• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Sebahat Tuncel: Em dixwazin êdî Rêber Apo li Newroza Amedê be

Amed /AW

21 ADAR 2025 - 14:06
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel di Newroza Amedê de axivî û destnîşan kir ku ew silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dişînin û got: “Êdî em dixwazin Rêber Apo li Newroza Amedê bibînin û Newroza xwe pîroz bikin.”

Newroza îsal bi şiyara “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” ji hêla DEM Partî, DBP û TJAyê ve tê lidarxistin. Pîrozbahî bi hemû coş û kêlecanê berdawam dike.

Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel derket ser dikê û axivî. Axaftina Sebahat Tuncel wiha ye:

‘Silav ji Rêber Apo re’

“Silav ji hemû berxwedêr û kesên Newroz afirandine re. Silav ji şehîdên Newrozê re. Em li vir Newrozê pîroz dikin lê hevalên me girtî hene. Silav ji hemû girtiyên azadiyê re. Silav hezar silav ji Rêber Apo re. Silav li banga Rêber Apo. Em ji vir hemû bi yhek dengî ji Îmraliyê re bêjin Newroza te pîroz be. Em silavên germ ji Îmraliyê re bişînin. Pêvajoyek nû dest pê dike. Birêz Abdullah Ocalan peyamek da hemû cîhanê. Ji dewletê re got em êdî pirsgirêka Kurd li ser bingeha çareseriya demokratîk û civaka demokratîk çareser bikin. Birêz Ocalan dibêje hêza min ji vê çareserkirinê re heye.

Em dixwazin êdî Rêber Apo li Newroza Amedê be

Hê jî tecrîd didome. Hê jî şertên azadkirina birêz Ocalan nehatiye amadekirin. Vekirina rêya çareserî û aştiyê di destê dewletê de ye. Li aliyekî nîqaşa çareseriya demokratîk tê kirin, li aliyekî jî pêşî li siyaseta demokratîk tê girtin.

Azadiya Rêberê Gelê Kurd, azadiya gelê Kurd e. Em carek din silavên xwe jê re dişînin. Xeyalek me heye. Em jinên azad êdî dixwazin Serok Apo azad bibe û em Serok Apo di Newroza Amedê de dixwazin. Em dixwazin bi mafên xwe yên welatîbûna wekhev bijîn.
Newroza gelê me pîroz be.”

Nameya Mesûd Barzanî hat xwendin

Piştî Sebahat Tuncel, li ser navê Pîlotburoya PDKê û li ser navê Serokê PDK Mesûd Barzanî, Serbest Sindoyî derket ser dikê û Newrozê li gel pîroz kir. Serbest Sindoyî nameya Mesûd Barzanî xwend.

Mesûd Barzanî di nameya xwe de cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û got ku ew pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin destek dikin û dixwazin azadiya gelê Kurd pêk were.

Peyama Bafil Talabanî

Her wiha peyama Serokê YNKê Bafil Talabanî jî hat xwendin. Talabanî Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û got ku ruhê wî li Newroza Amedê ye.

Endamên Hewldana Aştiyê û Akademîsyenên Aştiyê derketin ser dikê û gel silav kirin.

Nameya Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ku ji bo Newrozê şandibû, hat xwendin.

Her wiha navê hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û siyasî ku tev li pîrozbahiyê bûne hat xwendin. Siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bû.

Paşê stranbêj Ayfer Duzdaş derket ser dikê û stranan got. Bi sed hezaran kes li ber strananê Ayferê govend gerand.

Pîrozbahiya Cejna Newrozê didome.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne