• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çend hûrguliyên Newroza Wanê

Navenda Nûçeyan /AW

19 ADAR 2025 - 17:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi sed hezaran gelê Wanê herikîn qada Newrozê û bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Pîrozbahî di saetên êvarî de bi dawî bû. Beşdarên Newrozê, bi dirûşemeya; “Bijî Serok Apo” û vekirina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bangewaziya dîrokî xwedî derketin.

Newroza Wanê ku bi pêşengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeyên; ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê’ hat lidarxistin bi dawî bû. Di dawiyê de hunermend Rojda derket ser dikê, stran got û girseyê demeke dirêj govend gerand. Piştî konser bi dawî bû bi sed hezaran kesan dirûşmên; ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.

Li Wanê Newroz her sal bi heybet tê pîrozkirin îsal mohra xwe li pîrozbahiyan xist. Bi sed hezaran kesan qada Newrozê ya li rex Keleha Wanê tije kir. Girseyê Newroz bi dirûşma “Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê” pîroz kir û bû Newroza dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parastina paradîgmaya wî.

Çend hûrguliyên Newroza Wanê ku derketin pêş:

* Welatiyên Wanê ji saetên sibê berê xwe dan qada Newrozê û saetên beriya bernameya Newrozê ku dihat plankirin saet di 10:00 de destpê bike li dora qadê kom bûn. Welatiyên ku li benda destpêkirina pîrozbahiyê bûn, di demeke kurt de qat tije kirin.

* Dihat payîn ku roja pîrozbahiyê baran bibare, lê gel guh neda baranê û herikîn qada Newrozê. Dema pîrozbahî dest pê kir li qadê bi derketina tavê coşa Newrozê zêdetir bû.

* Gelê Wanê bi rojane li benda pîrozbahiyê bûn. Her ku dem derbas dibû li qadê hejmara girseyê zêdetir dibû. Li çar aliyên bajêr gel diherikî qadê.

* Qad bi alên kesk, sor û zer yên DEM Partî û DBP’ê hat xemilandin. Li dora dîkê û li hinek cihên qadê pankartên; ‘Jin, jiyan, azadî, azad bike Rêbertî’, ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratik’, ‘Bê Azadiya Jinê Sosyalîzm Nabe’, “Statuya Kurdî, Perwerdeya Bi Kurdî” hatin daliqandin.

* Gotina Ocalan a ‘Azadiya min dikare li ser bingeha azadiya elê min bibe’ weke pankart li qadê hate daliqandin.

* Bi vêxistina agirê Newrozê re coşe girseyê derket lûtkeyê.

* Piştî axaftinên destpêkê yên li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê, li gorî rêzê hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên bajar, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek, aktîvîsta TJA’yê Fatma Ablay, endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivîn.

* Di axaftinan de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan derket pêş. Di axaftinan de texrîbata rejîma zextker bi sala ye bi xwe re aniye hate vegotin û her wiha geşedanên têkildarî statuya Kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mijarên sereke yên axêveran bûn. Axêveran bertek nîşanî binçavkirina Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû û gelek kesan dan. Hêrs û berteka li dijî tayînkirina qeyûman hem di axaftinan de hem jî di helwesta gel de derket pêş. Jixwe dema hevşaredar Şedal û Zeydan derketin ser dikê, berteka li dijî qeyûman derket lûtkeyê.

* Di dema axfaftinan û piştî axaftinan her tim dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Di dema vekirina posterê mezin ê Abdullah Ocalan de girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Di heman demê de li gelek cihan posterên Ocalan hatin hilgirtin.

* Bi taybet jî beşdariya zêde ya ciwanan bal kişand. Vê jî bi xwe re coşa qadê hêj mezintir kir.

* Jinên ku qad tije kirin, bi cil û bergên xwe yên Kurdî yên rengîn beşdarî pîrozbahiyê bûn. Daxwaza azadî û aştiyê ya jinan, hem dema Dayikên Aştiyê derketin ser dikê hem jî di dema silavkirinê de bêhtir şênber bû.

* Di saetên pêş de hema hema girseya li qadê tu qet zêdetir bû. Li gel nava hefteyê jî bû, di nava rojê de sîrkulasyoneke zêde bal kişand.

* Coşa girseyê, dema hunermend derketin ser dikê derket lûtkeyê. Hunermend Fîkret Goyî, Arhat û Rojdayê bi performansên xwe rê li ber coşeke mezin vekirin.

* Piştî performansa Rojdayê, gel dîsa dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

* Wanê careke din dîrok nivîsand; Keleha Wanê ya dîrokî jî şahidiya vê kir. Gelê Wanê ku berteka xwe ya li dijî rejîma qeyûm nîşan da, li qadên Newrozê careke din îradeya xwe nîşanî hemû cîhanê da.

Etîket: Abdullah OcalanBijî Serok ApohûrgulîNewrozWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne