• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partî: Em ê darbeyan teşîr bikin

Anqere / AW

4 KANÛN 2024 - 13:27
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Parlamentera Dem Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir axivî û got. “Em ê li vir bêhiqûqiya wezaretê û derbeya li hemberî demokrasiyê teşhîr bikin.”

Cîgirên Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û parlamenteran der barê tayînkirina qeyûman a li şaredariyan de li pêş Wezareta Karên Hundir daxuyanî dan çapemeniye. Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî tayînkirina qeyûman axivî û got: “Heta ku ev polîtîkaya qeyûm dewam bike, em ê di têkoşîna xwe ya demokratîk de israr bikin. Eger pêwîstî pê hebe em ê her hefte, her roj derkevin pêşberî Wezareta Karên Hundir. Em ê bêhiqûqî û darbeya li hemberî demokrasiyê li vir teşhîr bikin.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku îktîdar bi awayekî aşkera dixwaze bi darbeyan pêş ve biçe û xwe li ser piyan bigire û got: “Dixwazin serkeftina DEM Partiyê ya hilbijartinên dawî û tercîhên hilbijêran ya sala 2019an vir ve mehkûm bike û gele kurd ceza bike. Çima? Ji berk u tercîhên me yên polîtîk, siyaseta me, sekna me ya li hemberî faşîzmê, nêzîkatiya me ya li hemberî tifaqa AKP-MHP ku dijberiya gel dikin, îro careke din îktîdara wan dihejîne. Careke din hat dîtin ku AKP nikare tena serê xwe bibe îktîdar. Dixwazin me di qada siyaseta demokratîk de bêbandor bikin. Dixwazin mafê berxwedana demokratîk ya gel ku li hemberî faşîzmê nîşan dide tune bikin. Lê aşkera dibêjim ku ev mesele naşibe planên li ser maseyê tên kirin.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît balkişand ser geşedanên li Helebê û wiha got: “Ji ber ku ala tirk li Helebê hatiye daliqandin hinek kes kêfxweş dibin. Heleb axa kê ye? Bajarê kê ye? Ma Tirkiye dixwaze Helebê dagir bike? Em dipirsin; hûn çima rêz nîşanî îradeya gelê kurd û gelên ku li wir dijîn nadin? Hûn çima polîtîkayên ku gelê Sûriyeyê di nav aştiyê de bijîn bi pêş naxin? Hûn çima çeteyên ku qetlîaman pêk tînin asteng nakin? Li Efrînê 300 hezar kes koçî bajarên din kirin. Niha jî 300 hezar kes li Şehbayê hatin bicihkirin. 3 sal û nîvin dixwazin di şert û mercên xirab de jiyana xwe bidomînin. Axa wan ji aliyê çeteyên SMO hatiye dagirkirin. Niha jî Şehbayê terk dikin û diçin cihek din. Ev polîtîkaya AKP ya ku bila kurd dayika xwe nebîne ye.

Nîyeta wan ne aştî ye

Gulistan Kiliç Koçyîgît, da zanîn ku ji her demê zêdetir derfetên aştiyê hene û got: “Ji bo aştiya Sûriyeyê û aştiya Tirkiyeyê şert û merc hene. Lê belê niyeta we aştî nîne. Bi navê aştiyê hûn şer provoke dikin û li welêt aloziyan zêde dikin. Bi tayînkirina qeyûman re hûn vîna gel tine dihesibînin; Aştiyeke bi vî rengî dikare pêk were? Ne aştî ye ku mirov bi gotina aştiyê tecrîdê kûr bike, ji vê re bibêje aştî û darbeyekê li gelan bike. Rêya aştiyê ya bi vî rengî nabe. Tirkiye sûcdarê her cure komkujiyê ye ku gelên li wir dijîn, bi taybetî jî li hemberî kurdan pêk tê ye. Tu nikarî bibêjî em nizanin; Li Idlibê baregehên kê hene? Kê ev HTŞ li Îdlîbê parast? Li Astanayê we garantoriya çi kir? Derkevin û bersiva wan bidin. Niha jî kesên perwerdekirî bi çek êrîşî qadên jiyanê yên kurdan dikin û ji me re dibêjin kurdên li Sûriyeyê ji kurdên li Tirkiyeyê cuda ne. Dinyayeke bi vî rengî nîne. Pirsûs û Kobanê yek in, di navberê de tenê sînorek heye. Qamişlo û Nisêbînê jî bi heman rengî ne. Em ê ti carî destûrê nedin li Sûriyeyê komkujiya gelan pêk bê. Em ê tehamulî komkujiya gelê xwe yê wir nekin. Ji bo yekparçebûna xaka Sûriyeyê, ji bo gelên li Sûriyeyê dijîn pêşeroja Sûriyeyê diyar bikin û ji bo avakirina aştiyê li Sûriyeyê em ê heta dawiyê têbikoşin.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît herî dawî got, “Bila kes ne li bendê be ku dema şaredariyên xwe me tên desteserkırın em ê jiyana xwe ya rûtîn bidomînin. Dinyayeke bi vî rengî nîne. Em ê têbikoşin, em ê bi sekna xwe alîgirê demokrasiyê bin.”

Etîket: DEM PartîGulistan Kiliç KoçyigîtRojavSezaî Temellî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne