• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Konferansa Kurd a PEyê: Ji bo aştiyê divê bang were bicihanîn

Navenda Nûçeyan / AW

27 ADAR 2025 - 16:51
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Di konferansa li Parlamentoya Ewropayê tê li darxistin de beşdaran bal kişandin ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û gotin: “Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê banga Abdullah Ocalan dîrokî ye. Ji bo pêkhatina aştiyê divê bang were bicihanîn.”

19emîn Konferansa “Yekitiya Ewropayê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” ku li Parlamentoya Ewropayê (PE) tê lidarxistin, di roja duyemîn de didome. Di roja duyemîn a konferansê de rûniştina “Tirkiye û Sîstema Cîhanê ya Nû” hate lidarxistin. Di rûniştinê de ku ji aliyê akademîsyen Latîfe Akyuz ve hate birêvebirin rojnamevan Ferda Çetîn, Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, ji Zanîngeha Viyanayê Huseyîn Çîçek, ji Zanîngeha Wageningenê Joost Jongerden axivîn.

‘Banga Abdullah Ocalan weke manîfestoyekê ye’

Sezgîn Tanrikulu destpêkê axivî û diyar kir ku ji ber operasyona li hemberî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû nekarî tev li konferansê bibe, lewma ji Enqereyê bi rengê online tev li bû. Sezgîn Tanrikulu anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê weke manîfestoyekê ye û got: “Rêxistinê jî bersiveke erênî da û ev pêvajo derbasî qonaxeke cuda bû. Lê belê AKP û desthilatdariyê heta niha berpirsyariya xwe bi cih neaniye. Berevajî vê yekê kiryarên tund kir. Ji bo rêxistin karibe kongreya xwe bike li şûna ku helwesteke hêsankariyê nîşan bide, tiştên berevajî vê dike. Rêxistin jî vê eşkere dike, ya rast çavdêriyên min jî bi heman rengî ye. AKP’ê heta niha têkildarî pêvajoyê agahiyeke şênber nedaye civakê.”

‘Amerîka û YE li dijî Tirkiyeyê bêdeng in’

Rojnamevan Ferda Çetîn jî anî ziman ku Tirkiye di pozîsyona belavkariyê de ye û ev tişt anî ziman: “Li hin deverên Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn bi cih bûye. Rêveberên Tirkiyeyê van hemûyan weke binpêkirinê nabînin û piştgiriyê didin. Li Iraqê 80 baregehên wan hene, li Sûriyeyê jî bi heman rengî baregehên wan hene. DYA ji vê yekê aciz nîne. DYA û Yekitiya Ewropayê li hemberî vê bêdeng in. Berevajî, bi hincetên ewlekariyê îdia dikin ku Tirkiye mafdar e. heke em van nebînin em ê nikaribin têkiliyên Ewropa û Tirkiyeyê normal bibînin. ”

Ferda Çetîn têkiliyên welatên yekîtiya Ewropayê yên bi Serokkomarê Sûriyeyê Ahmed El Şara jî rexne kir û got: “Wê di demeke nêz de serdana Ewropayê bike. Halbûkî ev kes beriya niha yek ji lîderên El Qaîdeyê bû. Fermana gelek komkujiyan da. Tenê kincê xwe guhertiye û bi guhertina kinc jî nabe ku nêzîkatiyek bi vî rengî bê nîşandan. Lewma li gel axaftina li ser kiryarên desthilatdariya AKP’ê yên li Sûriyeyê divê em helwesta Yekîtiya Ewropayê jî binirxînin.”

‘Tirkiye li hundir otokratîk li derve jî êrişkar e’

Huseyîn Çîçek jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rejîmeke otokratîk heye û wiha domand: “Tirkiye li hundir otokratîk, li derve jî êrişkar e. Erdogan di sala 2017an de sîstema parlamenteriyê kir serokatî. Rejîma yek şexsî ava kir. Hevsengiya hêzê guhert. Li ser medya, saziyên civakî yên sivîl zextên giran destpê kirin. Polîtîkaya derve nîşaneya polîtîkaya hundir e. Polîtîkayên li Sûriye, Somalî, Iraq û Qibrisê bi temamî leşkerî ne. Ewropa ji aliyê aborî û ewlekariyê ve bi Tirkiyeyê re xwedî têkiliyan e. Yekitiya Ewropayê Tirkiyeyê ji bo koçberiyê weke herêmek tampon û qadeke bazirganiyê dibîne, lewma xwe bêdeng dike.”

‘Ocalan 25 sal in ji bo aştiyê muxatabekê digere’

Joost Jongerden jî ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê li şûna pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke Tirk a ji 100 salî heye. Divê em li ser vê biaxivin û nîqaş bikin. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê banga Abdullah Ocalan dîrokî ye. Divê alî hemû guh bidin vê bangê. Ji bo pêkhatina aştiyê bang divê bi cih bê anîn. Ji ber ku sala 2009’an pêvajoya di navbera Tirkiye û PKK’ê de destpê kir, bi rengekî neyînî bi encam bû. Ji bo ev rewş dubare nebe, divê rêyên ragihandinê bên vekirin. Divê astengî ji holê bêne rakirin. Divê Abdullah Ocalan û rêveberên PKK’ê karibin hevdîtinê bikin. Dewlet divê berpirsyariya xwe bi cih bîne. Hêvîdarim gotina ‘Ez li muxatabekî digerim’ a Abdullah Ocalan a beriya 25 salan kiribû vê carekê pêk were û muxatabekî peyda bike. Ez bang li welatên Yekitiya Ewropayê dikim ku PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne.”

Konferans dê bi rûniştina “Pêşketin û di çarçoveya demokrasiyê de Yekitiya Ewropa, Kurd û Tirkiye” dewam bike.

Etîket: Banga Abdullah OcalanKonferansa KurdParlamentoya Ewropayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Parlamentoya Ewropayê pêşeroja Îranê tê nîqaşkirin

Li Parlamentoya Ewropayê pêşeroja Îranê tê nîqaşkirin

11 HEZÎRAN 2026
Wê konferansa ‘Em Îrana demokratîk bi hev re ava dikin’ bê lidarxistin

Wê konferansa ‘Em Îrana demokratîk bi hev re ava dikin’ bê lidarxistin

9 HEZÎRAN 2026
Li PEyê dê civîna bi sernavê ‘Kurd û Tirkan’ bê lidarxistin

Li PEyê dê civîna bi sernavê ‘Kurd û Tirkan’ bê lidarxistin

24 SIBAT 2026
Li ber Parlamentoya Ewropayê çalakî: Bikevin liv û tevgerê

Li ber Parlamentoya Ewropayê çalakî: Bikevin liv û tevgerê

20 ÇILE 2026
‘Gel bi Abdullah Ocalan bawer e’

‘Gel bi Abdullah Ocalan bawer e’

26 TÎRMEH 2025
Hevserokê DBPa Wanê Demîr: Ji bo tenduristiya pêvajoyê divê mafê hêviyê bê pêkanîn

Hevserokê DBPa Wanê Demîr: Ji bo tenduristiya pêvajoyê divê mafê hêviyê bê pêkanîn

25 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne