• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îbrahîm Şêxo: 300 hezar kes amadekariya vegera Çiyayê Kurd dikin

Navenda Nûçeyan /AW

13 ADAR 2025 - 12:59
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku nezî 300 hezar welatî amadekariyê dikin ku vegerin Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî

Di 10ê Adarê de HSD û HTŞê peymana ji 8 xalan pêk tê îmze kirin. Piştî vê peymatê tê payin ku welatiyên ji cih û warên xwe koç bûne dîsa vegerin warên xwe. Hêzên Sûriya Demokratîk û rêveberiya demî ya Şamê piştî di 10ê Adarê de peyman îmze kirin, rê li pêşiya vegera welatiyan vekir. Xala; “Misogerkirina vegera hemû Sûriyeyiyên koçberbûyî li bajar û gundên xwe û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûriyê ve” rê vedike ku welatî êdî dîsa li cih û warên xwe vegerin. Pişti vê peymanê gelê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dest bi amadekariyan kirin ku li warên xwe vegerin.

Tirkiyeyê di 20ê çileya 2018an de bi balafir, tang û topan li dijî gelê Efrînê şer îlan kir û piştî 18ê Adara 2020an bi temamî Efrîn dagir kir. Ji ber êrîşa li dijî Efrînê zêdeyî 300 hezar welatiyên Efrînê ji cih û warên xwe koç kirin. Dîsa salek şûnde artêşa Tirkiyeyê Girê Spî û Serêkaniyê jî dagir kir û bi sed hezaran welatî ji cih û warên xwe koç bûn. Piştî di 10ê Adarê de di navbera HSD û Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de peyman hat îmzekirin, rêya ku welatiyên koç kirine vegerin axa xwe vebû. Têkildarî mijarê Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ji Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî re axivî û diyar kir ku hemû gelên Rêveberiya Xweser bi coşeke mezin lihevhatinê pêşwazî dikin. Îbrahîm Şêxo diyar kir ku gelan ji bo vegera wan li benda pêngava ku ji aliyê rêveberiyê ve hatiye avêtin e.

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku ew nizanin rewşa amadekariyan çi ye û wiha got: Em dizanin ku ji bo vê yekê wê komîteyek bê avakirin. Li gorî ku me bihîst, Tirkiye û hêzên wê yên dagirker li Efrînê û komên çekdar ên girêdayî rejîma heyî ya Şamê civînek li dar xistin. Di vê civînê de du mijar hatin zelalkirin. Yek jî ew e ku komên paramîlîter ên Tirk girêdayî Artêşa Sûriyeyê ne. Ya din jî vekişandina komên çekdar ji herêmên sivîl ku gund û navenda bajêr jî di nav de ne. Çalakiyên van koman li herêma Efrînê hê jî dewam dikin. Mijarên ku nehatine zelalkirin hene. Tirkiyeyê gavên pêwîst neavêt, lê belê amadekariyên ji bo vegerê bi hemû leza xwe dewam dikin. Bi peymana nû re berpirsyariyên vê yekê xistin stuyê rejîma nû.”

Îbrahim Şêxo destnîşan kir ku ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 300 hezar mirov li benda vegera axa xwe ne û wiha axivî: “Piştî dagirkirina Til Rifat-Şehba, bi qasî 85-90 hezar gelê Efrînê neçar man ji vir koç bikin. Li gelek cihan bi taybetî li Helebê kesên ji Efrînê hene. Em difikirin ku zêdetirî 300 hezar kes vegerin. Bi mehan e em li benda erêkirina rêziknameya qanûnî ya têkildarî vegerê ne. Ji aliyekî ve em li benda Rêveberiya Xweser man, li aliyê din jî bêguman em li benda pêngavên rêveberiya heyî man. Em niha hem di asta neteweyî hem jî di asta navneteweyî de li benda misogeriyê ne. Di vê wateyê de em dibînin ku gavek hatiye avêtin. Lê belê em ê di demeke nêz de vê pêvajoyê di warê mafên mirovan û hiqûqî de bişopînin. Divê baş were zanîn ku ne tenê gel ji Efrînê koç kir, Efrîn jî hate talankirin. Em dizanin ku yên piştre li wir bi cih bûne jî dema ji wir derketine malên Kurdan talan kirine. Em dikarin bibêjin ku tenê dîwarên di malên Kurdên Efrînê de mane, wê îro li wan vegerin. Mafê her mirovî heye ku li ser axa xwe bijî. Gelê Efrînê mîna kokên darên zeytûnê bi çiyayên Kurdan ve girêdayî ye. Her wiha em hêvî dikin ku Newroza 2025’an bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe Newroza azadiyê. ”

Etîket: EfrinÎbrahim Şêxo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Efrînê kampanyaya ‘Mala min mafê min e’

Li Efrînê kampanyaya ‘Mala min mafê min e’

17 ÎLON 2026
Efrîniyê ku duh vegeriyabû hat revandin

Li Efrînê lîwaya leşkerî tê avakirin

26 TEBAX 2026
SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

10 TEBAX 2026
Efrîniyên ku dixwazin vegerin warên xwe rastî gef û şantajên darayî tên

Efrîniyên ku dixwazin vegerin warên xwe rastî gef û şantajên darayî tên

26 TÎRMEH 2026
Li Efrînê kesek hat kuştin

Li Efrînê kesek hat kuştin

24 TÎRMEH 2026
Ji ber baregeha leşkerî nikarin vegerin malên xwe

Ji ber baregeha leşkerî nikarin vegerin malên xwe

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne