• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gel li 10 navendan Newroz pîroz kir

Navenda Nûçeyan /AW

15 ADAR 2025 - 15:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Gel îro li 10 navendan Newroz piroz kir û bang li rayedarên dewlete kir. Li navçeyên Bismil, Bêrecûk û Serêkaniyê banga “Ji bo banga dîrikî gavan bavêje” li hikûmetê kirin

Pîrozbahiyên Newrozê li gelek bajaran dewam dikin. Di pîrozbahiyên ku bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” hatin lidarxistin de, ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama “gavan bavêje” hate dayîn.

Bismil

Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Bismilê ya Amedê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” pêk hat. Ji bo pîrozbahiya li kêleka Otogara Bismil, gelê navçeyê di saetên serê sibê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî dest bi herikîna qadê kir. Li qada Newrozê ku ji 7 heta 70’ê salî her kes lê kom bûn, dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.

Bi sedan kesên ku li qadê kom bûn Newroza xwe bi govendê pîroz kirin.

Komîteya Amadekar derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir. Hevseroka DEM Partiyê ya bajêr Gulşen Ozer jî bal kişand ser coşa 8’ê Adarê û pîrozbahiya Newrozê.

Parlamenterê Amedê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren jî Newroza gel pîroz kir û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga xwedî li derketinê kir.

Di pîrozbahiyê de Koma Dilzar û Hunermend Azad Bedran derketin ser dikê. Welatî bi gerandina govendê Newroza 2025’an bi coşek mezin pîroz kirin.

Bêrecûkê

Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” şahiya Newrozê hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Rihayê Dîlan Kunt Ayan, Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya ku li Qada Demokrasiyê hat lidarxistin bûn. Gelek kes serê sibê hatin qada Newrozê û dest bi pîrozbahiyê kirin. Dema ku Li gel jin bi kincên xwe yên neteweyî û rengîn ketin qada Newrozê, girseya ciwanan derket pêş. Zarokên ku bi rengên sor, zer û kesk rûyê xwe boyax kirin beşdarî Newrozê bûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de bê navber dirûşmên “Bijî Serok APO, “Jin jîyan azadî” hatin berzkirin.

Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, hevserokên navçeyê yên DEM Partiyê, Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû û Hevserokê DBP’ê yê Rihayê Mahmut Manas, girse silav kirin û banga piştevaniyê ji bo Abdullah Ocalan li gelê Kurd kirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku gelê Kurd û dostên wan di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û got, “Gelê Kurd gelek bedel dan û bû serketî. Gelê Kurd îro bi dostên xwe re dîrokê dinivîsîne. Silav ji kesên ku dîrok nivîsandine re. Niha dema berfirehkirina siyaseta demokratîk e. Eger em îro Newrozê pîroz dikin ev bi saya kesên ku bedena xwe kirin agirê Newrozê ye. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi banga di 27’ê Sibatê de agirê yekem ê Newroza vê salê pêxist.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê bi dirûşma “Bijî Serok Apo di pêşengiya jinan de hat pêxistin û bi stranan pîrozbahî bi dawî bû.

Serêkaniyê

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/ Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Ferît Şenyaşar û Elîh Zeynep Oduncu, Hevşaredarên Serêkaniyê Dîlan Ablay Saldanli û Ugur Kahraman, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê beşdarî pîrozbahiya li Parka Fîdanê ya li navenda navçeya hat lidarxistin bûn.

Derdora park bi alên partiyê yên kesk, sor û zer hatibû xemilandin, jin û ciwanan bi cil û bergên xwe yên neteweyî qad tijî kirin. Bi sedan kes li ber stranên kurdî govend gerandin û bê navber dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Pîrozbahî bi silavkirina gel a DBP û DEM Partiyê û Hevserokê Bajêr a DEM Partiyê Bekîr Karakeçîlî dest pê kir.

Pankarta “Tu kulîlka biharê yî” ya li ser wêneyê Kemal Korkut ê li Amedê hat qetilkirin, li ser dikê hatin daliqandin. Meclisa Ciwanên Serêkaniyê ya DEM Partiyê pankartên “Azadiya fizîkî ya Rêbertiyê, azadiya Rojhilata Navîn e”, “Roj ê li Îmraliyê Rojhilata Navîn ronî dike” û “Em ji bo Civaka Demokratîk amade ne, me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser kevin” vekirin.

Parlamenter Ferît Şenyaşar, xitabî gel kir û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Newroza 2025’an dê bibe Newroza Aştî û Civaka Demokratîk.”

Parlamenter Zeynep Oduncu jî, daxuyand ku Gelê Kud xwedî li bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket û dê heta pêkanîna aştiyê berxwedana xwe bidomînin, dê aştiyê bînin.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin. Dû re jî pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.

Dêrik

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Newroz bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” hat pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiya ku bi sedan kes lê amade bûn, gelê navçeyê di saetên serê sibê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikî qadê. Li qada Newrozê dirûşmên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Jin û ciwan bi alên zer, sor û kesk ketin qadê û bi coşeke mezin govend gerandin.

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz ku dest bi axaftinê kir Newroza hemû kesî pîroz kir û got, “Silav li berxwedêrên Dêrikê! Silav li dayikan, ciwanan, jinan! Ger em îro li vê qadê Newrozê pîroz dikin, bi saya vîna we ya berxwedêr e. Ez hezar carî spasiya we hemûyan dikim. Newroz azadî ye, aştî, li çiyayên me , ji gelê me yê demokratîk re azadiyê dixwazim. Dayikên ku têdikoşin. Azadî nêz e. Em bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve diçin.”

Çalakî bi stranan hat bi dawî bû.

Mîdyad

Li Mîdyada Mêrdînê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî li qada mîtîngê ya bajêr hate lidarxistin.

Welatiyên ku di ketina qadê de li hev kom bûn, bi defê re demeke dirêj govend gerandin. Gelek kes tevî zarokên xwe bi cil û bergên gelêrî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Polîsan kesên ku şalên kesk, sor û zer li xwe kiribûn rawestandin. Piştî nîqaşa Komîteya Amadekar destûr ji şalan re hat dayîn.

Tevî Suryaniyan, ereb, xiristiyan û êzidî jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di Newrozê de stranên kurdî, erebî û suryanî hatin gotin.

Tevlîbûna jin û ciwanan bal kişand. Ji qadê gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat silavkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, ciwanan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Agirê Newrozê bi dirûşmeyan hat pêxistin.

Parlamenterê Partiya DEM’ê George Aslan bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û bi Suryanî berdewam kir. George Aslan bertek nîşanî êrişên li Sûriyeyê yên li dijî elewiyan da. George Aslan, anî ziman ku hemû gelên li Sûriyeyê di bin xeteriyê de ne û modela Rêveberiya Xweser ji bo gelan çareserî ye.

Hevseroka Parêzgeha DEM’ê Nîlûfer Elîk Yilmaz diyar kir ku ji salên 1990’î û vir ve berdêlên mezin ji bo Newrozê tê dayîn û got, “Em ê têkoşîna xwe bidomînin û bîranînên wê biparêzin.”

Endamê PM’ê yê DEM PartiyêYuksel Mutlu jî diyar kir, “Birêz Ocalan gavek avêt. Niha jî dor e ku gavên qanûnî bavêje.”

Pîrozbahî bi derketina hunermendan li ser dikê bi dawî bû.

Elkê

Li Elkê li Qada Aştî û Demokrasiyê pîrozbahî hat lidarxistin. Parlamenter, siyasetmedar û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatî bi cilên xwe yên kurdewarî beşdar bûn.

Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez, di axaftina xwe de bal kişand ser taybetmediya Newrozê û got: “Ew ê her tim agirê Newrozê geş bihêle da ku aştî li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi ser bikeve. Ji ber ku wateya agirê Newrozê bihar e, destpêkek nû ye. Em bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan Newroza 2025’an pîroz dikin. Em banga bi hezaran caran silav dikin. Banga ku hatiye kirin dîrokî ye, guncav sedsalê ye û banga azadiya Kurdan e.”

Piştî axaftinan dayik agirê Newrozê pêxistin. Welatî li ber stranên Koma Zagros govend gerand û newroza xwe pîroz kirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KURDÎGEHê belgeyên qedandinê da mamosteyên nû

KURDÎGEHê belgeyên qedandinê da mamosteyên nû

7 COTMEH 2026
Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

7 COTMEH 2026
Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne