• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Birêz Ocalan denge aştiyê bilind dike lê dewlet bêdeng e

Riha / AW

4 NÎSAN 2025 - 00:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha – Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di mîhrîcana bi boneya 76emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Xelfetiyê tê lidarxistin de axivî, wiha got: “Birêz Ocalan dengê aştiyê bilind dike. Bêdengiya dewletê nayê qebûlkirin.”

 

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi boneya 76emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve” mihrîcana 4ê Nîsanê tê lidarxistin. Mihrîcan bi awayekî bicoş berdewam kir. Gelek welatî ji bajarên Amed, Şirnex, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Çewlig, Dêrsim, Riha, Dîlok, Edene, Mêrsîn, Tarsûs, Îzmîr beşdarî mihrîcanê bûn.

Gelek dayik, jin û ciwan bi cil û bergên xwe yên herêmî, laçik, kitan, kefî û desmalên kesk û sor û zer beşdarî mihrîcanê bûn û li ber stranan govend gerandin. Di dema gerandina govendê de ciwanan dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin. Dayikên ji Botanê hatibûn bi stranên gotin govend gerandin û dîmenên rengîn derketin holê.

Bernameya mihrîcanê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di mihrîcanê de her tim dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” hatin berzkirin. Di mihrîcanê de ewilî Hozan Dijwar derket ser dike û li gel ribabê stran gotin û girseyê govend gerand.

‘4ê Nîsanê roja heqîqetê ye’

Dû re Hevseroka MED TUHAD-FEDê Pinar Sakik Tekîn axivî û wiha got: “4ê Nîsanê ne tene rojbûneke ji bo me roja heqîqetê ye. Birêz Abdullah Ocalan bangek kir. Ev bang li hemû cîhanê deng veda. Îro tecrîd berdewam dike. Divê mafê hêviyê demildest were bikaranîn û hemû girtiyên siyasî bên berdan.”

Hunermendan gel coşand

Mihrîcanê bi gotina stranên hunermend Aylîn Demîr û Kadîr Çat berdewam kir. Hunermendan girse coşand. Girseyê li ber stranan govend gerand. Pişt re çîrokbêj Ayhan Erkmen çîroka Derwêşê Evdî û Edûleyê vegot. Dengbêj Hediyeyê jî bi stranên xwe tevkariya çîrokê kir.
‘Birêz Ocalan dîrokê dinivîse’

Pişt re Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar bertek nîşanî astengkirinên mihrîcanê da û wiha got: “Meşa azadiya gelê kurd nikare were astengkirin. Keda her yekê ji me di vê meşê de heye. Ciwan bi roja ne dimeşin. Me bi ciwanî dest pê kir wê ev têkoşîn ciwan bimîne. Birêz Ocalan 26 sal in di bin tecrîdê de ye lê fikrên wî Rojhilata Navîn diguherîne. Çîroka birêz Ocalan çîroka vê axê ye. Birêz Ocalan dîrokê dinivîse.”

‘Bêdengiya dewletê nayê qebûlkirin’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de bi bîr xist û wiha domand: “Birêz Ocalan bi îradeya gel dengê aştiyê bilind dike. Bêdengiya dewletê nayê qebûlkirin. Hûn vedixwînin Meclisê lê tecrîd didome. Desthilat tenê tiştên ku pêk nayên diaxive. Pêdiviya vî welatî bi tiştên pêk werin heye vê yekê jî tene birêz Ocalan tîne ziman. Rêya me ya azadiyê vekirî be.”

‘Dem dema aştiyeke birûmet e’

Pişt re parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî û wiha got: “Di hevdîtina dawî de me ji Serokatî re got ‘Baweriya vî gelî bi te û tevgera te heye lê bi dewletê nîne’. Birêz Ocalan jî got ‘Gelê me mafdar e lê divê em aştiyekê ava bikin, divê xwîn bisekine.’Kurd evîndarê aştiyê ne, ji bo azadiyê dijîn. Ciwan, jin dimeşin pêşengtiya me dikin. Di rojhilata Navîn de paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş dikeve. Banga min ji gelê Tirk re ye. Ev 40 sal in gelek êş hatin kişandin. Dem dema aştiyeke birûmet e. Divê gelê Tirk jî vê bibêje. Gelê li vir ji bo aştiyê li vir e. Em jî dê her dem ber bi aştiyê ve bimeşin.”

Roja ewil a mihrîcanê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

 

Etîket: 4ê Nîsanê.Abdullah OcalanmihrîcanPlatforma Saziyên DemokratîkRojbûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

‘Divê em li dijî şerê taybet bi rêxistinî tevbigerin’

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne