• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bi deh hezaran kes tên Qada Newroza Amedê

Amed / AW

21 ADAR 2025 - 10:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Amedê îro li bendê ye ku zêdetirî milyoneke kes tev li Newroza “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” bibin. Deriyên tên qadê hatin vekirin û bi deh hezaran welatî tên qada pîrozbahiyê.

Newroza îsal bi şiyara “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” tê lidarxistin. Newroza 2025an di bin siya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê pîrozkirin. Îro Newroza dîrokî li Amedê tê lidarxistin. Parka Newrozê ango Qada Newroz bi alên DEM Partî, DBP û alên “Newroz pîroz be” hatine xemilandin. Qada Newrozê li benda bi sed hezaran kes e û wê xelk di 6 şeş deriyan de bikevin qadê. Deriyek ji bo protokolê û çapemeniyê hatiye cihêkirin.

Li qadê pankartên bi nivîsên cur bi cur hatine daliqandin. Her wiha pankartê wêneyê Kemal Kurkut ê bi nivîsa “Kemal Kurkut bêmirin e” hatiye daliqandin. Pankartê Newrozê ku li ser sehneyê hatiye daliqandin bi pirrzimanî Cejna Newrozê hatiye pîrozkirin. Ev jî pirrengîbûna Newrozê dide nîşandan.

Saet di 10an de deriyên qadê hatin vekirin û hatina welatiyan a qadê dest pê kir. Bi deh hezaran welatî tên qadê. Welatî bi cil û bergên Kurdî û bi xemla Newrozê cihê xwe li qadê digirin. Ji zarokan bigire heta kal û pîran tên qadê. Hin welatî tevî nexweş in jî tên qadê. Balkêş e ku welatiyek serûm di milê wî de bû jî bi hevalên xwe re hat pîrozbahiyê.

Komîteya Amadekar a Newrozê ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat re dawetname şandiye û mêvan vexwendine pîrozbahiyê. Her wiha îsal 629 rojnamegeran ji bo akredîtasyonê serî li DEM Partiyê dane da ku pîrozbahiya Newrozê bişopînin.

Wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şandeya Îmraliyê yê di 27ê Sibatê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê hatiye kişandin jî li qadê hat daliqandin.

Bernameya Newrozê

Wê bername bi rêzgirtina ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiya Kurdistanê de jiyana xzwe ji dest dane dest pê bike.

Piştre dê axaftin bên kirin. Li ser navê Komîteya Amedekar dê axaftina destpêkê bê kirin. Paşê dê koma ribabê derkeve ser dikê.

Wê Komîteya Amadekar a Newrozê derkeve ser sehneyê û gel silav bike. Hevserokên DEM Partî û DBPê yên Amedê, Hevşaredarên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun derkevin ser dikê û gel silav bikin. Dê hevşaredarek biaxive.

Paşê dê li ser navê Tifaqa Kurdistanî parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç biaxive û peyaman bide.

Stranbêj Arhat dê derkeve ser dikê û stranan bêje. Piştre dê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sabahat Tuncel biaxive û peyaman bide. Dê pêşandana sînevizyonê pêk were. Bi dû re jî dê ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û endamê Şandeya Îmraliyê Ozgur Faîk Erol biaxive û peyaman bide.

Dê dîsa bernameya muzîkê bikeve navberê û dê stranbêj Ayfer Duzdaş stranan bêje.

Wê piştî muzîkê axaftin bên kirin. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar biaxive û peyaman bide. Dê dîsa navbera stranan bikeve navberê û stranbêj Rewşan Çelîker derkeve ser dikê.

Piştre Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wê derkeve ser dikê û mijarên di rojevê de binirxîne.

Herî dawî jî wê Grub Avna derkeve ser dikê û stranan bêje.

Kemal Kurkut dê were bibîranîn

Li aliyê din xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut di Newroza Amedê ya sala 2017an de li ser Cadeya Evrîm Alataş ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Wê ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê û komek siyasetmedar beriya bernameya Newrozê li ser cihê ku Kemal Kurkut lê hatiye kuştin wî bibîr bînin û paşê derbasî protokola Newrozê bibin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne