya azad jiyana azad e” , “Hezar Silav ji xwediyê banga dîrokî re” û “Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinê re derbas dibe” hatin hilgirtin.

Girseyê di meşê de her tim dirûşmên “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” , “Bi Rêbertiya Azad ber bi civaka demokratîk ve” , “Jin jiyan azadî azad bike Rêbertî” , “PKK gel e gel li vir e” , “Bakur Başûr Rojhilat Apo Serokê Welat” “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û “Bijî Serok Apo” berz kir.

Jinan her wiha di meşê de alên TJAyê hilgirtin. Girseya ku li ser rêya derketina Xelfetiyê hate rawestandin li ber stranan govend gerand.

‘Kurdan bi cîhanê da nasîn’

Dû re aktîvîsta TJAyê Fatma Ablay a li vir axivî û diyar kir ku 4ê Nîsanê ji bo jinan û ciwanan pir girîng e û wiha got: “4ê Nîsanê felsefeya jin jiyan azadî ye. Îro em li vir ji bo Serok Apo civiyan. Civaka Kurd nehatibû nas kirin. Lê îro Kurd li cîhanê belav bûn e. 1ê Nîsanê ji bo civaka demokratîk û aştîxwaz û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan ciwanên me li Amedê meşek dane destpêkirin. Jin û ciwan girêdayî Serokatiya xwe ne. Lazim e Enqere gavan biavêje. Ev îrade îradeya jin û ciwanan e. Lazim e Enqere îro vê îradeyê nas bike. Dayikên bi rûmet ji gelek bajaran bere xwe dane rojê. Divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd bên sererastkirin. Ji bo avahiyeke ku birêz Ocalan bikare lê pêvajoyê bide meşandin divê Enqere gavekê biavêje. Îro hebûn û sekna we hebûna birêz Abdullah Ocalan e.”

Wê komeke şande biçe Amara 

Piştre komek ku ji nûnertiyê pêk û jin û ciwanan di nav de ji bo biçin gundê Amarayê dest meşê kirin. Tenê destûr ji vê koma nûner re hat dayîn ku biçin gund. Girseyê bi berzkirina dirûşmeyan komê ber bi gund ve rê kir.

Dê ev şande biçe gund û serdana mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike û bernameya rojbûnê li dar bixe.

Etîket: Abdullah Ocalanamarameşa Amara
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne