• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Abdullah Ocalan: Pêvajo dê herî zêde bibe Ronesansa Êzidiyan

Navenda Nûçeyan /AW

18 ADAR 2025 - 10:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji bo civaka Êzidî şand û got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva li 73 fermanan e. Pêvajoya ku me daye destpêkirin wê herî zêde hebûn û azadiya civaka me ya Êzidî pêk bîne.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem ji bo çareseriya giştî hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkên bawerî, çand, ziman, jin û ciwanan gelek nirxandin kirine. Niha jî ji bo civaka Êzidî peyam şand û destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo civaka Êzidî ronesans e.

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidî wiha ye:

“Dîroka civaka me ya Êzidî dîrokeke wisa ye; bûye şahidê komkujî, mişextî, zilm û êşên mezin. Ango di van qonax û îmtîhanan re derbas bûye. Êzidîtî yek ji bawerîyên herî kevn û civakên herî kevnar ê Mezopotamyayê ye. Ji bo parastina çand, nasname û hebûna xwe berdêlên mezin dane. Trajedî û fermanên li serê wan hatin rakirin, ne tenê di wijdanê gelê me de, di wijdanê hevpar ê mirovahiyê de jî kûr cih girtiye.

Di tevahiya dîrokê de bi êrişan re rû bi rû man. Lê tevî hertiştî jî bi berxwedanê hebûna xwe domandin. Di sedsala dawîn de komkujiyên ku di encama êrişên xwedî zêhniyeta dewletên qewmî de pêk hatin di asta jenosîdê de bûn. Komkujiya 2014’an ya Şengalê, dewama wê zêhniyetê bû ku armanca wê jiholêrakirin û kokqelandina êzdiyan bû. Lê vê carê civaka me ya Êzidî bi lez xwe gihand têkoşîna azadîyê, xwe bi rêxistin kir û dest bi berxwedanê kir. Bi vî awayî, bi berxwedaneke dîrokî bersiva tevkujiyan da. Beşdarbûna jinan a vê berxwedanê pir bi wate ye. Ew ketine wê pêvajoyê ku siberoja xwe bi destê xwe ava bikin.

Siberoja civaka me ya Êzidî wê bi hêz û vîna wan a li ser bingehê civaka demokratîk a ku xwe dispêre îradeya demokratîk şekil bigire û bi gewde bibe. Divê rêxistinbûneke civakî ya wisa pêk bînin ku pê bikaribin baweriya xwe bi rengekî azad bijîn. Di vê merhaleyê de ku me xeyal dikir û em gihîştinê, avakirina pergaleke demokratîk ji bo parastina hebûna dîrokî û domdariya wê gelek girîng e. Li ser esasê perspektîfa Civaka Demokratîk, siberojeke wekhev û azad a gelan dikare bê avakirin. Divê Êzidî di têkoşîna demokratîkbûnê û avakirina civaka demokratîk de ku xwe dispêre jiyaneke azad û hevkhev, bibin hêza aktîf û çalak.

Ti nêzîkatiya ku azadiya gelê me yê Êzidî nas neke û tune bihesibîne nemeşrû û rewa ye. Divê gelê me yê Êzidî li her dera lê ye bixwerêxistinkirinê siberoja xwe bixe bin ewlehiyê û ewlehiya xwe misoger bike. Têkoşîna ji bo jiyaneke azad, wekhev û demokratîk berpirsyariya tevahî gelên me ne. Bi vê wesîleyê, ez têkoşîna gelê me yê Êzidî silav dikim.

Ez dixwazim bibêjim; ez di her şert û mercî de têkoşîna wan destek dikim. Azadiya Êzidîyan û azadiya gelên Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de, Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva li dijî 73 fermanên Êzidîyan e. Pêvajoya ku me daye destpêkirin herî zêde wê hebûn û azadiya Êzidiyan pêk bîne. Ev bang Ronesans e, û herî zêde jî wê ji bo civaka me ya Êzidî Ronesans be. Ev pêvajo wê bi hest û têkoşîna hevpar bi ser bikeve. Ez dubare silavên xwe yên bêdawî dişînim.

Abdullah Ocalan”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne