• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hunermendê pir hunerî Xelîl Dag 17 sal berê îro koç kir  

Botan Şengalî

1 NÎSAN 2025 - 10:46
Kategorî: ANALÎZ-DOSYE, MANŞET
A A
Ew nivîskar, şanoger, sîmemager, hunermend û gerîla bû. Ew êdî bûbû parçeyekî çiyê û wekî Xelîlê Çiyê dihat naskirin. Wekî navê xwe Xelîl Çiya ango Xelîl Dag Xelîlê çiyê bû.  

Şoreşger, hunermend û nivîskar Xelîl Dag tam 17 sal berê îro ango di 1ê Nîsana 2008an de, di kemînekê de jiyana xwe ji dest da. Wênegir, nivîskar û şanoger Xelîl Dag, pêşeng di qada hunerê de bi gelek berhemê xwe tê nasîn û zanîn. Ew hem şanoger, hem sînameger û hem jî gerîlla bû. Wekî Xelîlê Çiya û dostê çiya tê nasîn. Piraniya jiyana wî û têkoşîna wî li çiyê derbas bû û jiyana wî bi çiya re bû yek. Ew û çûya bûn yek û têkiliya wî ya bi xwezayê re pir xurt bû. Li bilindahiya çiyayan, bi salan kedeke bê navber da. Bi enerjiyeke mezin û hezkirineke bêdawî, huner û şerê xwe meşand. Jiyana xwe ya tîrûtije, wekî mîrateyeke giranbuha ji me re hişt.

Xelîl Dag bi gotina ‘Kamereke me heye û hevaltiyeke me heye.’ hevaltiya xwe ya bi kameraya xwe re dianî ziman. Hemû çîrokên dilê xwe û dilê çiya, bi wênekêş û kameraya xwe anîn ziman. Germahiya jiyana çiya, dijwariya şer, xatirxwestinên bêwext, ken û coşa gerîlayan û bîrhatinên wan, nivîsand. Di demên germ ên şer de amade bû; nûçeyên nayên jibîrkirin ragihand. Wêneyên gerîlayan ‘bi dilê xwe kişand’; awirên wan, bîranînên wan, bawerî û sozên wan nemir kir. Bi filmên xwe, çîrokên ku lê çûbûn, zindî kir. Helbest nivîsandin; bi hestên xwe yên nazik, bi kûrahiya fikir û bîrdoziya xwe, estetîka jiyana gerîla, kir wêje. Bi van karên xwe bû yek ji propogandavanên herî mezin ên Tevgera Azadiyê.

Wî ji çiyayan hez kir. Hebûna xwe di çiya de dît. Li zinarên asê, dolên kûr, li lûtkeyên bilind ên çiyê geriya; li hemû çîrokên veşartî û nîvco-mayî geriya. Kêliyên wendakirinê, yên dilgiranî û xemgîniyê bi awayekî xwerû jiya. Bi wêne û dîmenan ew kêlî nemir kir. Di kêliyên şer, çalakî, serkeftinê de amade bû; li rêwîtiyî, şevbuhêrk, dîlan û stranên gerîlayan jî amade bû. Bi av, ax û agirê çiyayan re jiya.

Tevî hemû rewşên giran û ‘bê derfet’ dikarîbû karên dîrokî biafirîne. Wî sînemageriya Çiyayê Kurdistanê, sînemaya lehengî û bedewiya Kurdan û sînemaya Azadiya Kurdan kir.

Xelîl Dag bi heval û hogirên xwe re jiyaneke mînak li pey xwe hişt. Di nivîs û filmên xwe de, cihekî cuda dida jina Kurd a Azad û Tevgera Azadiya Jinê.  Digot ‘Divê jina Kurd bi fikra xwe karibe têkeve sînemayê û bi çavên xwe li vê cîhanê binêre. Ew çavên wê yên mezin, xweşik û awirên wê yên ku ji objeyekê wêdetir, awayê têgihiştina wê ya mirov û cîhanê; dikare ji sînemaya Kurdan re pêşengiyê bike’.

Xelîl Dag aşiqê jiyana azad bû. Evîndarê gerîla û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Ji bo bibe layiqî soza xwe têdikoşiya. Di nivîsên xwe de behsa kelecaniya xwe ya wan kêliyên ku bi Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan re derbas kirine, dike. Bi sekneke Apogerî, têkoşîna xwe ya bi salan li çiyayên azad dewam kir.

Wî ji rêwîtiyê û ji Bakur pir pir hez dikir. Navê projeya wî ya dawî ‘Rêwiyên Çiyayê Araratê’ bû. Bi gerîlayan re derbasî Bakurê Kurdistanê dibe û li çiyayên bilind her li xwezayê temaşe dike û hemû çavdêriyên xwe bi dîmen û wêneyan nemir dike. Wî çawa jiyana gerîla, xweza û gera li çiya nemir kir, berhem û hunera wî jî dê her dem wî nemir bike. Ew hunermendekî pir hunerî û şoreşgerekî gelê xwe bû.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne