• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Hezoyê Newroz hat pîrozkirin

Êlih / AW

17 ADAR 2025 - 15:45
Kategorî: ROJANE
A A
Li navçeya Hezo ya Êlihê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Parlamenter Zeynep Oduncu di pîrozbahiyê de axivî û got ku ev Newroza azadiyê ye û dixwazin êdî ne komkujî azadiya gelê Kurd pêk were.

Li navçeya Hezo ya Êlihê, li qada li hemberî Kolana Amedê hat pîrozkirin. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi xavikên kesk, zer û sor beşdarî pîrozbahiyê bûn, rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû û Hevşaredarê Êlihê Yeşil Işik ê ku li cihê wî qeyûm hatibû tayînkirin amade bûn. Di pîrozbahiya ku ciwan û jin lê zêdetir bûn de ciwanan pankarta bi navê “Oxlim bavê we nikaribû” hat vekirin. Girseyê demeke dirêj bi coş govend gerand.

‘Mifteya aştiyê di destê birêz Ocaland ye’

Hevseroka DEM Partiya Êlihê Songul Korkmaz di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Divê em li pişt peyama birêz Ocalan bin û vê peyamê biparêzin. Weke jin divê em peyama birêz Ocalan li mal bi mal vebêjin. Em dizanin ku birêz Ocalan mifteya aştiyê û mifteya çareseriyê bi awayekî zelal raxistiye ber çavan.”

Banga yekitiyê kir

Zeynep Odûncû diyar kir ku gelê Kurd ev sedsal e ji bo jiyaneke bi rûmet dixebite û wiha got: “Em banga yekîtiyê dikin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje, ‘Em azadiyê dixwazin , şer naxwazin’. Rêya çareseriyê vebû û em ji bo çareseriyê dengê azadiyê bilind dikin.”

Odûncû destnîşan kir ku dewlet êrişên xwe didomîne û wiha got: “Vî şerî bisekinînin, bila komkujî nebe, bila li Tirkiyeyê li 4 parçeyên Kurdistanê aştî û yekitî pêk were. Ji ber vê yekê me navê azadiyê li Newroza 2025an kir. Em azadiyê dixwazin. Ji ber vê yekê divê her kes guh bide dengê ku ji Îmraliyê tê.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: NewrozNewroza 2025anRêbertiya Azad Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026
Sozdar Avesta: Tirkiye pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng kir

Avesta: Newroza 2026an referandûma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû

3 NÎSAN 2026
Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

27 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne