• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Li aliyekî lêdan û li aliyê din lihevkirin nabe’

Fexredîn Kiliç / AW

19 ADAR 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Li navçeya Qoser a Mêrdînê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin. Welatiyên ku tev li bernameya Newrozê bûn xwestin ku dewlet jî gavek berî gavekê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sererast bike ku bikaribe di pêvajoyê de bêtir rola xwe bilîze û gotin: “Li aliyekê li me bixin û li aliyê din jî bêjin em li hev werin nabe.”

Pîrozbahiyên Newroza ku îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin didomin. Duh yek ji bajarên ku Newroz lê hate pîrozkirin jî navçeya Qoserê ya Mêrdînê bû. Bernameya Newroza ku bi hezaran kes tev li bûn bi awayekî bi coş derbas bû. Di Newrozê de posterên Rêberê Gelê Kurd hatin hilgirtin û daxwaza azadiya wî hate kirin. Welatiyên ku tev li Newrozê bûn bal kişandin ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyarkirin ku divê ew demildest azad bibe.

 

Welatiya bi navê Seyhan Yuksel (37) bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Em di vê pêvajoyê de bi Rêberê xwe re ne. Em ji banga wî re rêzê digirin. Hêvî dikin ku AKP xayîntiyê neke. Xapandinek hebe ev pêvajo naçe serî. Em ê li dûv Serokê xwe û heval û hogirên xwe bin. Heke dewlet vê xwînê bisekinîne zarokên me dê di nava aştiyê de mezin bibin. Em dixwazin bi xwişk û biratî wiha bicoş û keyf Newrozên xwe pîroz bikin. Îşelah Newroza îsal dê bibe Newroza azadiyê.”

‘Em heta dawiyê bi pêvajoya ku birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin re ne’

Fettah Tekîn (60) ê bi pîrozkirina Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi axaftina xwe kir, wiha got: “Em weke gelê kurd heta dawiyê bi pêvajoya ku birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin re ne. Ew bêje çi em bi wî re ne. Lê belê tiştê ku divê dewlet bike jî heye. Hêviya me ew e ku dewlet jî gavek berî gavekê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan sererast bike ku bikaribe di pêvajoyê de bêtir rola xwe bilîze. Li ser civakê bandora wî heye. Weke hûn dibînin di hemû Newrozan de behsa birêz Ocalan tê kirin. Ev gel ji roja ewil heta îro bi birêz Ocalan re ye. Em tev li biryara wî dibin. Lê divê dewlet jî kare xwe bike. Hêj jî zimanê dewletê zimanekî jehrî ye. Divê vî zimanî terk bike. Divê derhal şert û mercên birêz Abdullah Ocalan xweş û baş bikin ku bikaribe bi rêxistina xwe re bikeve diyalogê û rêxistina xwe jî qaneh bike. Birêz Ocalan banga komkirina kongreyê kir lê hêj operasyon berdewam in. Di van şertan de dê kongre çawa pêk were. Divê derhal ev şer û operasyon bên bidawîkirin.”

‘Em bi Serokê xwe bawer in’

Fettah Tekîn, bal kişand ser êrişa li dijî gundê Berxbotan ê Kobanê ku 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û wiha domand: “Ji malbatekê dê û bav û zarok 9 kes şehîd kirin. Ev nayê qebûlkirin. Divê dewlet gavê biavêje ku gelê kurd baweriya xwe bi vê pêvajoyê bîne. Hêj hevalên me yên nexweş di zindanan de bi mirinê re rûbirû ne nayên berdan. Em heta dawiyê bi Serokê xwe bawer in.”

‘Divê Serokê me azad bibe’

Dayika bi navê Mestûre Bîlge (60) ku xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wiha got: “Di vê pêvajoya nû de em dixwazin ev tecrîda li ser Serokê me bê rakirin. Em dixwazin aştî pêk were, Serokê me azad bibe û ev şer raweste. Em jî dixwazin weke her miletekê bibin xwedî nasname. Em ji bo aştiyê tev li Newrozê bûn.

‘Tiştek ji banga Serok baştir nîne’

Welî Ozdogan (56) diyar kir ku piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Aştî ji gelê kurd, tirk û ereb re tiştekî pêwîst û bi qiymet e. Em dixwazin gelê tirk û Rojhilata Navîn jî piştgiriyê bide vê bangê. Tiştek ji şer, nexweşî û mirinê naçe serî. Em dixwazin ev xelas bibin. Tiştek ji banga Serok bi xêrtir û baştir nîne. Ji bo aştî pêk were divê her du alî muzakereyan bikin.”

Em dixwazin Serok Apo were berdan’

Ciwanê bi navê Adar Hesen (18) jî wiha got: “Em dixwazin Serok Apo were berdan. Em dixwazin em û tirk weke xwişk û birayan bin û em gelê kurd bibin yek.”

‘Aştî û şer bi hev re nabin’

Welatiyê bi navê Îsmaîl Bûlût (66) jî bal kişand gavneavêtina dewleta tirk û wiha got: “Li aliyekê li me bixin û li aliyê din jî bêjin em li hev werin nabe. Aştî û şer bi hev re nabin. Divê şer bisekine ku aştî bimeşe. Em dixwazin ev Newroz bibe Newroza aştî, azadî, wekhevî û xwişk û biratiyê.”

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkNewroza Qoserêwelatî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne