• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Cilên kurdî li xwe kir û çû Newrozê lê…

Bazid Evren / AW

14 ADAR 2025 - 08:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Halîme Yaşar ku hevjînê wê Îkbal Yaşar di protestoyên qedexekirina Newroza 2008an de li Geverê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku Îkbal di rojbûna kurê xwe de hate kuştin û got: “Wê salê li Geverê Newroz qedexe kiribûn. Lê wî cilên kurdî li xwe kir û çû Newrozê û bi guleya polîsan şehîd bû.”

Rayedarên dewletê di 2008an de li Geverê pîrozbahiyên Newrozê qedexe kir. Li dijî vê biryarê gelê Geverê daket kolanan û dest bi çalakiyan kir. Welatî Îkbal Yaşar jî yek ji wan kesan bû ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî dixwest biçe Newrozê. Îkbal Yaşar, di 23ê adara 2008an ji mala xwe derdikeve û hewl dide biçe Newrozê. Lê, ew jî li ser biryara qedeyê tev li çalakiyan dibe û di çalakiyê de polîs bi çekan êrîşî welatiyan dike. Di vê êrîşê de Îkbal Yaşar û Fahrettin Şedal birîndar dibin. Îkbal Yaşar di heman rojê de jiyana xwe ji dest dide, Şedal jî di 10ê nîsana 2008an de li Nexweşxaneya Wanê jiyana xwe ji dest dide.

Polîs û leşkeran ji malbatekê 17 kes kuştin

Ji malbata Yaşar û Tokçû ku heman malbat in, di 35 salên dawî de 17 kes ji hêla leşkeran ve hatine kuştin. Mehmet Yaşar di sala 1994an de ji aliyê JÎTEM’ê ve ji mala wî hat derxistin û hat windakirin. Recep Yaşar di sala 1994an de di mala xwe de hat girtin û li balafirgehê hat kuştin. Di sala 1996an de Reşît Tokçu û Fettah Yaşar dema bazirganiya heywanan dikirin, li gundê Serpêl a girêdayî herêma Oramar a Geverê di navbera leşkerên Tirk û PKKê de pevçûn derket, Reşît û Fettah di nava pêvçûnê de man û hatin kuştin. Behçet Yaşar li Gundê Alekanan a girêdayî Geverê di encama operasyona leşkerî de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin. Malbata ku di sala 1994an de ji bo ji zextên dewletê dûr bikevin û nebin cerdevan koçî bajarokê Şeladizê yê Başûrê Kurdistanê kirin. Li wir bombeyek danîn ber deriyê wan û 5 zarokên malbatê yên bi navê Giyabent, Çîmen, Kevser, Behîce û Yunus ên di navbera 7-11 salî de bûn, hatin kuştin. Bemal Tokçu (25) piştî merasîma cenazeyê Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr li Navçeya Geverê ya Colemêrgê bi guleya polîsan hat kuştin û herî dawî jî Îkbal Yaşar di Newroza 2008’an de li Geverê bi guleya polîsan hat kuştin. Her wiha 5 ferdên malbatê jî di nava PKKê de jiyana xwe ji dest dane. Di nava 35 salên dawî de di nava malbata Yaşar û Tokçû de 17 kes ji aliyê leşker û polîsên dewletê ve hatin kuştin.

Îkbal Yaşar Newroz wekî cejna hevgirtinê didît

Îkbal Yaşar, 20 salî bû û du jî zarokên wî hebûn. Ew jî weke her Kurdekî welatparêz bi coş beşdarî Newrozan dibû. Hevjîna Îkbal Yaşar Halîme Yaşar, têkildarî kuştina hevjînê xwe pirsên Ajansa Welat bersivandin.

Halîme Yaşar bal kişand ser girêdana Îkbal a ji bo Newrozan û diyar kir ku Îkbal ji zaroktiya xwe ve tev li Newrozan dibû û bi Newrozê ve pir girêdayî bû. Halîme Yaşar, da zanîn ku Îkbal hertim bi coşeke mezin tev li Newrozan dibû û got: “Hêj ji bo Newrozê hefteyek dima, Îkbal, bi ciwanên taxê re di navbera xwe de Newroz pîroz dikirin. Weke her Kurdekî Îkbal jî wateyeke mezin dida Newrozê. Ji bo wî Cejna Newrozê dihat wateya tifaqiyê û hevgirtinê. Di sala 2008an de Newroz hat qedexekirin. Lê, tevî vê biryarê jî Îkbal cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kirin û çû sûkê. Wê rojê li sûka Geverê di navbera ciwanên ku xwestin Newrozê pîroz bikin û polîsan de pevçûn derket. Îkbal li vir bi guleya polîsan ji singê xwe birîndar bû. Welatiyên wir bi teksîyeke zer a tîcarî xwestin Îkbal bibin nexweşxaneyê, lê polîsan pêşiya wesayîtê girtin û bi jopan îşkence li Îkbal ê birîndar û welatiyên li cem wî kirin. Di encama vê îşkenceyê de hestiyên sing û zendên Îkbal şikestin. Welatiyan gazî ambûlansê kirin û welatiyan Îkbal siwarî ambûlansê kirin. Îkbal li vir şehît ket.”

Di rojbûna kurê xwe de hat kuştin

Halîme Yaşar, diyar kir ku wê xebera birîndarbûna Îkbal ji birayê xwe girt û piştî vê agahiyê bi lez ji mal derketine. Halîme Yaşar, anî ziman ku ew çûne sûka Geverê û li wir rastiyê êrîşa polîsan hatine. Halîme Yaşar, wê rojê wiha tîne ziman: “Polîsan nehişt em biçin nexweşxaneyê û bi qasî saet û nîv em dan sekinandin. Dû re bi talîmata qeymeqam em birin Miduriyeta Polîsan a Geverê. Li wir ji me re gotin ku ‘Em ê bi şertekê Îkbal nîşanê we bidin. Ji bo ku buyer dernekevin em ê Îkbal veşêrin.’ Lê me ev yek qebûl nekir û me got em ê Îkbal veşêrin û em çûn nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê heta saet 3yê şevê em dan sekinandin û piştre hiştin ku em Îkbal bibînin. Ji bo ku em kar û barên veşartinê pêk bînin em vegeriyan malê. Di wan saetan de em hînbûn ku bi talîmata qeymeqam Îkbal hatiye veşartin. Serê sibê em li gel parêzer û parlementeran çûn cem dozger û me bertek nîşanî vê kiryarê da. Dozgeriyê kar û barên me li wir qedandin û em çûn me Îkbal ji cihê ku hatiye veşartin derxist û bir mizgeftê. Me Îkbal, bi tevlibûna deh hezaran kesan oxir kir. Roja Îkbal şehît bû rojbûna kurê me bû û me piştî şehadeta Îkbal gelek rojên xerab jiyan e.”

DMMEyê Tirkiye mehkûm kiriye û doz hêj didome

Halîme Yaşar, behsa pêvajoya hiqûqî jî kir û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Piştî şehadeta Îkbal, me doz vekir û lêpirsîn hat destpêkirin. Dozgeriyê di nameya xwe ya lêgerîna bêdawî ya di sala 2010an de got, ‘Ne mimkun e ku were îspatkirin kê gule li cihê bûyerê reşandine û berpirsyar bi teqez nayên naskirin.’ Li dijî vê yekê me bi rêya parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Piştî 8 salan di sala 2016an de DMMEyê bi hinceta ‘binpêkirina mafê jiyanê bi awayekî bi bandor lêkolîn nekiriye’ Tirkiye mehkûmê tazmînatê kir. Pêvajoya dozê hêj jî berdewam dike û hemû hêviya min û her du zarokên min ew e ku kujerê Îkbal bên dîtin û ceza kirin.”

Newroz ji bo Halîme Yaşar roja bîranînê ye

Halîme Yaşar, tevî hevjînê xwe di Newrozê de winda kiribe jî tev li Newrozan dibe. Ev yek nîşan dide ku hemû Kurd bi dilxweşî û ji bo govend gerandinê naçin Newrozan. Newroz, ji bo gelek Kurdan roja bîranîna ferdên malbatê ye.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

7 COTMEH 2026
Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne