• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Divê AKP û Dewlet zara qumarbazan bikar neyne!

Medenî Ferho

16 ADAR 2025 - 08:03
Kategorî: ANALÎZ-DOSYE, MANŞET
A A
Felsefe û modernîteya hemdemî, nijadperestiyê qebûl nake, Disîplîna bi polemîkan dagirtî jî tenê xwediyê xwe di “eyar” de difetisîne. Ev jî nexweşiyeke “ez”î ye û bi polemik, mandelekirin, yanî înkar û hêza tunekirinê tê xwedî kirin.

Di şerê 3yemîn ê cîhanê de gelan, di çarçoveya dadgehkirina sîstema netewedewletê de, stratejiya parastinê ya hevpar derxiste pêş û hemû operasyonên “similasyon” mahkum kirin. (1). Gelan, stratejiyên kevin yên “şematîk” jî li ber çavan girtin, hem nakokiyên çînayetî, hem nakokiyên çandî derxistin pêş û riya demokrasiya demokratîk bijartin. Di bingeha vê demokrasiyê de azadiya jinê, azadiya hemû baweriyan heye.
Azadiya jinê jî azadiya civakan e. (2)

Minak; Dadgeha Gelan ya Daimî ku di navbera 5-6ê Sibata 2025 an de li Brukselê hate pêkanîn û dewleta Enqerê hate mehkumkirin. Mehkumkirina dewleta Enqerê, tê wateya mehkumkirina sîstema netewedewletê. Îro, di şerê 3yemîn yê cîhanê de, li Rojhilata Navîn netewedewlet têk diçin. Sistema ku şaristaniya klasik ya Mezopotamya û Îslamê, ji her alî ve kurisand, bû amûr û rêxisiniya berjewendiyan.
Ev sîstema haydûd di sedsala bîstan de rastî diyalektîk û meteryalîzma dîrokê hat. Ev rastiya şoreşa Kurd e, ji nû ve bûyîna felsefe ye û bi navê şoreşa demokratik hate binavkirin. Ji nû ve bûyîna felsefe rastiyeke dinamik derxiste holê.

Helbet felsefe her demê hebû, lê di sîstema netewedewletê de, ne bi temamî jî be, hatibû tesfiyekirin. Lewma dengê zanist û feylesofan korîk derdikeve. Di sîstema hêzên dewşîrme de, felsefe bi temamî hatiye tunekirin
Ji bo vê jî, divê ev pêvejo û demokrasiya radîkal, (demokrasiya gelan) ji otorîteyên paşverû bê parastin.
Li hemberî nirxandinên “fetîşgedeyên dewletê” ku dîrokzan, akademisyen û nivîskarên dewleta Enqerê, hîna gele Kurd, Tevgera Azadiya Kurd, paradigmeya Abdullah Ocalan ku demokrasiya gelan derxistiye holê, weke “serdema zarokatiyê” dinirxinin, bersivek e. Bi taybetî piştî peymana di navbera Mazlum Ebdî û Ehmed Şara de, li Şamê çêbû, ev kes û derdorên ku dîroka dewleta Enqerê di çarçoveyek efsûnî de, tijî sir û razên veşartî, weke şoreşeke cîhanî nişan didin, bi karakterê militaniya nijadperestî derketin holê.
Bi gotineke gundîkî; di dîroka sed salî û beriya wê de jî gelê Kurd her dem bû alîkarê “qewmê Tirkên çêkirî.” Mixabin ew beden û sikeletê çêkirî, gelê Kurd, her dem di şikeftê de, di xeşîmên kor de û paşverû nirxand.
Nirxandina aqlê diyalektîka kor û seqet.

Vî aqilê kor û seqet, hem lêkolînên dîsîplîne û akademik asteng kirin, hem jî bû xençera felckirina civakên li Tirkiyeyê. Ya rastî feodalîzma Kurd ku di çarçoveya federasyon û konfederasyonên eşîran de derkete holê jî, ji modela dewleta Enqerê pêşverûtir in. Di rêxistiniya gelê Kurd de, pêkhate û gelên cuda, civakên xwedî baweriyên cuda hebûn û hene. Lê di neteweya çêkirî ya “qewmê tirk” de, her dem qirkirina gelan hebû û heye.
Ne tenê nijadperest, gelek kesên xwe demokrat û çepgir nişan didin jî, mixabin pêşengiya şoreşgeriya Kurdan, pêşxistina felsefe û formasyonên demokratîk ku bi pêşengiya Kurdan çêdibin qebûl nakin. Ev bedcanê paşayên Îtîthat û Terakiyê ye û canawarekî bi xwîn e. Ev jî tê wateya “xençerî sine-î bedcanî”, nirxandinên “dilojaro” û “weylik li serê we be” derxistin holê.
Mînel ecaîb û karaseteke ku akademisyen, nivîskar û hinek ji demokratên qewmî tirk dibêjin; “çawa çêdibe Ehmed Şara, Mazlum Ebdî muxatab girtiye?” Balkêş e, Mazlum Ebdî, Akademiya Mahsum Korkmaz xwendiye, fermandarekî eskerî yê gelê Kurd e. Ehmed Şara jî çeteyekî bermayiyê DAIŞê û şagirtê El Baxdadî ye. Ev çawa zihniyeta “angarya” ye, ev çawa parastina xeta Naziyan e?
Felsefe û modernîteya hemdemî, nijadperestiyê qebûl nake, Disîplîna bi polemîkan dagirtî jî tenê xwediyê xwe di “eyar” de difetisîne. Ev jî nexweşiyeke “ez”î ye û bi polemik, mandelekirin, yanî înkar û hêza tunekirinê tê xwedî kirin.

Aristo dibêje: “Mirov, piştî fêrbûna bikaranîna axê, bi gotinek watedar “ji heywantiya siyasî” derketiye û bûye “heywanekî li bajaran.” Bi gotina George Thomson, civakek ku wateya dayiksalariyê fêhmnekiribe, nikare ji sîstema baviksalarî ya serdema nêçîrê derkeve. (3) Her dem mankurt dimîne û her dem di xeşîmiyê de dimîne, her kesî jî weke xwe xeşîm dibîne.
Siomen De Beauvoir jî dibêje: “Piştî têçûna Hitler û Musollînî û berterefkirina Franco û Salazar, Ewropa û cîhan ji faşîzmê “xalî” bû, yanî paqij bû.” (4) Lê tu caran ji qolincên faşîzmê rizgar nebû, ewrên reş yên faşîzma Muaviye, Îttîhat û Terakkî ji ezmanê cîhanê dûrneketin.

Sartre jî dibeje, exlakê faşîzmê nîne. Gelek zanist û akademisyen faşîzmê wek kevir binav dikin. Mêjiyê hişk, çavên kor, guhên ker, bedena dirinde, xwe her tişt dibine, her kiryarê mubah dibine, xwe dike dadgerê her cure kiryaran. Ev navê dewleta Enqerê û desthilatdariya Erdogan e.
Tirsa dewleta Enqerê her dem bûye aqilê Abdullah Ocalan û hêza Tevgera Azadiya Kurdistanê. Di şerê li dijî Kurdan de xitimî û petîxî, yanî iflas kir.
Hawara xwe gihandin çeteyên weke HTŞê, xwestin piştî têkçûna Esed, Suriyeyê bike pêgiha derketina ji têkçûnê. Çûn û hatina li Şamê zêde kirin, mizgefta Emewî kirin sembol. Xwestin bidin xuyakirin ku ew her tiştên li Sûriyeyê bi rê ve dibin. Li gorî xwe dizayn dikin. Piştî peymana navbera Mazlum Ebdî û Ehmed Şara, ev dîtin û hewldanên dewleta Enqerê têk çûn.
Piştî peymanê Wezîrê Karên Derve, serokê MÎTê û Wezîrê Karên Parastinê yên Tirk, bi bayê bezê çûne Şamê û Ehmed Şara weke destûbirakê rojên teng himbêz kirin. Armanca vê serdanê rêgirtina li ber statu û mafên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û demokratîkbûna Sûriyeyê ye.
Yek ji aqilmendê desthilatdariya AKP/MHPê, Kurdekî ji Şirnexê Prof. Dr. Mehmet Salîh Yildirim e. Vî zat-î muhterem berê jî di pêvejoya çareseriya prisgirêka Kurd de cih girtiye. Piştî peymana navbera Mazlum Ebdî û El Şara, şeva 13ê Adarê, di bernameyeke tvyê de got: “Li cîhanê 83 rêxistinên çekdar yên gelên cuda bi rêya aştî û demokrasiyê çek danîn. Divê em firsenda banga “aştî û demokrasi”yê ya Ocalan, wek yên berê ji dest bernedin. Bi rêyên polis û eskerî pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin.

Ev gotin tenê wateya ku şoreşa Kurd, bi beden bûye, bi mêjî, dest û ling û gerdûnî bûye. Divê aqilê dewleta Enqerê, êdî dev ji siyaseta qumarbazê ku zara bi hîle diavêje berde. Divê ji xeşîmiya kor derkeve, berçavkên bergîran daynê aliyekî û rastiya şoreşa Kurd bibîne û qebûl bike.
Hêzên dewşîrme ku netewedewlet kirin bingeha hegemonyaya despotîk têk çûn û divê peyama Abdullah Ocalan rast bixwînin.
Ji ber ku Abdullah Ocalan dibêje: “Em rêxistineke terorê nînin. Meseleya Kurd ne pirsgirêkeke terorê ye; meseleya Kurd neteweyî ye.” Ji bo vê divê dewleta Enqerê hem zimanê xwe biguhere, hem azadiya Ocalan misoger bike, hem êrîşên li ser Rojava rawesîne.

1-Erişên eskerî û teknolojîk.
2-Felsefeya Abdullah Ocalan
3- Georeg Thomson, Beriya Dîrokê Ege
4-Hêza Mercan, Simone De Beauvoîr
Etîket: Abdullah OcalançavkorKurdMazlum EbdîMedenî Ferhomejî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

29 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne