• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bi boneya cejnê Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn

Amed / AW

30 ADAR 2025 - 09:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

DEM Partî û DBP bi wesîleya Cejna Remezanê serdana gora siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin kirin.

Vedat Aydin di sala 1991an de bû Serokê HEPê ya Amedê. Di 5ê Tîrmeha 1991an de bi hinceta “îfade bide” aliyê JÎTEMê ve hat binçavkirin û revandin. Di 7ê Tîrmehê de cenazeyê wî li ser rêya navçeya Madenê hat dîtin. Her cejn siyasetmedar û malbat bi girseyî serdana gora Vedat Aydin dikin.

Parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Helîde Turkoglu û Adalet Kaya, Hevşaredarên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn,
Hevserokên DEM Partî û DBPê yên Amedê, endam û rêveberên DEM Partî û DBPê û nûnerên saziyan û malbata Aydin serdana gora Vedat Aydin a li Goristana Deriyê Mêrdînê kirin.

Berî axaftinan fatîha li ser gorê hat xwendin û rêz hat girtin.

‘Divê berpirsiyar bên darizandin’

Ewilî hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin axivî û diyar kir ku divê êdî rijandina xwînê were sekinandin û wiha axivî: “Li ser navê malbeta Aydin cejna we pîroz dikim. Gelê Kurd gelek ked da, îro pêvajo dest pê kiriye, daxwaza me azadî ye. Em dixwazin pêvajo bi ser bikeve. Ji bo vê jî divê em yekitiya Kurdan ava bikin. Bi hezaran mirovên ku hatin revandin û kuştin hene. Kujerên wan nehatin darizandin. Kujer eşkere ne lê nayên darizandin. Pêwîst e berpirsiyar bên darizandin û desthilat bibêje me van komkujiyan kiriye.”

‘Wê hevalên me tim di bîra me de bin’

Hevşaredar Serra Bucak jî da zanîn ku têkoşîna gelê Kurd berdewam dike û wiha got: “Ev 40 sal in em di nav têkoşîna azadiyê de ne. Gelek hevalên me canê xwe dan. Ev hevalên me her dem di bîra me de ne. Di şexsê Vedat Aydin de em hemû cangoriyan bibîr tînin. Em ê li ser şopa wan bin.”

‘Gelê Kurd wê bi ser bikeve’

Paşê Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û wiha got: “Di şexsê Vedat Aydin de êrişên giran li dijî Kurdan dest pê kirin. Bi hezaran Kurd hatin windakirin. Lê çi dikin bila bikin wê gelê Kurd bi ser bikeve. Îro em ber bi azadiyê ve dimeşîn. Ev meş bi keda wan hevalan dimeşe. Em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin.”

‘Sed sal in têkoşîna me didome’

Di dawîyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer axivî û anî ziman ku pêwîst e yekitiya gelê Kurd ava bibe û got: “Îro em bi saya şehîdên xwe li ser pêya ne. Em her sal tên vê derê û tevahiya şehîdan bi bîr tînin. Ev sed sal in Kurd di nav têkoşînê de ne. Ji ber vê yekê êriş li ser gelê Kurd hene. Lê em ê heta dawiyê li pey şopa şehîdên xwe bin. Divê em bibin yek, 27ê Sibatê bangek dîrokî hat, ev bang jiyanek azad wê bîne nav gelê Kurd.”

Piştre beşdaran qerenfîl danî ser gorê û bîranîn bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne