• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meşa ciwanan a Amarayê destpê kir

Amed / AW

1 NÎSAN 2025 - 13:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meclîsa Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bi dirûşmeya “Bi Civaka Demokratîk ber bi azadiyê ve” ji Amedê ber bi Amarayê ve dest pê kir.

Her sal rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi girseyî tê pîrozkirin. Îsal jî Meclîsa ciwanan a DEM Partiyê bi dirûşma “Bi Civaka Demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşîn” li dar dixe. Meşa ciwanan li Deriyê Çiyê yê Amedê dest pê kir. Meş dê heta 4 Avrêlê li gundê Amarayê ya Rihayê bi dawî bibe.

Meclîsa ciwanan a DEM Partiyê ji bo meşe li Qada Şêx Seîd Daxuyanî da û  dest bi meşe kir.

Li ser navê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Bercan Sarsilmaz daxuyanî xwend.

Bercan Sarsilmaz, diyar kir ku ew bi dirûşma “Bi Civaka Demokratik Re Ber Bi Azadiyê Ve Dimeşin!” dest bi meşê dikin û wiha got: “Wekî Meclisa Ciwanên Partiya DEMê em ji Amedê dimeşin Amarayê. Piştî bangawaziya 27ê Sibatê ya rêzdar Abdullah Ocalan bi navê aştî û civaka demokratîk hat kirin welatê me gihîşt germahîya Newrozê. Bi vê germahîya Newrozê û bi kelecana banga rêberê gelan em jî wekî meclisa ciwanan ji dilê Kurdistanê ji Amedê dimeşin ber bi warê rojê, Amarayê. “

Bercan Sarsilmaz anî ziman ku di serî da bi bangawaziya 27ê Sibatê pergala tecrîdê têk çû û wiha axivî: “Ev pergela qirêj ku hewl da 43 meh dengê rêberê gelan qut bike bi bangawaziya ku dengê wê gihişt hemu cihanê hilweşiya. Di serî da gelên Tirkiyeyê, kurdistanê û rojhilata navîn û hemu gelên bindest û pêkateyên civakê vê bangawazîyê bi kêfxweşî pêşwazî kirin, jê hêvî girtin. Bi bangawazîyê ji Belucistanê heta Filipinan, ji Sicilyayê heta Filistinê hemu hêzên têkoşer dîtin ku bi rêxistinbuyînê gel û beşên civakê dikarin wekî hêzekî xwe ji desthilatdaran ra bidin qebul kirin. Ji bo bindestan ev bangawazî bû çavkanîya birdozî ya nûjen. Heman demê da gelê Kurd jî bi baweriyekî mezin di 8ê Adarê da bi pêşengiya jinên ciwan di 21ê Adarê da di Newrozê da jî bi peşengiya ciwanan qadan tije kir û vîna xwe bi zelalî nîşan dan. Di hemû qadan da yek peyam bi dengekî hat dayîn: Em bi rêzdar öcalan û bangawaziya wî ra ne. Mihatap rêzdar öcalan daxwaza me jî jiyanekî bi rumet e.”

Bercan Sarsilmaz, da zanîn ku ev bangawazî di serî da di rojhilata navîn da hemu mudaxaleyên emperyal qut kir û gelan û pêkateyên civakê wekî kirde pênase kir û wiha lê zêde kir: “Ji bo ku gel pêşeroja xwe bi hev ra bi xwişkî biratîyê ava bikin derfetekî dîrokî pêşwazî kir. Em jî wekî ciwanên welatparêz ku sereke mihatabê vê bangawaziyê ne dibêjin ku ji bo ku ev derfet bi serfirazî bijiyanî bibe em ê xeta xwe ya birdozî û çalakbûyînêyê li pêş bixin, nûjen bikin. Di vê demê da li dijî hemu nijadperestiyên qirêj ku pey hesabên piçûk dikin û li dijî hemu paşverutîyan ku civakê dixwaze heps bike em ê bi gelên tirkiyê û rojhilata navîn ra li ser esasê netewa demokratik werin cem hev û tifaqê xwe xurttir bikin. Bi vê bangawaziya ku îro li çar perçeyê kurdistanê olan dide û çar perçeyên kurdan tîne cem hev ji bo avakirina yekitiya netewî. Ji bo li ser masê gelê kurd bibe hêzekî mezin divê nakokîyên xwe çareser bike. Heger îro ji rojava heta başur li ser navê yekitiyê hevdîtin tên kirin se ev jî bi hêza rêzdar öcalan ku ji alî birdozî û politikayê ve xwe pêş xistiyê ye pêkan e. Divê bi vê xeta tifaq çêkirin û lêgerina hevbeşîyên nu em jî di qada civakî da tev bigerin. Tarza xebatên rebertî bi vê awayî dikare xitimandinên netewî çareser bike. “!

 

Bercan Sarsilmaz, herî dawî wiha got: “Heman demê da bi vê bangawaziyê re têkoşîna şoreşgerî ya ku bi Mahîran li Kızıldereyê destpê kir wê bigihêje serkeftinê. Bangawazî ew soza ku ji têkoşînê re hatiye dayîn, careke din têkoşîna hevpar û jiyana hevpar a gelên ku di rêya oxira birûmet de pêngavek pêş de çûne, bi bîr xist.  Şoreşa Tirkiye û Kurdistanê ku ji Mahîr heta Îboyan, ji Denîz heta Mazluman, ji Hakiyan heta Hayrî Durmuş bi hev re dimeşe, di asta herî nêzîk de ye ku wateya xwe bi Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Xweser temam bike.

Di vê serdema ku em mil bi mil ber bi şoreşê ve dimeşin, em bi yekitiya eniya şoreşgerî re tên cem hev û reng didin dîrokê. Dem hatiye ku ciwanên şoreşger ên Tirkiye û Kurdistanê bi rihê kongreya demokratîk a gelan li ber xwe bidin da ku li hemberî vê derfeta mezin a şoreşgerî ya ku hatiye vekirin, fedîkar nemînin. Îro li xaçerêya Çiyayên Nurhak, Çiyayên Zagros, Çiyayên Amanos û Çiyayên Torosê ku ev yekîtî lê hatiye destpêkirin em daxuyanîya xwe didin. Bi vê hişmendiyê em bi hevalên xwe yên ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê re vê hevpariya ku wê ji gelan re bibe mînak, jiyanî dikin. Em bi hev ra dibêjin;

 

Silav ji kesên ku ji kampusan ber bi Nurhakê ve herikîn, silav ji kesên ku ji Kızıldere herikîn çemê Firatê, silav ji bo kesên ku ji bo şoreşa mayinde ji bendava Çubukê derbasî Rojava bûne, silav ji pêşengên şoreşger û şopdarên wan ên nujen ra.

Em îro wekî ciwanên Tirkiye û Kurdistanê meşa xwe bi hêza banga ku herikandina dîrokê diguherîne, ji qada Şêx Seîd, qada ku daxwaza Kurdan a xwerêveberiyê tê paşguhkirin, dest pê dikin. Em Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di dema krîza Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku Rojhilata Navîn bi destwerdanên emperyal hewl hat dayîn ku teşe bibe, banga kirdekirina hemû gelan silav dikin û soz didin ku heta em bigihêjin konfederalîzma demokratîk a gelên li Rojhilata Navîn meşa me wê bidome.

 

Em bang li hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku bi germahiya biharê li hemû bajarên ku wê meşa me ya ji 1’ê Nîsanê heta 4’ê Nîsanê pêk were tevlî me bibin û banga aştî û civaka demokratîk fêm bikin, şîrove bikin, nîqaş bikin û bidin nîqaş kirin. Meşa me ya ku wê ji Amed, Siwêreg, Hîlwan û Rihayê derbas bibe, wê di 4’ê Nîsanê de bigihêje Amarayê û îlankirina destpêkeke nû temam bike. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî vê meşa bi heybet bibin û bibin şahidê vejîna ciwanên Bakur.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne