• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Welatiyên Çewligê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Omer Demîr / AW

20 ADAR 2025 - 08:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Çewlîg – Welatiyên ku tev li Newroza Çewligê bûn diyar kirin ku ji bo pêwajo pêş bikevê pêwist e dewlet gav biavêjê û gotin: “Gelê Kurd gav avêt niha dora dewletê ye. Divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe.”

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi sernavê “Aştî û Civaka Demokratîk” Newroza îsal gelek bi coş didome. Newroza îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pêk tê. Her roj bi dehan bajar û navçe bi girseyî Newrozê pîroz dikin. Gele ku tev li Newrozê dibin daxwaza wan yek e. Gel li qadên Newrozê diqîrin û dibêjin “Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.” Welatiyen ku tev li Newroza Çewligê bûn têkildarî banga Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Bila Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bên berdan’

Welatî Ahmet Şahin bal kişand ser girintiya Newrozê û got: “Newroz ji bo gelê Kurd dîrokî ye. Her sal şert û merc çi dibe bila bibe, dîsa jî Newroz tê pîrozkirin. Mazlûm Dogan di zindana Amedê de bi 3 darên çixat (kibrit) Newrozê bi bedena xwe pîrozkir. Ji bo wan em xwedî li dîrokê derdikevin. Ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta îro gelê Kurd her tim di nav zilm de ye. Îro pêwajoyek heye ê dewlet gav navêje û bawerî nadê gel. Îro em dibîn li Kurdîstanê di her malê de an girtî an jî Şehîd hene. Ji bo bawerî bidê gel divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî tevahî bên berdan. Ew 50 sal in em di nava têkoşînê de ne. Em hatin kuştin, girtin, gûnden me hatin şevitandin û em koçber bûn. Pêwîst e dewlet ew tiştên ku aniyê serê gelê Kurd berpirsiyara xwe bide.”

‘Em e heta dawî xwedî banga Abdullah Ocalan derkevin’

Welatî Selîm Yildirim dazanîn ku Newroz ji bo Kurda berxwedan û serhildan e û got: “Newroz jîyaneke nû ye. Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê hemdem gelê Kurd li berxe daye. Ji bo wê em dixwazin Newroza îsal bibe azadiya Serokatî û tevahiya girtiyan. Paradigma gelê Kurd gihaştiya asteke nû. Hewceye tevahiya gelê Kurd xwedî li vê pradîgma û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin. Pêwîst e em gelê Kurd bikevîn nava tevgerê û barê li ser milê birêz Abdullah Ocalan sivik bikin. Di vê pêvajoyê de berpirsiyariya me ev e. Em ê heta dawiyê xwedî banga birêz Abdullah Ocalan derkevin. Gelê Kurd bedelên giran daye heta îro. Em gelê Kurd her tiştê xwe yêk in. PKK xwedî banga Rêberê Gelê Kurd derket û agirbest îlan kir. Lê hej jî êrişên dewletê berdewam dike. Dewlet di serî de pêwîst e şert û mercen birêz Abdullah Ocalan bi guherîne ku ev pêvajo pêş bikeve. Divê girtîgeh vala bibe. Dewlet aliyêk pêvajo dide meşendin. Lê aliyek din dixwaze gelê Kurd tasviye bike ev tişt wisa nabe. Gav avêtin dora dewletê ye. Dive dewlet gav biavêje.”

‘Newroz li dijî zilmê berxwedane’

Welatî Şevket Sayak jî diyar kir ku çi bibe bila bibe dê li pişt Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beng kir. Ew ji bo me gelek giring e. Newroz li dijî zilmê berxwedan e. Em dixwazin Newroza îsal bibe Newroza azadiyê û wekheviyê. Ji bo azadî pêk bê jî pêwîst e ku dewlet gav biavêje. Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, girtiyên siyasî bên berdan. Divê pêşiya siyasetê vekin. Gelê Kurd jî pêwîst e li Rêberê Gelê xwe xwedî derkeve. Divê her kes li pişt banga wî bisekine.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne