• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li welatê Ewropa Newroz bi coş pîroz kirin

Navenda Nûçeyan / AW

23 ADAR 2025 - 00:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li gelek navendên Epropayê Kurd û dostên kurdan bi dirûşma “Azodiya Rêber Apo azadiya me ye” Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahiyên Newrozê li Bakurê  Kurdistanê û gelek welatên Ewropayê berdewam dikin. Li bajarên Bordeux, Saarland, Freiburg  û Zûrîhê bi hezaran Kurd û dostên Kurdan kom bûn û li dora agir Newroz pîroz kirin.

Bordeaux-Saarland

Li Bordeauxê bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” Newroz hat pîrozkirin. Kurdistaniyên li Luksemburg û herêma Saarland a Elmanyayê hatin gel hev û bi tilîlî û stranan Newroz pîroz kirin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bordeaux ê Fransayê, li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Newroz pîroz kirin. Salona pîrozbahiyê bi posterên mezin ên Rêber Apo û ala PKK’ê hat xemilandin, jin û zarok bi cil û bergên xwe yên herêmî rengîn beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre siyasetmedar Alî Haydar axivî û got, “Rêber Apo ji bo siberoja gelên Rojhilata Navîn bangeke dîrokî kir. Divê dewlet ji niha û pê de bikeve nava liv û tevgerê. Em Kurd baş dizanin ku maseya ku Rêber Apo lê ye gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ti carî wenda nakin. Ji bo ku dewleta Tirk gavên berbiçav bavêje, divê em bi awayekî çalak rola xwe bilîzin.”

Haydar Newroz li Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên bi fedaî li ber xwe didin û berxwedêran pîroz kir. Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” û “Ji Ocalan re Azadî” hatin berzkirin.

Endamê MLKPê yê ku beşdarî pîrozbahiyê bû jî axaftinek kir û bal kişand ser berxwedanê.

Pîrozbahî bi stranên hunermendên TEV-ÇANDê Rênas Demhat, Çetîn Zîlan, Koma Pêşeroj û Dengbêj Rêdûr dewam kir. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Saarland

Kurdistaniyên li Luksemburg û eyaleta Saarland a Elmanyayê dijîn, Newroz bi coş pîroz kirin. Pîrozbahî danê nîvro bi çalakiya li Merterê destpê kir. Li ser navê Meclisa Gelê Kurd a Saarlandê Bavê Zerdeşt, li ser navê Partiya Dîe Lînke Luksemburgê Bern Muller axaftin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser azadî û ruhê hevgirtina Newrozê. Pîrozbahî bi gerandina govendê heta saetên êvarê dewam kir.

Freiburg

Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Nûda û Meclîsa Gelê Kurd a Mannheimê Newroz bi coşekî mezin hat pîrozkirin. Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Nûda û Meclîsa Gelê Kurd a Mannheimê li Alte Synagoge Platz Newroz bi coşekî mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahî di şexsê şehîdên Newrozê Mazlûm Dogan, Ronahî û Bêrîvan de ji bo tevahî şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê hevserokên Meclîsa Gel û Komîteya Piştevaniya Kurdistan axaftin hatin kirin.

Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve bi dirûşmeya “Newroz Pîroz Be!” hate pêxistin. Pîrozbahî bi stranên hunermend Rêber Serhad û Bîrhat Kurdî dewam kir. Beşdaran govendê gerandin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz Pîroz Be” berzkirin.

Pîrozbahiya ku heta saetên dereng destpê kir, bi tevlîbûneke zêde û coş bi dawî bû.

Swîsre

Bi hezaran kesên ku li Newroza Swîsreyê li hev civiyan peyama “Heta ku deriyên Îmraliyê neyên vekirin, aşitî û çareserî nabe” dan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn û dostên wan ji bo pîrozkirina Newrozê li Zurihê li hev civiyan. Bi hezaran kesên ku siharê zû ji bajarên cuda ên Swîsreyê bi rê ketin, li Zurîh Hartrum Arealê li hev civiyan û cejna bihar û berxwedanê pîroz kirin.

Newroza ku bi şîara “Azadkirina Rêber Apo, xwe ji nû ve rêxistinkirin” hate lidarxistin bi awayekê bi coş derbas bû. Her wiha ji ber ku cara ewil li qada vekirî hat lidarxistin li gorî salên berê beşdarbûn zêdetir hat kirin.

Qada Newrozê bi posterê mezin ê Rêber Apo û alên PKKê hate xemilandin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” û “Ji Ocalan re Azadî” hatin berzkirin.

Jin û zarok bi cilên xwe yên gelerî reng dan qadê û bi govend û stranan ruhê mezin ê piştevaniyê hat nîşandan. Bi hezaran kesên ku li dora agirê Newrozê li hev civiyan, di tevahiya rojê de bi govend, dirûşme û sirûdan daxwazên xwe yên aşitî û azadiyê anîn ser ziman.

Axaftina vekirinê ya Newrozê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya û Cemal Ozdemîr ve hate kirin. Dîlan Çetînkaya diyar kir ku Newroza îro bi dirûşmeya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û avakirina civaka demokratîk hat lidarxistin û got ku ji bo pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin bigihe serkeftinê ew ê li her qadê têkoşînê bidomînin.

Cemal Ozdemîr jî îşaret bi asta dîrokî ya Newrozê kir û wiha got: “Newroz ji bo me berxwedan e. Em ê îro daxwaza azadiya fîzîkî ya pêşengê berxwedanê Rêber Apo bikin. Em wekî gelê Kurd li pişt banga dîrokî ya Rêber Apo ne.”

Hevserokê KCDK-E Engîn Sever piştî hevserokan axivî û bi pîrozkirina Newroza gelê Kurd dest bi axaftina xwe kir. Engîn Sever bal kişand ser girîngiya banga dîrokî ya Rêber Apo û got, “Rêber Apo ji bo siberoja gelên Rojhilata Navîn bangeke dîrokî kir. Divê ji niha û pê ve dewlet bikeve nava liv û tevgerê. Em weke gelê Kurd ê li Ewropayê, li pişt vê banga dîrokî ne. Em ê têkoşîna xwe li her qadê mezin bikin û destê Rêbertiya xwe xurt bikin. Em Kurd baş dizanin ku maseya ku Rêber Apo lê be, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn wenda nakin.”

Engîn Sever destnîşan kir ku bertekên dewletên Ewropayê yên li hemberî banga dîrokî ya Rêber Apo erênî ne û wiha domand: “Daxuyaniyên hatin dayîn ji bo me girîng bûn. Ya girîng gavên berbiçav ên di rojên pêş de bên avêtin. Divê Ewropa berpirsyariya xwe ya ji bo serketina banga dîrokî bi cih bîne. Divê bi awayekî çalak rola xwe bilîze ku dewleta Tirk gavên berbiçav bavêje.”

Piştî Sever, li ser navê PYD, YJK-S û TCŞê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Newroza gelê Kurd û Rojhilata Navîn hat pîrozkirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat xwestin.

 

Parlamentera Partiya Keskan a Neteweyî ya Swîsreyê Katharina Prelicz-Huber jî axivî. Prelicz-Huber di destpêka axaftina xwe de Newroza gelê Kurd pîroz kir. Prelicz-Huber bal kişand ser banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” û got, “Birêz Ocalan helwesta xwe ya ji bo aştiyê nîşan da. Hêvîdar im dewleta Tirk û Birêz Erdogan guh bidin vê bangê û mafên gelê Kurd nas bikin.” Parlamenter Prelîcz-Huber, êrîşên li dijî CHPê bi bîr xist û bang li dewleta Tirk kir ku demildest dawî li vê bêhiqûqiyê bîne.

 

Piştî parlamenter Prelicz-Huber, parlamenterê Federal ê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Fabian Molina axaftinek kir. Molina di destpêka axaftina xwe de Newroza gel pîroz kir û azadiya Rêber Apo xwest. Molina wiha axivî: “Em li cem gelê Kurd ê ku li vir û Kurdistanê ji bo azadiyê têdikoşin in û em ê li ber xwe bidin. Birêz Ocalan bi banga dîrokî ya 27ê Sibatê careke din nîşan da ku ew parêzvanê aştiyê ye. Divê dewleta Tirk bersivê bide banga Ocalan a aştiyê û dawî li şerê li dijî gelê Kurd bîne. Êdî dema azadiya Ocalan hatiye.”

 

Partiya BASTA ya Swîsreyê ji bo Newrozê peyam şand û diyar kir ku fikir û paradîgmaya Rêber Apo ji bo siberoja gelên cîhanê xwedî girîngiyeke mezin e.

 

Piştî axaftinan çalakiya Newrozê bistranên hunermend Ferhat Tunç, Kawa, Azad, Koma Rojhilat û Xecê heta saetên dereng dewam kir.

Etîket: Abdullah OcalanEwropaNewrozSwîsreZurih
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne