• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Welatiyên Farqînê: Gavavêtin dora dewletê ye

Omer Demîr / AW

19 ADAR 2025 - 08:39
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed– Welatiyên ku tev li Newroza Farqînê bûn destnîşan kirin ku ji bo aştiyek demokratîk pêş bikeve divê di serî de girtîgeh vala bibin û gotin: “Pêwist e Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bêne berdan”

Newroza îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Gelê Kurd her qada Newrozê dike qada azadiyê. Welatiyên ku tev li Newroza Farqînê bûn têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” û Newrozê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Em dixwazin şer bê rawestandin’

Welatî Elî Tanercî diyar kir ku Newroz ji bo gelê Kurd gelek giring e û got: “Gelê Kurd yên ku di nav çar dewletan de hatine parçekirin, Newroz ji bo wan wateya wê yekîtiya gelê Kurdistan ê ye. Em wekî gelê Kurd her tim azadiyê dixwazin. Em şer naxwazin. Em dixwazin tevahî cîhan Newrozê bibîne ku gelê Kurd azadîxwaz e. Em dixwazin şer bê rawestandin. Em dixwazin azad bijîn. Bila gelê Kurdistanê bibe yek û şer bi dawî bibe.”

‘Girtiyên siyasî berdin’

Welatî Bahattîn Yazicî jî anî ziman ku ji bo pêvajo pêş bikeve pêwiste dewlet gavan bavêje û wiha got: “Di serî de pêwist e ku girtiyên siyasî tevahî bên berdan. Eger girtiyên siyasî neyên berdan pêvajo nameşe. Dewlet dibêje bila PKK çekan berde. Lê yek alî nabe. Em ê her tim li pişt daxwazê xwe bin. Newroz cejna gelê Kurd e.”

‘Em dixwazin xwîn neyê rijandin’

Welatî Aslan Demîr jî diyar kir ku ew ji bo aştiyê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne û got: “Ji bo gerila jî û leşker jî neyên kuştin em hatine beşdarî Newrozê bûne. Em dixwazin xwîna ku bi salan tê rijandin êdî neyê rijandin. Pêwist e dewlet gavan biavêje. Ev gav ne tenê ji bo me ji bo tevahiya gelê Tirkiyeyê gelek giring e. Pêwist e girtî bêne berdan û em tev bi hevre azad bijîn.”

‘Divê Abdullah Ocalan azad bibe’

Welatî Abdullah Ozer jî bi destnîşan kir ku gelê Kurd her sal dadikevin qadan û got: “Newroz cejna gelê Kurd e. Îro em hatina li vir cejna xwe pîroz bikin. Pêwîst e em li ziman û çanda xwe xwedî derbikevin. Ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroza îsal gelek giring e. Pêwîst e birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Dewlet hej jî gav neavêtiye.”

‘Em dixwazin azad bijîn’

Welatî Kudbettîn Çorak jî bal kişand ser giringtiya Newrozê û wiha got: “Newroz çanda kurdan a dîrokî ye. Agire Newrozê ji bo gelê bindest e. Cejna gelê Kurd e. Newroza îsal dê bibe Newroza azadiyê. Rêberê me bang kiriye pêwîst e dewlet jî li gorî vê gav biavêje û guh bidê daxwazê gele Kurd. Gav avêtin yek alî nabe. Divê devlet jî gavan biavêje. Em dixwazin azad bijîn.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gultan Kişanak: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin

Gultan Kişanak: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin

21 MIJDAR 2026
CENTCOM: Em pêşveçûnên li Helebê dişopînin û banga xweragiriyê dikin

CENTCOM îdiaya Îranê derewand

21 MIJDAR 2026
Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

21 MIJDAR 2026
Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

21 MIJDAR 2026
Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

21 MIJDAR 2026
TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

21 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne