• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gul bi axa Amarayê geş kirin

Mahmût Altintaş (AW)

3 NÎSAN 2025 - 10:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Gulê Aşkin ku tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyan ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke her sal îsal jî diçe Amarayê. Gulê Aşkin anî ziman ku dema ew çûn Amarayê ji Amarayê ax anîn û di nava wê axê de gul çandin.

Bi boneya 4ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 3-4ê Nîsanê de li navçeya Xelfetî ya Rihayê mîhrîcanek tê li darxistin. Gelê Kurd û dostên Kurdan her sal di 4ê Nîsanê de berê xwe didin gundê Amarayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûyê. Li wir pîrozbahiyê li dar dixîn. Îsal jî weke her sal gel ji Kurdistan û derveyî welat berê xwe danê Amarayê. Îro li navçeya Xelfetiyê mîhrîcanek tê li darxistin û di 4ê Nîsanê de jî girse wê bimeşe Amarayê. Dayika 64 salî Gulê Aşkin ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dijî jî wê cara 7an biçe Amarayê. Dayika Gulê Aşkin ku wê li Cizîra Botan ber bi Amara bi rê bikevê diyar kir ku ew ji bo çûyina Amara pir bi kelacan e.

‘Dema ez ketim xanî ez giriyam’

Gule Aşkin tevî temenê xwe û nexweşiyan jî dev jî çûyina Amara bernede. Gulê Aşkin, dibêje, “Rojbûna Serok Rojbûna me hemûyan e” û hestên xwe yên çûyina Amara wiha tîne ziman: “Ez 6 caran çûmê gundê Amarayê. Pîr û kal bi gopalên xwe bi rê diketin. Girtin û mirin ji bo me ne xêm e. Ez ketim hundirê xaniyê Serok ku lê ji dayik bûyê. Dema ez ketim hundirê xanî hestiyar bûm û giryam. Em bi malbatî diçûn. Çend caran jî em asteng kirin û nehiştin em bikevin gund. Lêşker û polîsan derdora me digirt û nedihişt em biçin. Lê tevî astengiyan jî me dev jî çûyîna Amara berneda. Ji bo min çûyina Amara weke ku ez çû me Hicazê. Îsal jî cara 7an ez ê biçim Amara. Ez pir kelecan im ji bo çûyina Amara. Dema em diçûn me di rê de stran digotin û guvend digerandin. Dema em diketin gund jî bi hezaran kesan stran digotin û şahî li dardixistin. Pir xweş bû. Ji ber wê jî ez pir bi kelecan im. Ez di lingên xwe de 2 caran ameliyat bû me. Nexweşiyên min jî hene. Lê tevî ameliyat û nexweşiyan jî ez ê biçim. Ez nikarim ku neçim. Me li gundê Amara ax dianî û di wê axê de gul diçandin. Me li Xelfetiyê kon vedigirtin û rojeke di konan de şahî dikirin û roja din jî ber bi Amara bi rê diketin û diçûn li Amara şahî li dardixistin.”

‘Ji 7 salî heta 70 salî berê xwe bidin Amarayê’

Gulê Aşkin anî ziman ku 4ê Nîsanê ji bo gele Kurd û gele bindest xwedî wateyeke mezin e û ev bang li gel kir: ” Divê 7 salî heta 70 salî gelê me were Amarayê. Em îsal jî rojbûna Serok li gund pîroz bikin. Rojbûna Serok rojbûna me ye. Serokê me 26 sal in di girtîgehê de ye. Em dazwaziya azadiya Serokê xwe dikin. Bila gelê me jî berê xwe bidin gund. Serok di ber me de emrê xwe da. Divê em jî xwedî derbikevin û bi çoşeke mezin ber bi Amara bi rê bikevin. Em daxwaza aştî û azadiya fizîkî ya Serokê xwe dikin. Bila Serokê me berdin.”

Cara 7emîn e diçe Amarayê

Gulê Aşkin jî weke her welatiyeke Kurdistanê gelek caran rastî zilm û zordariya dewletê hatiyê. Di sala 1993an de mala wan a navçeya Cizîrê hatiyê şewitandin û ew neçarî koçberiyê bûnê. Gulê Aşkin ku piştî 17 salan ji Mersînê vêdigerê Cizîrê li Cizîrê diji. Gulê Aşkin, anî ziman ku tenê daxwaziya wê aştî û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Gule Aşkin bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Me li vir xanî girt û li vir dijîn. Ez dema li Tarsûsê bûm jî diçûm Amara û piştî vêgeriyam Cizîrê jî diçim. Îsal cara 7 an ez ê biçim Amara. Ji bo çûyina Amara pir bi kelecan im. Dîsa em ê bi kêf û şahî berê xwe bidin Amara û rojbûna Serokê xwe pîroz bikin. Banga min li tevahî gelê me jî ew ê ku berê xwe bidin Amarayê.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne