• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kurdistanî di Newrozê de li dora Abdullah Ocalan bûn yek

Mehmet Alî Ertaş / AW

25 ADAR 2025 - 11:24
Kategorî: ANALÎZ-DOSYE, MANŞET
A A
Bi milyonan Kurd û Kurdistanî li çar aliyê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropa di Newroza îsal de daketin qadan û li dora banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” bûn yek û piştgiriya xwe ya peyamê anîn ziman. Milyonan li qadan azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan xwestin.

Newroz îsal piştî peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên 27ê Sibatê û 8ê Adarê hatin pîrozkirin. Van peyaman wateya Newrozê zêdetir kir. Bangên Abdullah Ocalan tevlêbûna Newrozê zêdetir kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Li ser çareseriya demokratîk rawestiya. Dîsa di 8ê Adarê de ji jinan re nameya “Destûra min a bingehîn, bi we re jiyaneke efsûnî ye!” şand û got “We bi eşqa Derwêşê Evdê û Edûlê silav dikim” û silavên xwe şand. Dîsa hat payîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek bi dîmen ango bi deng di Newrozan de bi raya giştî re parve bike. Me dît ku dema di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan li Stenbolê hat xwendin, Kurd ji bo peyama Abdullah Ocalan guhdar bikin li gelek navendan daketin qadan. Agahiya ‘Dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi deng beşdarî Newrozê bibe” jî kelecan û herikîna qadên Newrozê zêdetir kir. Me ev yek li hemû qadên Newrozan dît ku tevlêbûn bi vê bendewariyê çiqas zêde ye.

Bi milyonan Kurd û Kurdistaniyan li 89 navendan Newroza 2025an bi coşeke herî mezin û peyamên herî zelal pîroz kir û daxwazên xwe yên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman. Kurd û Kurdistanî li 4 aliyên Kurdistanê bûn yek û referandumekê banga Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” erê kir. Newroza 2025an li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” ji aliyê milyonan ve hat pîrozkirin. Kurd bi şev û roj li gund, tax û kolanan agirê Newrozê geş kir û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Di pîrozbahiyan de bi taybetî li Mexmûr, Tûşbaya Wane, Sûrên Amedê û Urmiyeyê dîmenên bi wate derketin holê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran welatî li 11 bajaran kom bûn û Newroz pîroz kirin. Welatiyên ku bi coşeke mezin û bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan garantiya Sûriyeya demokratîk e” daketin qadan, dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anin ziman. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şeva 20ê Adarê li gelek gund, tax û navendan agirê Newrozê geş kirin û şevên tarî ronî kirin. Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Ermenî tev li dora Agirê Newrozê bûn yek. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhate li dora banga Abdullah Ocalan û agirê Newrozê bûn yek.

Li Başûrê Kurdistanê jî bi deh hezaran welatî li Mexmûr, Silêmanî, Helepce, Akrê, Qendîl û gelek navendan agirê Newrozê pêxistin û girêdana xwe ya bi Abdullah Ocalan re anin ziman. Bi taybetî dîmen û wêneyê nexşeya Kurdistanê ku li Mexmûrê derket holê, nîşan da ku hemû şêniyên Mexmûrê ji bo yekîtiya gelê Kurd û Kurdistanê û azadiya fizîkî têkoşîna xwe berdewam dikin. Nîşan dan ku wê bi agir pêşiya guhertin û veguhertinê ronî bikin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî bi deh hezaran Kurdistanî li gelek navendan kom bûn û li dora pêtên agir bûn yek. Li Rojhilata Navîn ku Kurd di bin zextên dijwar ênn Rejîma Îranê de dijîn, îsal Newrozên herî girseyî hatin pîrozkirin. Newrozên herî bi coş û kelecana herî zêde hatin pîrozkirin. Li Rojhilat agirê herî mezin hat pêxistin. Bi taybetî li Urmiye û Bokanê Newrozên herî girseyî û bi coş derbas bûn. Li Ewropa jî pîrozbahiyên Newrozê bi girseyî coş derbas bûn.

Bi milyonan Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa di Newroza 2025an de li dora agirê Newrozê kom bûn û li peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” xwedî derketin. Bi milyonan Kurd azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwestin. Di hemû pîrozbahî û axaftinan de peyama azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk derket pêş. Gel xwest Newroza 2025an bibe Newroza Azadî û Çareseriyê. Kurdan li çar aliyê Kurdistanê û Ewropa li dora agirê Newrozê yekîtiya xwe îlan kir. Bi taybetî piştî peyama Abdullah Ocalan bi milyonan Kurdên daketin qadan piştgiriya xwe ya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman. Bi taybetî li Wan, Amed, Stenbol û Îzmirê Kurdistaniyên daketin qadan posterên mezin ên Abdullah Ocalan û bi dirûşm û pankartên xwe girêdana xwe anîn ziman. Dîmen û peyamên ku derketin holê nîşan dan ku gelê kurd li çar aliyê cîhanê li dora fikr û felsefeya Abdullah Ocalan yekîtiya xwe îlan dikin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne