• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Rojava; Wan e, Amed e, Êlih e’

Wan / AW

5 KANÛN 2024 - 16:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Parlamenterê Zulkuf Ûçar destnîşan kir ku Rojava Wan e, Êlih e, Amed e û wiha got: “Biryara xwe bidin, hûn dê li cem çete û komên teroristan bin, yan li cem gelê ku hûn her roj jê re dibêjin ‘em birayên hev in’ bin.”

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li dijî êrişên li ser Rojava û desteserkirina vîna gel li Kent Meydaniyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku bi sedan kes tev li bûn de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Kurdistan goristan ji bo faşîstan”, “Bijî Serok Apo” û “Silav silav ji bo Îmraliyê hezar silav” hatin berzkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, parlamenterêN DEM Partiyê Mahmût Dîndar û Zulkuf Ûçar, rêveber û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Bang li desthilatdariyê kir: Biryara xwe bidin

Parlamenter Zulkuf Ûçar di daxuyaniyê de ewilî axivî û nirxandina pêvajoya siyasî kir. Zulkuf Ûçar bang li desthilatdariya AKP-MHPê kir û da zanîn ku divê di siyasetê de durûtiyê nekin. Zulkuf Ûçar bal kişand êrişên li ser Rojava û wiha got: “Rojava Wan e, Êlih e, Amed e, sînorên we nikare me û gelê me yê Rojava ji hev qut bike. Hûn dê li cem çete û komên teroristan bin, yan li cem gelê ku hûn her roj dibêjin ’em birayên hev in’ bin. Biryara xwe bidin, em ê heta dawiyê li gel gelê Rojava bin û demokrasiya wir biparêzin. Dixwazin bi Abdullah Ocalanê ku li Îmraliyê berxwedaneke mezin nîşan daye, di şert û mercên ne wekhev de tev li danûstandinan bibe. Hemû gelê Kurd û dostên wan vê yekê baş dizanin. Li Îmraliyê 26 sal e ku berxwedaneke mezin heye, gelê Kurd bi sedsalan e dest ji berxwedana xwe ya li hemberî vî aqilê kolonyalîst berneda û dê îro jî bernede.”

‘Em ê li dijî zilma we têkoşîna xwe mezintir bikin’

Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal jî axivî û da zanîn ku ew weke hevşaredarên Wanê dê li dijî desteserkirina vîna gelê kurd li ber xwe bidin û têbikoşin. Neslîhan Şedal anî ziman ku yên nerewa desthilata AKP-MHP bi xwe ye û wiha got: “Partiyek ku nerewa hebe ew jî hûn in. Em we ji Roboskî, Zîlan, 33 Gule, dema ku bedena me ji erdê kaş dikin, nas dikin û em vê bîranînê zindî dihêlin. We pêşengên me kirine zindanê, bidarve kirin e, we cenazeyên dayikên me hefteyekê di nava kolanan de hiştiye. Em van ji bîr nakin û em ê li dijî zilma we têkoşîna xwe mezintir bikin.”

‘Em li ber we serî natewînin’

Herî dawî hevşaredar Abdullah Zeydan axivî diyar kir ku li dijî desteserkirina vîna gel ew li dû gotina xwe ya ewil in. Abdullah Zeydan bi bîr xist ku gelê Wanê carekê bersiva hewldana desteserkirina vîna xwe daye û got: “Em li ber we serî natewînin û em desteserkirina vînê qebûl nakin. Me roja ewilî çi gotibe, em ê hê jî li dû gotina xwe ne û em ê destûr nedin ku hûn vîna gelê me bin pê bikin. Em ê nehêlin ku hûn çavkaniyên gel pêşkêşî rantê bikin. Dest ji van kiryaran berdin, heke hûn bibêjin mafê Kurdan ê hilbijartinê tune ye, bi awayekî vekirî bibêjin û sindoqan daneynin.”

 

Etîket: Bakur û Rojhilatê SûriyeyêÇeteêrîşQeyûmşermezar kirin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026
Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

3 ÎLON 2026
Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

Têkildarî êrîşa li ser karkerên Kurd lêkolîn hate destpêkirin

23 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne